Bîst hezar kovarên kurdan li cem xwe arþîv kirine
Hevpeyvîn: Zekî OZMEN
Rifat Sefali ji aliyê raya giþtî ve zêde nayê naskirin. Lê karê ew dike beramberî karê saziyên mezin ên dewletan e. Ji ciwaniya xwe heta niha bi deh hezaran arþîvên ser kurdan û derbarên kurdan de kom kirine. Wan arþîvan bi awayekî dîjîtalkirî li ser malpera Arþîva Kurd dike xizmeta raya giþtî. Li ser malperê heta niha derdora 20 hezar kovar bi cih kirine. Ne tenê kovar, her wiha belge û pirtûkan jî li wir diweþîne. Ew niha digel arþîva nivîskî, bi arþîva tomarî ya deng ve jî mijûl e. Berhemên dengên tomarî yên ku gerokan di nava kurdan de berhev kirine niha li ber destê wî ne û wê jî piþtî dîjîtalkirina ji kasêtan di malpera arþîvê de bi cih bike. Em bi Rifat Sefalî re li bajarê Weil am Rhein ku dikeve sêkuçkeya Almanya, Swîs re û Fransayê, derbarê xebata wî ya arþîvkirinê de axivîn. Me xwest hem bizanin ka vê taqetê ji ku derê tîne û hem jî ev hêz çawa pê re peyda bûye.
Arþîv karê saziyan e. Çi hûn motîve kirin ku hûn wekî takekes bi vî karî re rabin?
Di ciwaniya xwe de jî dema min karê siyasî jî dikir, min her tim digot arþiv pêwîst e. Ji ciwaniyê û vir ve min tiþtin dicivandin. Wekî bingeh jî eger arþîv nebe tu nikarî tiþtekî bikî. Xebera te ji te tune be, ji dîrokê tune be, tu nikarî di pêþerojê de tiþtekî bikî. Vê pir tesîr li min dikir. Vê dawiyê hinekî teknîk pêþ ket. Ne wekî arþîva berê, mirov dikarî êdî ya nûjen çêbike.
Wekî arþîv niha çiqas berhem di destên we de hene?
Mirov nikare konkret tiþtekî bibêje. Lê nêzîka 20 hezar kovar in. Pirtûk têra xwe hene. Pirtûkên derbarê kurdan de hatine nivîsandin û an kurdan nivîsandine. Min zêdeyî 1500 pirtûk dîjîtal kirine lê ji ber mafên telîfê nikarim wan biweþînim. Derdora 800 pirtûkî di malperê de hene û ew yên destûra min bi fermî hene. Arþîvkirina pirtûkan bi awayê dîjîtal hinekî problem e. Xwediyê pirtûkê qebûl neke, mirov nikare dîjîtal bike, ji ber ku belav dibe. Kurdên me jî... yanî em nikarin hev îqna bikin di vî warî de. Tu kes nabêje arþîv nekin an dîjîtal nekin, lê îmze nadin. Dema îmze nedin pirsgirêk e. Belkî xwediyê berhemê ji soza xwe venegere lê ji bo dema pêþ metirsî heye. Dibe zarokên wan an neviyên wan di dema pêþ de derkevin pêþberî te. Ji ber vê yekê jî mirov newêre pirtûkan dijîtal bike. Belge, destûr û bernameyên partiyan. Zanîngeha Artuklu vê dawiyê tiþtin ji Arþîva Kurd girtibûn û wan jî tiþtên baþ rêkirin. Ji bo dîjîtalkirina van wext pêwîst e. Li ser arþîva devkî jî niha dixebitim. Dengên tomarî yên ji 1930’an û vir ve. Çîrok, stran û tiþên din ên gerokan tomar kirine ji kasêtan dîjîtal dikim û ez ê wan jî li ser Arþîva Kurd bar bikim.
Di berhevkirina arþîvê de tiþta ku hûn herî ecêbmayî hiþtin çi bû?
Ya ecêbmayî ew e ku kesên kedê didin li keda xwe xwedî dernakevin. Kesek pereyekî biçûk winda bike, bi rojan di serê wî de dimîne ka çima ew pere winda kiriye. Lê hesab bike, ji bo ku kovar deranîne bi salan ceza xwarine lê arþîva kovarên wan li cem wan nîn e. Li cem xwediyên wan hejmarên hemû kovaran nedît. Ne behsa yên bi kurdî derketine dikim, kovarên ku wan kesan bi xwe deranîne. Ev dibû sedem ku civandina kovaran jî zehmet be.
Hejmareke bilind a belavokên partiyan li ser arþîva malpera we hene. Belavokên herî kevin têne bîra we kîjan in, yên kîjan partiyan e?
Ya herî kevin a KUK’ê ye. Wan dan me. Min ew dîjîtal kirin. Yên partiyên din ne wekî belavok, endamên berê yên Rizgarî texsîr nekirin û arþîva xwe dan me. Civîn, kongre û konferansên wan, nivîsên xwe yên legal û îlegal hemû dan. Min hemû dijîtal kirin û ser malperê bar kirin. Partiyên din jî ji xwe destûr û bernameya wan tu dikarî li cem herkesî peyda bikî . Min hema bêje hemû paartî, sazî, rêxistin destûr û bernameya wan dijîtal kirin. Biryarên kongre û konferansên wan ên peyda bûyî min dîjîtal kirin. Min tu ferq jî nekir. Yên îslamiyan, komonîstan, sosyalîstan û lîberalan hene. Heta vê dawiyê de min kovarek dît ji bo min ecêb bû. Xebateke pir baþ bû. Zimanekî pir baþ xebitandine. Kovara LGBT’yan e. Pir baþ bû. Min ew jî dîjîtal kir. Bi kurdiyeke pir baþ û zelal e. Belkî ji hin cihan alîkarî girtine lê karekî pir baþ kirine.
Heta niha wekî þexs piþtî ku we dest bi dîjîtalkirina vî karî kir, we çiqas wext daye vî karî?
Ji bo dîjîtalkirinê 6 sal...
Ji bo peydakirinê?
Ji bo peydakirinê pir wext diçe. Zehmet e. Min ji berê ve dicivand. Di sala 1994’an de ez hatim Swîsreyê. Li welat ji xwe min berhev kiribû û ji roja hatim û vir ve jî min dest bi civandina arþîvê kir. Di vî warî de hinek komeleyan jî piþtgiriya baþ dane min.
Ji bilî kesên serdana malperê dikin, takekes, sazî û yan jî dewletan ji bo peydakirina hinek arþîvan qet serî li we dane?
Têkildarî çêbû. Kesên fêde digirin gelek hene. Gelek kes e-mailan rêdikin û spasiyên xwe dikin. Ji Baþûr hinek kes hatin peyivîn. Hinek rojnameyan bi min re têkilî danî. Hevpeyvîn bi min re çêkirin. Min ji xwe ji bo danasîna malperê li vir û li Swêde û Holanda civîn çêkirin.
Pêwendiya we û bi taybetî enstîtuyên kurdî yên heta astekî arþîva baþ li cem wan heye çawa ye?
Pêwendî heye. Ji xwe danasîna Arþîva Kurd li Pirtûkxana Kurdî ya Stockholmê çêbû. Nedîm Dagdeviren dixwest arþîva wan a heyî dîjîtal bike lê hem dîjîtalkirin têra xwe bi problem e û hem jî Nedîm zû koça dawî kir. Têkiliya min bi wan re heye. Min hin tiþt ji wan xwestibûn. Em kurd hinekî... Hinek kovar hebûn ez zû de pey wan bûm. Min li Pirtûkxana Kurdî peyda kirin. Çend hejmar bûn, ne hemû. Min xwest fotokopî bikin, ji bo dîjîtal bikim. Berpirsê pirtûkxanê Newzat Hirorî got ez ê ji te re bînim. Wî got kîjan bûn. Min got filan. Lê geriya lê mixabin hinekan ew kovar ji wir biribûn. Niha jî ew peyda nabin. Tiþtên wisa ecêb jî di nav kurdan de çêdibin.
Hûn bi dildarî vî karî dikin. Ez meraq dikim, sibe saziyek an dewletek bibêje çi alîkariya heyî em ê bidin û vî karî profesyoneltir bimeþîne. Tesawira we çi ye, hûnê çawa vî karî bimeþînin?
Ez vî karî ji xwe ji dil dikim û ne li benda tiþtekî me. Ne ji dewletan, tenê ji kurdan tiþtekî dixwazim; Kesên di destên wan de berhemên kurdan û ser kurdan hene, bikarin bigihîjînin me, em ê dîjîtal bikin û biweþînin. Pirsgirêka dîjîtalkirinê ji xwe nîn e, ji ber ez wekî meslek jî dîjîtalkirinê dikim.
Hûn qet nagihin sînorê ku hûn bibêjin yawo bes e, ez westiyam bi vî karî re, ma min çi jê ye...
Na, ji qewlê ereban ve bileks. Tu çiqas tiþtinan dibînî, dixwînî û balkêþiya wan dibînî, tu zêdetir ji vî karî hez dikî.
***
Rifat Sefali kî ye?
Rifat Sefali li Amedê hatiye dinê û bi eslê xwe ji navçeya Madenê ye. Dibistan li Amedê û zanîngeh jî detpêkê li Îzmîrê û dû re jî li Amedê li Zanîngeha Dîcle dewam kiriye. Di sala 1983´yan de wekî mamosteyê îngilîzî zanîngeh qedandiye. Ji ber sedemên siyasî tenê kariye demeke kurt mamostetiyê bike. Hê dema lîse dixwend ku wê demê 17 salî bû, ji ber kirina gerînendetiya rojnameya Roja Welat, ceza xwar û sê salan di girtîgehê de ma. Heta 1985´an gelek caran hat girtin. Piþtre Bakur terikand û çend salekî li Rojhilata Navîn ma. Wê demê ne bi zimanê xwe yê dayikê zazakî û ne jî bi kurmancî dizanî. Li wir dest bi fêrbûna zazakî û kurmacî kir. Erebî jî li wir fêr bû. Sala 1988’an vegeriya Stenbolê û weþanxaneya bi navê Firat-Dîcle vekir. Kovara Vatan Guneþi ya mehane deranî. Piþtî 6 mehan careke din hat girtin û dîsa nêzîkî sê salan di girtîgehê de ma. Piþtî serbestberdanê karê xwe yê weþangeriyê dewam kir. Ji sala 1994´an ve li Swîsreyê dijî û wekî pîþe jî di saziyeke fermî de karê arþîvê dike. Berhevkirina arþîva kurdan û dîjîtalkirina wê jî ji ciwaniya xwe ve bê rawestan dom dike. Berhemên ku dîjîtal dike li ser malpera www.arsivakurd.org de diweþîne.
***
REKLAM:
Ji bo her cure bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...