Husson: Têkoþîna jinên di vî filmî de bo hemû jinên cihanê wê bibe mînak
Hevpeyvîn : ALÎ GULER / CANNES
Derhênera filmê “Keçên Rojê” Eva Husson, bal kiþand ser têkoþîna jinên kurd a li dijî DAIÞ´ê û got, “Jin bi perspektîfên Ocalan, civakek nû diafirînin.” Eva Husson, bi xwe derhênereke fransî ye. Lê koka malbata wê ji Spanyayê ye. Kalikên wê di þerê navxweyî yê Spanyayê de li dijî Franco þer kirine. Li Parisê dijî. Husson, heta niha ji bilî çend kurtefilman, 2 filmên metraj direj kiþandine. Filmê wê ya yekem a metraj dirêj, “Bang Gang” e. Ev film, li Toronto û çendin festîvalên navneteweyî yê din de xelat wergirtine. Derhênera jin, bi vê filmê navê xwe li cihana sînemayê da nasîn. Filmê metraj dirêj ê duyem jî li ser mijara tûkoþîn û þerê jinên kurd a li dijî DAIÞ´ê ye. Film, li 71’mîn Festîvala Navneteweyî ya Cannesê ji bo xelata “Palmiyeya Zêrîn” di pêþbirkê de ye. Filmê “Keçên Rojê” roja þemiyê hat nîþandan û rastî eleqeyeke mezin hat. Film behsa êrîþên DAIÞ´ê, trajediya êzîdiyan û berxwedana jinên kurd dike. Derhênera jin Eva Husson, dibêje, wê dema çîrokan van jinan xwendiye, gelek tesîr lê bûye û biryara çêkirina filmekî bi vî rengî daye. Eva Husson bawer dike ku kaos û gengeþiya Rojhilata Navîn bi tekoþîna jinê wê çareser bibe. Ew vê jî di fikra Abdullah Ocalan de dibîne. Derhênera Fransî Eva Husso, li ser filmê “Keçên Rojê” û têkoþîna jinên kurd a li dijî DAIÞ´ê bersiva pirsên me dan.
Cenabê te ji kengî ve kurdan nas dike?
Ez ji mêj ve kurdan nas dikim. Lê eleqeya min bi pirsgirêka kurd ve ji sala 2014´an ve heye. Dema êrîþ û komkujî li Þengalê pêk hat, kurdan bêhtir bala min kiþand. Min jî li ser kurdan xwend û lêkolîn kir. Jixwe, ji sala 2016´an ve jî bi rêk û pêk çûm Kurdistanê.
Fikra filmê “Keçên “Rojê” çawa derket holê? Cenabê te çawa biryareke bi vî rengî wergirt?
Kalikê min kesekî komînîst bû. Ew di þerê navxeyî yê Spanyayê de esker bûye û li dijî faþîzmê þer kiriye. Birayê wî jî kesekî anarþîst bûye. Wan bi hev re li dijî Franco þer kiriye. Piþtre derbasî Fransayê bûne û di nava berxwedana Parîsê de cih girtine. Ez neviya partizanekî me ku li dijî faþîzma Franco þer kiriye. Ji bo wê jî, di xwîna min de dijberiya faþîzmê û berxwedan heye. Dema min serpêhatiya jinên çekdar û têkoþer xwend, bi rastî jî gelekî tesîr li min kir û bala min kiþand. Ji ber ku mijara Franco û ya niha li Rojhilata Navîn diqewime, wekî hev in. Min dema çîroka jinên kurdên berxwedêr xwend, biryara çêkirina fîlmekî wisa wergirt.
Çêkirina filmê çiqasî dewam kir?
Piþtî demeke direj a lêkolinê, ez 2016´an çûm Kurdistanê. Di serî de Maxmûr, ez li gelek deveran geriyam. Bi þervanên jin û mêr re min hevdîtin kirin. Rojnamegerên li heremê di nava þer de mabûn, min bi wan re hevpêyvîn kirin. Ji bilî van kesan bi gelek kes û der û doran re min hevdîtin kirin. Ez bi wan kesan re peyivîn ku jinên êzîdî yên hatibûn revandin ji Reqa û Misûlê derbasî Kurdistanê dikirin. Piþtî lêkolînê û van hevdîtinan min dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Fîlm di 2017´an de hat kiþandin. Di serî de me xwest filmî li Kurdistanê bikiþînin. Lê ev talûkeyeke mezin bû. Min nexwest jiyana ew qas kesan bikim talûkeyê. Piþtre me plana duyemîn kir dewrê û em çûn Fasê, ew jî nebû. Herî dawî me li Gurcistanê cihê hevbeþ dît û me li wir fîlm kiþand.
Cenabê te, têkoþîna jînên kurd a li dijî DAIÞ´ê çawa dibîne?
Çong danayînin, teslîm nabin. Þer dikin û li ber xwe didin. Ev hemû bi xwe re serketin û azadiyê tînin. Ev jî hêz û moralê dide. Ev serketina jinên kurd e. Jixwe, min ev film jî ji ber vê sedemê çêkir. Ez di wê baweriyê de me ku têkoþîna jinên di vî filmî de, ji bo hemû jinên cihanê wê bibe mînak. Ji ber ku em di vî filmî de behsa hemû jinan dikin.
Ev filmê cenabê te ya metraj dirêj a duyem e. Gelek mijareke giran û bi rîsk e. Dema te biryar da tu vê filmî çêkî, qet tu netirsiyayî gelo?
Rast e, ji bo min gelekî bi tirs û rîsk bû. Hem di warê fikrî de hem jî di warê fizîkî de. Jixwe, ji ber vê mebestê demeke dirêj dewleta Fransayê ewlekarî da min. Li aliyê din, çûyîna Kurdistanê jî a Gurcistanê jî bi rîsk bû. Dema me girtina dîmenên filmî qedandin, li Gurcistanê teqîn çêbûn. Lê li gorî min qîmeta van tiþta tune. Ji ber ku heger tu di doza xwe de mafdar bî, rîsk ne tiþtek e. Jixwe, ji bo çêkirana filmekî wisa jî xwe dana ber rîskan ferz e.
Di film de jinên kurd ne tenê li dijî DAIÞ´ê, li dijî nihêrina mêrtiyê û feodalîtiyê jî têdikoþin...
Jin bi perspektîfa fikra Ocalan a Marksîst û femînîst, li dijî civaka paþverû û feodal þer dikin û dixwazin jiyaneke wekhev û civakeke nûjen biafirînin. Jin bi vê perspektîfê têdikoþin.
Gelo cenabê te qet meraq dike, jinên îro li Þengal û Rojava li dijî DAIÞ´ê þer dikin, derheqê film de wê çi bifikirin?
Jinên Þengalê hîna ev film neditîne. Ez bawer dikim, ew jin di vê filmî de wê perçeyekî rastiya xwe bibînin.
Derheqê film de rexne jî hene. Hinek derdor dibêjin, propaganda hatiye kirin. cenabê te derheqê van rexneyan de çi difikire?
Ev rexne bêeleqe ne. Bi niyeteke xirab tên kirin. Li aliyê din jî hinek kes jî di filmê de digiriyan. Her kes dizane ku di film de propaganda tune. Navê tu rêxistinekê jî di film de nehatiye nîþandan. Ji ber vê, rêxneyên van kesan bê mane ne. Heta van rexneyan, ez li dijî jinê dibînim. Min tenê behsa mijar û rastiyekê kir. Ji bo were fêmkirin jî hinek termonolojiya Marksîzmê min bi kar anî. Ev rastiya kesên li wir e. Ez nikarim vê rastiyê biguherînim.
Film, filmekî jinane ye. Mijara wê jî bi heman rengî ye. Li gorî ew xelatek bidin filmê cenabê te?
Tîma film hemû jin nîn in. Em bi hevalên mêr ê di filmê de kar kirine, neheqiyê mekin. Ev film, bi xebateke kolektîf hatiye çêkirin. Lê ez hevî dikim ku di festîvalê de em xelatekê wergirin.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin