Wêneyê rojê: Piþtî 27 rojan li ber Minareya Çarling
Diyarname
Tuna Beklevîç siyasetmedarekî tirk e. Di sala 1977'an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Bîlgî Beþa Aborî xwendiye (2002), li DYA'yê Washington International Flight Academiy (2016) xwendiye. Bi kurtahî ew aborîzan, pîlot, cotkar û aktîvîst e. Beklevîçî meha borî "Meþa Aþtiyê" ji Enqereyê da dest pê kirin û heta Amedê dom kir. Di 27 rojan de hezar kîlometre li dû xwe hiþt û gihîþt Amedê.
Beklevîç bi meþê armanc dikir ku aþtiyê di navbera tirk û kurdan de çêbike, daxwaza bidawîkirina OHAL'ê (Rewþa Awarte) kir. Beklîvîç li Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî da û meþa xwe bi dawî kir. Ev foto jî li wê derê hatiye kiþandin. Beklevîç li pêþ lê yên li dorê hemû polîs bûn û wî dema ev foto di twittera xwe de weþand wisa nivîsî. "Dema li ber Minareya Çarling ji bo foto kiþandinê ez gavek ber bi pêþ ve çûm dîwar li navbera Minareya Çarling û gel de hûnandin û nehiþtin gel di fotoyê de cih bigirin. Ez dîl bûn, gel dîl bû, minare yan ew, ez hê jî li ser difikirim. Bila yekþema we xweþ derbas bibe."
Em jî vê fotoyê digirin û wekî fotoya rojê pêþkêþî we dikin.