Li Sirûcê pênc kes mirin (Hat nûkirin)
Diyarname
Li Sirûca Rihayê esnafan bertek nîþanî berendamê AKP'ê da û AKP'yiyan jîi esnaf gulebaran kirin. Di bûyerê de 4 jê HDP'yî, yek AKP'yî pênc kes mirin.
Berendamê mebûsiyê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ligel kesên li cem ji bo hilbijartinê diçin dikanên esnafan ku beþek jê HDP'yî ne. Li wir deng ji bo AKP'ê dixwazin, ew jî dibêjin em deng nedin we ji vir herin. Piþtî nîqaþan AKP'yî dikanê gulebaran dikin. Kurê Haci Esvet Þenyaþar ê bi navê Celal Þenyaþar li cihê bûyerê dimire û birayê wî Adil Þenyaþar jî radikin nexweþxaneyê. Li gor agahiyê xebatkarên nexweþxaneyê Haci Esvet Þenyaþar li nexweþxaneyê bi lînckirinê, Mehmet Þenyaþar jî bi tûpa oksîjenê li serê wî dixin û dikujin. Bi vî awayî 3 HDP'yî têne kuþtin.
Birê Îbrahîm Halîl Yildiz ê bi navê Mehmet Alî Yildiz ku ew jî birîndar bûbû li nexweþxaneyê dimire. Tê gotin ku parêzvanê wî jî li nexweþxaneyê dimire. Bi vî awayî hejmara kesên mirine derdikeve 5'an.
HDP'ê 2 roj þîn danî
Piþtî bûyerê HDP'ê banga aramiyê kir û dûre ji bo 2 rojan li Sirûcê þîn danî. 2 roj dê þîn bidome û li navçeyê xebata hilbijartinê neyê kirin.
Li Meletî û Kocaelî êrîþê HDP'yiyan hat kirin
Di vê navberê de li Hekîmhana Meleti û li Degirmendereya Kocaelî di dema xebata hilbijartinê de êrîþê HDP'yiyan hat kirin û 6 HDP'yî birîndar bûn. Berendamê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu got ku bi çovan êrîþê standê wan ê hilbijartinê hatiye kirin û di êrîþê de lingê Serokê HDP'ya Kocaelî Þehabettin Iþik þikiyaye.
Diyarname - Ajansa Mezopotamya