Adil Mûrad wefat kir
NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad ku yek ji damezrînerên YNK’ê bû îro saet 10:15’an de li Nexweþxaneya Almanya ku dihat dermankirin, di 69 saliya xwe de wefat kir.
Adil Mûrad di 11’ê Kanûna 1949’an de li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala jidayik bû û beþa Kîmya li Zanîngeha Bexda temam kir. Ji temenê 16 saliyê ve dest bi siyasetê kiriye û di sala 1975’an de wekî yek ji damêzrînerên YNK’ê di nav Yekîtî de cih girt.