D&R'ê sansur danî ser pirtûkan
Diyarname
Koma Dogan kurtedemek berê pirtûkfiroþê xwe D&R firot Koma Turkuaz ku ev kom nêzî hikumetê ye. Piþtî ku Turkuazê dewr kir dest pê kir hin pirtûk ji holê rakin. Li ser vê yekê Serokê Yekîtiya Weþangerên Tirkiyeyê (TYB) Kenan Kocaturk ji ser twittera xwe re wisa nivîsî: "Piþtî D&R firotin Koma Turkuazê gotibûn ku dê pircureyiya çandî bê parastin lê îro pirtûka Turan Dursun "Dîn bû" (Ol ev e) ji refan rakirin û danîne depoyê."
Her wiha Kocaturk nivîsî ku pirtûka Ahmet Sever "Ýçimden Kalmasin" (rojnameger Sever demek þêwirmendiya Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul kiribû û pirtûk li ser
ê demê nivîsiye) jî ji ber çav rakirine û cihê nayê dîtin danîne.
Piþtî ev parvekirinên Kocaturk Weþanên Tekîn jî lê zêde kir: "Pirtûkên Îbrahîm Kaboglu, Zeynep Altiok û Orhan Gokmedîr ligel ku di meha avnêlê de derketin ligel hemû hewldanên me jî D&R'yê ew negirtine mexazeyên xwe."
D&R di sala 1996'an re hatiye vekirin. D&R'yê bi gelek cure pirtûk belav dikir lê heta niha cih nedaye yên kurdan. Niha ku D&R'yê dest guhart rewþt xirabtir bûye.