'Kurdên Tokyoyê' û yên din hatin
Cemil Oguz
Documentarist carek din hat ligel bi dehan belgefîlman. Yek jê jî "Kurdên Tokyoyê" ye.
Rojên Belgefîlman a Stenbolê bi kurtenavê xwe "Documentarist" îsal 11'emîn car dê li dar bikeve. Documentarist 9'ê mehê dest pê dike û heta 14'ê mehê dê bidome.
Documentarist ji aliyê komek hezkirên belgefîlman ve ev 11'emîn sal e tê li darxistin. Îsal jî ji gelek welatan û helbet ji Tirkiyeyê belgefîlmên cur bi cur têne pêþkêþ kirin. Li dor 40 belgefîlm di bin beþên cuda de hefteyek li benda temaþevanan in. Li ser têkoþîna gelan, li ser mafên mirovan, li ser xwezayê, gelek belgefîlmên cur bi cur amade ne. Di nav van belgefîlman de gelek hene ku derdikevin pêþ.
'Kurdên Tokyoyê'
Yek ji wan belgefîlmên ku derdikeve pêþ jî belgefîlmê bi navê "Kurdên Tokyoyê" (derhêner Fumiari Hyuga) ye. Kurd û Tokyo? Çi eleqe? Kurd ku, Tokyo ku? Kurdên ku li gelek welatan hene li Tokyoyê jî hene. Belgefilmê navborî jî li ser van kurdan hatiye kiþandin. Belgefîlmê ku îsal temam bûye û li Tirkiyeyê yekemîn car tê nîþandayîn. Lehengê belgefîlm Ozan dema 6 saliye ligel malbata xwe ji bo jiyaneke baþtir ji Tirkiyeyê diçin Tokyayê. Ew niha êdî ciwan e lê ew kesek e ji derveyî civakê tê hiþtin û xwe wekî kesek bêhêvî hîs dike. Ligel statuya "Biyanî" ew niha dike ku li nav sektora þahiyan þopek bihêle. Bi vî belgefîlmê 20 deqîqeyî parçeyek mirov ji kurdên Tokyayê hay jê dibe. (Rojên nîþandayînê: 10 pûþher, 14.00, AG - 12 pûþper, 15.00, KS)
Efsaneyê Yaþar Kemal
Yek ji belgefîlmên derhênerên kurd jî "Efsaneya Yaþar Kemal" e ku derhêner Aydin Orak kiþandiye. Di fîlm de çîroka romanivîskarê navdar Yaþar Kemal tê ser ziman. Fîlmê 113 deqîqeyî berî vê di hin festîvalên din ên Tirkiyeyê de hatibû niþandayîn. (Roja nîþandayînê: 12 puþper, 19.00, MO)
Belgefîlmê Taylan Mintaþ ê bi navê "Biratiya Bêdengiyê" ku li gelek festîvalan hat nîþandayîn û eleqe dît niha carek din vê carê bi rêya Documentarist derdikeve pêþberî temaþevanan.
Belgefîlmê "Ev/Mal" (Derhêner Felat Erkozan) ku li ser xaltiya Rana ku ev 20 sal in li Sûrê dijî û naxwaze mala xwe terk bike hatiye kiþandin.
Belgefîlmê "Di bîra min de ye" (derhêner Soner Akalin) jî li ser diyaloga hevalên zarokatiyê hatiye sazkirin. Yek ji wan çûye Fransayê bûye penaber ê din li vir bi telefonê pêre xeber dide û vê xeberdanê tomar dike.
Hurmet ji bo Sabike Kaya
Sabite Kaya derhênereke kurd bû. Piþtî kiþandina hin kurtefîlm û belgefîlman di sala 2014'an de ji bo Hevþaredariya Gimgimê hat hilbijartin lê ew jî wekî þaredarên din ên kurd bêsedem hat girtin û hê jî girtiye. Documentarist ji bo bibîranîna Sabite Kaya fîlmê wê "Bedensiz Ruhlar / Rihên Bêbeden" ku 59 deqîqeye nîþan dide.
Filistîn û 68
Di vê Documentaristê de du mijarên bingehîn hene yek jê Filistîn e ku 5 belgefîlmên li ser Filistînê têne nîþandayîn. Ya din jî 50 saliya serdema ciwanên 68'an e. Di vê çarçoveyê de jî 3 belgefîlmên welatên cur bi cur têne nîþandayîn. Di nav van de "Devrimci Gençlik Koprusu" (derhêner Bahriye Kabadayi) li ser ciwanên þoreþ ên çepgir e ku ji Stenbolê diçin Zapê û li wir pir çêdikin.
Ya din li ser
Belgefîlmê "Haziran Kalkiþmasi / June Turmoil / Serhildana Pûþperê" li ser çîroka xwendekarên ku di pûþpera 1968'an de li Belgradê rabûne ser piyan hatiye kiþandin.
Belgefîlmê din ku di vê çarçoveye de dê bê nîþandayîn jî "In the Intense Now /Di nav xurtiya niha de" jî li ser salên 1966'an ên Çînê hatiye kiþandin.
Ev û gelek belgefîlmên din di çarçoveya Documentarist de li cihên wekî Aynali Geçit, Kadikoy Sinemasi, Yapi Kredi Kultur Sanat. Odeya Mîmaran, Navenda Çanda Fransiz bêne nîþandayîn.
Di çarçoveya Documentarist de ji bilî nîþandayîna belgefîlman xebatên atolyeyan, gotûbêj û nîqaþ jî hene.
Ji bo agahiyên zêdetir:
www.documentarist.org