Mêrga Ku Digirî* Ango Çîroka Elenî
Nivîskarê me Yeqîn H. roj 05.06.2008'an de ev nivîs di quncikê xwe de weþandibû. Niha bi þewata li Atînayê re mala Theo Angelopoulos þewitî ligel arþîva wî. Ji bo vê em nivîsê carek din pêþkêþî we dikin.
Fermo:
Mêrga Ku Digirî* Ango Çîroka Elenî
Yeqîn H.
Sal 1922 ye. Îzmîr bi destê roma reþ tê þewitandin û yewnaniyên ku hem xwediyê wê û hem þêniyên wê ne, tûþî zilmeke nebînayî tên û ji neçarî direvin ango ber bi bajarên navendî yên welatê xwe ve dibin penaber. Qerqeþûnê vegirtiye her derê û ter û hiþk daye ber xwe. Li Yewnanistanê halê tunebûnê li dar e. Serbare jî vî halê tunebûnê zik li ber dev e û wilo bi þer û pevçûnan ducanî ye ku bêlome be! Ji hêlekê ve xirecireke navxweyî rû daye di nava welêt de û Asiyan serî li ber pergalê û artêþê hildaye û ji hêla dîtir ve jî zext û pêkûtiyên dereke yî darbidest, li erka desthilatdar kiriye çeqoberî!
Elenî keçeke yewnanî ye. Li ber destan mezin bûye. Temen li dor sêzdeh-çardehan e. Lê bextreþî û bêsiûdiyê ji mêj ve ye ew kiriye bendeyê xwe. Hê nûbalix e û dûrî çax û benga xwe ye. Spîroyê ku ew mezin kirî, wê li xwe mar dike. Wê jî dil daye lawê Spîro- mixabin navê wî -lawê Spîro- di fîlm de hîç nayê bilêv kirin! Salekê du salan, bi zor û sed belayî didebire. Du lawên cêwî bi navê Yannî û Yorgî jê çêdibin. Spîro ji bo derdor wî þermezar nekin, wan dide malbateke bêzarok. Rojekê Elenî dide dû dilketiyê xwe -lawê Spîro- û pê re direve Selanîkê! Sê-çarsalekî bi piþt re Elenî bi her du lawên xwe ve digihên hev.
Mêrê Elenî -lawê Spîro- muzîsyenek e ku akordiyonjeniya wî hêjayî pesnê ye. Ligel Nîkosê kemanjen derdikeve tavernayan. Nîkos ji konservatûara Îzmîrê mezûn e. Di vê navberê de Marcos muzîsyenê herî bin av û deng e û ji behremendiya wî-lawê Spîro bi hay e. Marcos ji bo çend bernameyan li Amerîkayê, tê vexwendin. Wî jî bi xwe re dibe. Mêr li Amerîkayê ji hêla muzîkê ve bi ser nakeve. Tevli artêþa Amerîkayê dibe da ku bikaribe bibe welatî û Elenî û her du zarokan bixwaze.
Elenî jî ji sedem ku Asî vehewandiye tê girtin. Çend salên sax girtî dimîne, paþê tê berdan. Elenî hêvî ji mêrê xwe biriye. Di vê navberê de Yannî û Yorgî mezin bûne, Yorgî beþdarî Asiyan û Yannî jî beþdarî artêþa Yewnan bûye û li dijî hev þer dikin. Rojekê ji rojan careke dî tên Eleniyê dibin û diherin, lê ne ji bo girtinê; Yannî di lêkdana bi Asiyan re de jiyana xwe ji dest daye û cendekê wî jî nehatiye dîtin loma! Þeple bi Eleniyê dikeve û ziman lê digere;
Gardiyano! Qet ava min tune, sabûna min tune. Ji bo ez ji zarokên xwe re nameyekê binivîsim, kaxiza min tune. Unîforma diguherin; hûn cûn li xwe dikin, gardiyan reþ!..
Navê min Elenî. Ji ber ku min Asiyek vehewandiye ez li vir im. Hûn min bi ku ve dibin? Gardiyano! Ava min tune, sabûna min tune. Ji bo ez ji zarokên xwe re nameyekê binivîsim, kaxiza min tune. Unîforma diguherin; Alman kesk li xwe dikin, ma tu alman î gardiyan!?.
Di 1944’an de, çaxa mirovan li meydanan serketina welêt pîroz dikirin ez jî li wir bûm. Hûn min bi ku ve dibin? Unîforma diguherin; ma tu îngiliz î gardiyan? Nexta guleyekê çi ye, nexta xwînê çi ye? Hemû unîforma heman in gardiyan, gardiyan…
Navê min Elenî. Ji ber ku min gerilayekî birîndar veþart ez li vir im. Gardiyan ez li sirgûnê me. Ez penaber im û ji her derê hatim veder kirin. Ez ew keça sê salî me ku li îskeleyê digiriya gardiyan, gardiyan**...
Melekek rabû çû þûþeya îksîrê bi ser serê dinyalikê dakir. Wê rojê toqa naletbariyê kete stûyê benîadem. Li ser þûþeyê sûretê þeytên hebû û benîadem peristiyê***.
Û ew roj ev roj e þer li her derê þer e (û þerûd li her derê þerûd e). Nav li tu derê, tu deverê lê naguhere. Ji xwe re sebeb e, sebebeke dereke navê ji bo hebûna wî ji bilî þerûdiyê; bêsebeb heye, bê wext e û nola toqa naletê ji bilî xwediyê xwe, bi her kes û tiþtî ve dialiqe.. Guh miç e, nola gurekî har û dil bi pirç e. Bi xwînê radibe, bi xwînê rûdinê. Nalebar û nicis. Li mêrga kezebê rûdinê û jê dixwe, dimije û dikoje ta ku zuha bike. Hemû çîrokên jê mayî; hemû têkbirin, êþ, taq û birînên ku di sîng û berê de, di dil û kezebê de vedike li her derê heman in. Axir û encama wî bi heman reng û dengî tê vegotin, her û daîm: tunekirin tunekirin tunekirin!..
* Mêrga Ku Digirî navê fîlmê derhênerê yewnanî Teo Angelopoulos e ku çîroka Eleniyê ji xwe re kiriye mijara sereke.
** Ji devê Eleniyê
*** Ji devê Nîkosê kemanjen
**
**
Nûçeyên Eleqedar: