Li ber Dîwarê Girî xwe tazî kir
Diyarname
Modela belçîkî Marisa Papen li Tel Avîv û Qudsê tazî wêne kiþandin û got: "Min xwest zor bidim sînorên ol û siyasetê."
Modela Belçîkî Marisa Papen bi vê çalakiya xwe navdar e. Wê berê li Perestgeha Karnak a li Luksora Misrê xwe tazî kiribû û wêne kiþandibû. Ji ber vê yekê hatibû binçavkirin. Papen vê carê li ber Dîwarê Girî yê li Qudsê ku ji bo cihuyan dîwarek pîroz e xwe tazî kir û wêne kiþand. Wênegir Mathias Lambrecht wêneyên wê kiþandin. Papen di çarçoveya 70'yemîn pîrozbahiyên avakirna Îsraîlê de li wir bû û ev çalakî pêk anî. Modela 26 salî sê rojan li Tel Avîv û Qudsê wêneyên wisa kiþandin û got: "Min xwest zor bidim sînorên ol û siyasetê."
Papen nizane bandorek çawa dê li cihûyan bike lê wisa dibêje: "Ez dizanim dê dehf bide mirovan lê armanceke min a xirab nîn e. Quds bajarek e ku çand ketine nava hev. Min xwest nîþan bidim ku kî çi dixwaze bila bi wê bawer bike."
Ev wêneyên wê dê pêþangeha wênegir Mathias Lamrecht de cih bigirin. Navê pêþangehê jî "Rêya rizgariyê" lê kirine.