Nivîskaran 'Seher'a bi kurdî îmze kirin
Diyarname
Îro li Amedê çalakiya îmzekirina pirtûka Selahattin Demîrtaþ "Seher" hebû. Di çalakiyê de herî zêde Seher a wergera kurdî hat îmzekirin.
Li Amedê Morpheus Kitap Evi û Bezgin Bekir Kulturê bi hev re çalakiya îmzekirina pirtûka Selahattin Demirtaþ "Seher" a bi tirkî û kurdî li dar xist. Çalakî li Bezgin Bekir Kultur ku li ser Kolana Mahabadê (Kolana 75'an) ye li dar ket. Mebûsê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Rêdûr Dîjle ku "Seher" wergerandiye kurdî, nivîskar Rênas Jiyan, Sîdar Jîr, Hîcrî Îzgoren, Ozgur Amed û Yuksel Genç amade bûn. Onder ji bo axaftinê, nivîskarên din jî ji bo îmzekirina pirtûk li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de herî zêde Seher a bi kurdî eleqe dît û hat îmzekirin.
Seher ku pêþî bi tirkî derketibû bi ser 200 hezar hebî de hatibû firotin. Kurdiya wê jî ji aliyê Weþananên Aramê ve hat derxistin.
Onder pêþî peyama Demîrtaþ xwend: "Ez sipasiya hemû nivîskar û dostên wêjeyê, kesên beþdar û hemû kesên keda wan ketine wir dikim û silavên xwe diþînim. Xwezî min karibiya pirtûk bi zimanê xwe yê zikmakî biweþanda, min bi kurdî binivîsanda. Ji bo vê yekê divê ez zêdetir hewl bidim xwe. Lê dîsa jî ji ber wergera wî ya xweþ ez ji bo Rêdûr Dîjle sipasiya xwe diþînim. Ez sipasiya xwe ji bo Weþanxaneya Min Aramê, Morpheus Kitap Evi, Bezgin Bekir Kultur ku ev çalakî li dar xistine û zarokên ku dê dahatûya ji vê pirtûkê ji wan re dê biçe dikim. Rojek emê bi hev re rojên îmzeyê li dar bixin, heta wê demê ez gelek silav û hurmetên xwe diþînim."
Piþtî xwendina peyamê Onder axivî û got: "Ligel hêja Serok Selahattin me berxwedan û têkoþîn parve kiribû. ME piranî jî jiyan, çand, muzîk û wêje ligel hev parve kir.Bi hev re li þaneþînê me li rojhilatê temaþe kir û çay vexwar. Di pêþerojek gelek nêz de bi vê coþ û bibiryardarî emê bi govendan pêþwazî li Serok Demîrtaþ û hemû girtiyan bikin. Piþtgirî li hemberî faþîçmê çeka herî bi bandor e ku li hemberî faþîzmê hatiye îcatkirin."
Ji MA'yê hatiye girtin
***
- Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der