Sido: 'Hiqûqa Þerîetê anîn Efrînê'
Diyarname
Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê De ku navenda wê li Almanyayê got ku piþtî TSK'ê (Hêzên Artêþa Tirk) û Artêþa Azad a Sûriyê Efrîn girt bin kontrola xwe erebên ku îslamîstên radîkal in li wê derê bi cih kirine, hiqûqa þerîetê anîne û her wiha agahî ji 7 hezar kurdan nayê girtin.
Artêþa Tirk û çeteyên ku ji wan re Artêþa Azad a Sûriyê tê gotin îsal êrîþê Efrînê kiribû û ew der dagir kirin. Li ser Efrînê Pisporê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê De Kemal Sido ji bo DW axiviye. Sido ku ew bi xwe jî kurd e gelek agahiyên balkêþ dane DW. Vane agahiyên ku Sido dane:
- Hemû tabela û nivîsên bi kurdî ji Efrînê hatine rakirin, tê gotin ku li dibistanan di serdema nû de dê êdî kurdî nîn be.
- Di nîveka yekemîn a meha tîrmehê de 120 silam hatine revandin, 7 kes hatine kuþtin, 10 þêlandin çêbûne, êrîþa 27 ciha hatiye kirin, ev yek hemû hatine belgekirin. Ev tenê aliyek meseleyê ku tê dîtn. Aliyê din ev e ji 18'ê adara 2018'an ku Artêþa Tirk ket Efrînê li wir heta niha herî hindik 3 hezar kurd hatine revandin, ji 7 hezar kesî jî agahî nayê girtin.
- Efrîn ku demekê bajarek vekirî û lîberal bû niha îslamîstên radîkal ên ereb hatine bi cih kirin. Hiqûqa þerîetê bi cih kirine. Êdî li bajêr dîmena mêrên rîdirêj û jinên girtî serdest e. Jinên servekirî êdî newêrin derkevin kuçeyan, ji bo êzîdî û elewiyan êdî cihê jiyanê nemaye.