Nameyên Saint-Exupery hatin firotin
Diyarname
Nivîskarê fransiz Antoine de Saint-Exupery di dema þer de bû ji bo hezkiriya xwe name nivîsand û þandin. Niha ev name ligel 49 tiþtên din wekî destxetên wî di mezatê de hatin firotin. Mezatd li li Mezatxaneya Artcurial a li Parîsê li dar ket. Ev berhemên nivÎskar bi 240 hezar û 500 Euro hatin firotin.
Nivîskar Antoine de Saint-Exupery di Þerê Cîhanê yê 2'yemîn de ligel balafirê xwe winda bû. Ev nameya ji 11 rûpelî pêkhatî ku niha hatiye firotin tê texmînkirin ku berî vê windabûna wî, nameya wî ya dawî ye ku ji bo hezkiriya xwe þandiye.
Nivîskar Antoine de Saint-Exupery 29'ê pûþpera 1900'î de hatiye dinê û di 31'ê tîrmeha 1944'an de miriye. Di jiyana xwe de wî gelek pirtûk nivîsandine lê ya herî zêde tê zanîn "Mîrzeyê Biçûk" e. Ev pirtûk kurdî jî di nav de ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin. Li TÝrkiyeyê Weþanên Avesta kurdiya vê bi navê "Mîrzeyê Biçûk" weþandibû.