Di 'Dilop'ê de çapemenî û dîroka kurdan
Diyarname
Kovara kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 2'yan li pêþberî xwendevanên xwe ye. Di hejmara gulan-pûþpera 2018'an de dosya li ser 120 salên çapemeniya kurd hatiye amadekirin. Ji dîroka kurdan, meseleya Kerkûkê û di sedsala 19'an de hemalên kurd, dîsa nivîsa li ser Cemîlê Horo derdikevin pêþ.
120 salên çapemeniya kurdan
Dosyaya vê mehê li ser "Îmtîhana Çapemeniya Kurd a 120 salan" hatiye amadekirin. Nurcan Baysal, Seîd Veroj, Abdurrahman Gok di bin edîtoriya Vecdi Erbay de qala çîroka rojnamegeriya kurdan û rewþa îro kirine.
Nivîsên li ser dîrokê
Ji nivisên dîrokê Rohat Alakom û Mehmet Bayrak du nivîsên hêja bi tirkî nivîsîne. Rohat Alakom ketiye nav dîroka sedsala 18 û 19'an û nivîsa xwe li ser "Hemalên li Stenbolê" amade kiriye. Di nivîsê de qala çalakiya van hemalan jî tê kirine: "Li Stenbolê boykota malên Avusturyayê dest pê dike. Ev çalakiya ku îtîhatparêzan daye dest pê kirin hemalên kurd jî piþtgirî didin. Malên Avusturyayê li gumrikê dimînin, hemal mal bar nakin. Malên Avusturya yên li dikanan jî tên boykotkirin. Serekiya vê boykota hemalên kurd hemalekî bi navê Kurd Elî dike."
Mehmet Bayrak jî bi sernavê "Ji dîrokê heta niha bajarê ku nayê parvekirin: Kerkûk" nivîsiye. Bayrak qala nîqaþên li Lozanê dike, balê dikiþîne ser etnografya Misûlê û ev îstatîstîkên ku tirkan pêþkêþ kirine dide xwendevanan: "Li Senceqên Silêmanî, Kerkûk û Misûlê ku girêdayî Wîlayeta Misûlê ne ev reqem hene. 263 hezar û 830 kes kurd, 146 hezar û 960 kes tirk, 43 hezar û 210 kes ereb, 18 hezar êzîdî, 13 hezar ne misilman hene."
Zeynep Yaþ li ser "Wesiyeta Cemîlê Horo û dawaziya afirînê" nivîsiye û rûpelek bi ser de vekiriye.
Sê hepeyvîn hene
Bulent Ulus jî ligel lêkolîner û nivîskar Firat Bulut hevpeyvînek kiriye. Bulut dibêje "Yên ku dibêjin em ji Xorasanê hatine ew dîrokê nizanin." Di hevpevyîna din de jî Sevgi Yilmaz ligel Necmiye Alpay axiviye. Reþo Ronahî jî ligel Emerîkê Sidîqayê ku îsal di pêþbaziya Arjan Arî de bi ser ket axiviye.
Di rûpela "Teyr û tûr" ku Dûrzan Cîrano amade dike de li ser pepûk nivîs nivîsîne.
Hinên din ku ked dane
Ehmed Ronîar, Nevzat Onaran, Omer Leventoglu, Omer Dilsoz, Firat Cewerî, Okay Deprem, Muge Tuzcuoglu, Friedrich Engels (Bi wergera Îsmaîl Dindar), Dr. Erdal Sîpan, Bariþ Avþar bi nivîsên xwe; Mehmet Sanri (bi wergera Dawûd Rêbiwar), Weysel Tirpan, Mîna Acer, Þikoyê Hesen, Melayê Cizîrî, Tobias Roth (wergera ji almanê: Lerzan Jandil-Yildiz Çakar), Xecê Omerî, A. Bedîr jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.
Ji bo têkilî û xwestinê:
dilopdergisi@gmail.com