Jiyana Ebdullah Goran
Amadekirin û ji farsî: Rizgar Elegez
a. Jîyannameya Ebdullah Goran (1906-1962):
Ebdullah Beg kurê Silêman Begê kurê Ebdullah Beg di sala 1906’an de li Helebçeyê hatiye dinyayê. Eslê wan xelqê bajarê Merîwanê ne, lê belê kalikên wî ji wir koç kirin, ji bo debar û jiyana xwe û malbata xwe çûne li Helebçeyê cîwar bûne. Wexta ku wî helbest nivîsî mexlasa “Goran” bikar anî. Ew mexlas navê yek ji êlên kurdan ên mezin e.
Di dema zarokatiya xwe de li cem bavê xwe, Silêman Beg ku wekî Silêman Begê katib navdar bû, Qur’an û kitêbên seretayî xwend. Piþtî wan, li hucreya mescida Paþa li Helebçeyê bû xwendekar. Ders û kitabên hucreyê ên wê demê pirraniya wan temam kir, lê belê wexta di sala 1919’an de Helebçe ji hêla îngîlîzan ve hat dagirkirin, neçar ji Helebçeyê koçî “Biyare” kirin, piþtî demekî dîsa vegeriyane Helebçeyê û di wê demê de bavê xwe jî ji dest da. Piþtî van, wî li dibistanên nû ên wê demê xwendina xwe dewam kir. Piþtî xelasbûna dewra navîn ji ber mirina birayê xwe neçar bi kurê xalê xwe, Ebdulvahid Nûrî re çû dibistana ilmîye a Kerkûkê.
Piþtî temam kirina perwerdeyê li nav karê perwerde û hîndekariyê þixulê dersdariyê peyda dike, li gelek gundên li dor û berê Helebçeyê wekî mamoste kar re mijûl dibe. Lê di sala 1937’an de bi karên wekî fenî û rêsazî re mijûl bû.
Ji sala 1942 heta 1944'an bi du dostên xwe re li rawestgeha radyoya þerq a nêzîkê bajarê Yafa li Filîstîn bi çalakiyên cur bi cur ên ferhengî re ket. Sala 1944 ji ber muþkilatên darayî ku ew tengezarî kiribûn du sal ket girtîgehê.
Piþtî ku ji zindanê azad bû di sala 1952’yan de dizivire Silêmanî wekî serkarê rojnameya “Jîn” dikeve nav kar.
Malbata “Pîremêrd” ku piþtî mirina “ Pîrmêrd” ew þaire xwedî îmtîyaza rojnameya Jîn, ji ber ramanên Marksîstî û fikrên azadîxwaziyê di sala 1954'an de ji wî lêborîn xwestin û ji dewam kirina kar bi wî re jê vedikiþin. Ji ber çalakiyên siyasî û rewþenbîriya wî di heman sala 1954’an de tê girtin û li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Kut, Be’qûbe (Diyala) û Nugire Selman zindan dibe.
Di sala 1956’an de ji zindanê azad dibe û demekî li Bexdayê bi dewam kirina çalakiyên xwe ên siyasî re dikeve.
Li Zanîngeha Bexdayê dersê dide
Dîsa di heman salê de careke din tê girtin û dadgeha Kerkûkê wî ji bo sê salan mehkûmê hepsê dike. Piþtî derbeya leþkerî a sala 1957'an bi girtiyên siyasî ên din ve ji zindanê azad dibe û bi rêzdarî û pêþwazî vedigere Silêmaniyê. Li Silêmaniyê li kovara “Þefeq” ku ji Kerkûk vediguhêzîne Silêmanîyê bi navê “Beyan” (berbang) diweþe li wir dikeve kar. Di heman salan de bi heyetên fermî ên Iraqê de diçe welatên wekî Rusya, Çîn û Koreya Bakûr sefer dike û li wan welatan hevdîtinan dike.
Di sala 1960'î de wekî Mamostayê Edebiyata Kurdî li Zankoya Edebiyata Kurdî a Zanîngeha Bexdayê dersê dide û ber de jî li rojnameya “Azadî” wekî endamê ji konseya nivîskaran bi çalakiyên edebî û sîyasî re dikeve. Sala 1962'yan bi penceþêra mîdeyê du çar dibe û wî ji bo derman kirinê diþînin Moskovê. Li Moskovê ji bo xebat û çalakiyên nav komîsyona Kurdolojîyê beþa Rojhilatnasîyê Akademîya Zanistên Kevnare a Petersbûrgê, pêþnîyar lê tên kirin lê belê ji ber giranbûna nexweþiya xwe, ji wê xebata wê komîsyonê dest dikiþîne û vedigere Silêmaniyê.
Piþtî zivirîna ji Moskovê, demekî li Bexdayê dimîne, piþtî wextekî vedigere Silêmaniyê. di sala 1962’yan de canê xwe li vir teslîm dike bi diyarê baqî diçe.
Ew xala werçerxê û xîmavêjê helbesta nû a kurdî ye
Goran divê ji gewretirîn û bandorkartirîn helbestkarên kurd ên li Baþûr were zanîn. Goran xala werçerxê û xîmavêjê helbesta nû a kurdî ye. Wî ji peyreviya helbesta gelêrî a kurdî bi gotina helbestên kîteyî ket. Ev tevgera Goran di qada wêjeyî de ew rojgar e ku wekî helbesta erûzî bû, þoreþ pêk anî; her çiqas mîna destpêka helbesta nû di wêjeya farisî de bi dijberiyeke tundgîr rû bir û nebûbe jî. Sedema wan jî hebûna þêwazî a di edebiyata rabirdûya kurdî de bû ku Goran xwe li wan hevahengî dikir. Di helbesta kîteyî, kafîyeyî û wezn de helbesta wî jê girîngîyeke foqolade digre; Goran jî heman rewþ di nû kirina helbestê de bi kar anî û tenê piþtî wî bû ku helbesta spî a kurdî dest pê kir.
b. Berhem û Helbestkarîya Ebdullah Goran:
Helbesta kurdî a nû dema destpêkê dîrek ji helbesta cîhanê bi taybetî helbesta nû û herkên wekî sîmbolîzm ku zêdetir li Fransa pêþ ketibû bi wan re temasê de nebû lê belê jêbandorgirtina helbesta kurdî a li dema Dewleta Osmaniyan de mîna helbesta tirkî a wê demê rewþenbîr û edîbên ku ji Dewleta Osmanî diçûne Ewropa û piþtî geþepêdana wekî Islehet û Tanzîmat wekî gelek tiþtan, edebiyata fransî bi wergêr û fêrbûna zimanê fransî li wir jî bi baldarî hat pêþwazî kirin. Bi wergêr û transfera çandî, wêje ji formên berê tam qut dibû. Ew form, ew þoreþa di wêjeyê de li Ewropa û bi xusûs þairên wekî Charles Baudelaire, Arthur Rimbaud, yan jî Rilke di helbestê de form û þêwazên berê red kirin û helbestê de serbestiya herka îmgeyan bikar anîn, sîmbol yanî îmajên temasên ontaolojîk bi helbestê rîtmeke navxwe û þayesandinên berfireh kirin. Ev rewþ dema bi çandên din hate veguhastin bi muxalefeta edebiyata klasîk rû bi rû dima. Ev rewþ ne tenê xasî edebiyata kurdî bû, edebiyata farisî, erebî û tirkî jî nava gengeþiyên wêjeyî de hin qonax bihurandin. Û wejeya kurdî her ji wêjeya van neteweyên ku wan re dijiyan jî bandorên edebî û rûdanên siyasî jî digirt.
Helbestên wekî 5+5=10 nivîsîn
Bi þêwaza nû a salên 30'yan ên qurneya 20'emîn de Þêx Nûrî Þêx Salih (1896-1958) helbestên kurdî dinvîsî jî, salên 40'an de ji hêla Ebdullah Silêman bi nasraw Goran (1906-1962) êdî helbesta nû a kurdî diketa qonaxeke taze.
Goran helbestên xwe bi wezna kîteyî û þêwazên folklorîkên kurdî wekî (5+5=10) nivîsî. Her wiha Goran ev wekî “wezna millî” bi nav dikir ku bi taybetîya zimanê kurdî re nêzîk didît. Ji ber ku zimanê kurdî beriya ku wekî wêje û huner bê bikaranîn bi “wezna erûzî”, wezna kîteyî di helbest û beytên ayînî de yên wekî “Merîfet û Pîrî Þalyar” û metnên “Yaresan” di folklora dengbêjîyên gelêrî de û heta di qurneya 18'emîn de di devoka hawramî de tecrube kiribû.
Ev rûdana helbesta nû a kurdî ji geþepêdanê wê heyamê yên li cîhanê û bi taybet li erdnîgarîya kurdan jî ku rû dida, kêþeyên siyasî, civakî, fikrî ku bi miletên din re jî nava temasekî de bûn, ew helbest jî divê bi rewþa dîrokî û siyasî re jî bê fehm kirin. Jixwe Goran û kesên rewþenbîrên wê demê di nava hewldan û gengeþiyên ramanî ên wê demê de ne.
Li Silêmanîyê wê demê xebatên rewþenbîrî, siyasî, wêjeyî zor hene û weþanên kovar û rojnameyan jî her der diçûn, wekî “Yadgarî Lawan”, “Diyarî Lawan” di nava salên 1933-34 bi rêveberiya Tewfîq Wehbî bi kesên rewþenbîrên wekî Îbrahîm Ehmed, Reþîd Necîb, Þakir Fetah, Ebdullah Silêman (Goran), … û yên din jî hebûn ev nifþê pêþîn bû. Xebatên wan ên pêþîn di nava salên 1935, 1939, 1945, 1950 çap bûn. Helbestên nû ên Goran bi navê “Bihuþt û Yadgar” diçe heta sala 1950. Piþtî wan jî nifþekî þairan ê din çêdibe.
Di sala 1980’î de Mihemed Mela Kerîm Helbestên Goran kom dike û amadeyî çapê dike li Bexadayê diweþîne.
Berhemê Goran;
Beheþt û Yadgar, (1950),
Firmêsk û Huner,
Sirûþt û Derûn,
Lawik û Peyam,
Dîwanî Goran,
Þi’ir Bo Minal,
Di vê kurtenivîsê de me tenê behsa navê Helbestkarekî gewre kir, lê bo behsa berhemên wî divê pêdeçûnên edebî û hunerî pêk werin. Yalê din ve di zemanê Goran de heyameke xurt a wêjeyî heye û navê gelek rewþenbîr û edîbên mezin jî divê nava bergeha edebî de were nirxandin û fehm kirin. Wekî Ebdullah Zîver, Ehmed Muxtar Begê Caf lê beriya wan Hecî Tewfîq Beg (Pêremêrd) ku nava dewleta Osmanî de siyasetmedar, rewþenbîrekî mezin bû dema ew ji Stenbolê vedigere Silêmanî gelek tecrubeyên ji heyama temasa Ewropa û cîhanî jî xwe re tîne tê. Û nifþekî heyama navîn piþtî salên 60-70'yî jî digîhîje yên wekî; Ebdullah Peþêw, Þêrko Bêkes, Letîf Helmet, Refîq Sabîr, Ferhad (Enwer), Enwer Þaklî, Ehmed Þaklî, û yên din.
Her yek ji wan di edebiyata kurdî de xwediyê bergehên firawan in.
Not:
1- Beþa vê metnê a pêþîn ji nav pirtûka bi navê “Þo’erayê Namdarê Kord” ( Helbestkarên Navdar ên Kurd) a Fexreddîn Amîdîyan hatiye wergerandin. Weþanên Ana, 1391, Tehran.(r.124-126). Kêmasî di vê wergerê de hebe ew qusûra min e.(r.e)
2- Ev beþa duyem a vê metnê zêdetir agahiyan ji vê pirtûkê sûd werdigire; “Seraxazê Þir’rê noê Kordî ve Tehvîlatê Formhayî’an” (Destpêka Helbesta nû a Kurdî û Guherîna Formên Wan), Enwer M’erîfet, Weþanên: Gotar, 1393, Seqiz.