Rûdawê fotoyê Celadet Elî Bedirxan guhart!
Diyarname
Tora medyayê Rûdaw her roj bi dehan nûçeyan diweþîne û li gor xwe xizmeta kurdî dike. Her çiqas aliyê wê yê siyasî û alîgiriya wî ya siyaset hebe jî em wê aliyê didin aliyek û aliyê wan ê weþandina nûçeyên bi kurdî derdixin pêþ. Rûdaw di salvegera wefata kesên girîng ê civaka kurd de jî nûçeyan li ser wan çêdike. Rûdawê îro jî wisa kir û di 67'emîn salvegera wefata Mîr Celadet Elî Bedirxan de nûçeyek li ser wî çêkir û di malpera xwe de weþand. Her çiqas di nûçeyê de agahiyên nû nîn bin jî tiþtek muhîm bû ku Rûdawê nûçeyek wisa amade kir û weþand. Lê wisa tiþtek kir ku dîroka kurdan guherand: Di nûçeyê de ji dêvla wêneyê Celadet Elî Bedirxan wêneyê Mîqdad Bedirxan wekî ku wêneyê Celadet Bedirxan bû weþand û binê wêneyê de jî nivîsî "Mîr Celadet Alî Bedirxan". Wisa nekira baþ bû, lê ji ber ku em dizanin xeta weþanê ya Rûdawê geh virde, geh wirde ye em vê wekî tiþtek normal dibînin.
Ha, Celadet Elî Bedirxan kesek nenaskirî ba, me yê bigota xwe þaþ kirine, lê êdî zarokên biçûk jî Celadet Elî Bedirxan baþ nas dikin û wêneyên wî dinasin. Rûdaw çawa nas nake, em þaþ bûn loma me ev nûçe weþand.