'Dîwan'a Melayê Cizîrî bi wergerek nû derket
Diyarname
"Dîwan" a Melayê Cizîrî di nav wêjeya kurdî de þaheserek e. Heta niha gelek çapên vê dîwanê derketine. Bi zimanê wê yê orjînal, bi wergerên cuda... Dîwan heta niha ji bo tirkî hatibû wergerandin, þerha wê jî hatibû kirin. Lê niha wergerek nû hate kirin. Nivîskar Îlhamî Sîdar ev "Dîwan"a Melayê Civîzî ji bo tirkî wergerand û Dîwan hem bi kurdî, hem bi tirkî ji aliyê Weþanên Ayrinti ve li Tirkiyeyê hat weþandin.
Sîdar ku heta niha çend pirtûkên helbestan, çend roman hem bi kurdî, hem tirkî nivîsandine û weþandine û vê xebata xwe hê jî didomîne, niha bi xebatek nû, bi wergera Dîwan li pêþ xwendevanan e. Wergera dîwanê helbet gelek zehmet e û Sîdar dibêje di dema wergerê de gelek serê xwe pê êþandiye, carinan bê xew maye ji bo tenê çarînek wergerîne û di encamê de werger temam kiriye. Li gor gotina nivîskar Îlhamî Sîdar 5 salan ked daye vê xebatê û di mehên dawî de jî nêzî salek ligel edîtorên weþanxaneyên jî parçe bi parçe, yek bi yek li ser xebitîne û dîwan anîne asta weþandinê. Ew dibêje: "Me wisa kir ku xetayek biçûk jî têde nîn be."
Dîwan bi tirkî û kurdî, niha bi rêya Weþanên Ayrinti jî xwe gihand xwendevanan.
- Dîwan / Melayê Cizîrî / Wergera ji bo tirkî: Îlhamî Sîdar / Weþanên Ayrinti / 2018