Paþila Þabûnê
Dilþêr Bêwar
Tîna tavê þikestibû. Ji mal derket, hêdî hêdî di pêpelûkên kendal re xwe berda xwarê. Þimik ji lingê xwe derxist. Pêþa dêriyê reþ ê bi gulên sor xemilî heta ser çokên xwe kiþand. Bi nav avê ket. Tûncika xwe a çend ta jê spî bû ji ber çavê xwe da alî. Eniya xwe da tavê, zarokatiya wê ket bîrê. Meþiya… Bû hirehira wê bi halê xwe keniya. Ji avê derket... Kevirên berhevkirî hêdî hêdî bi rûyê deryayê wer kir. Li ser kevirek rûniþt. Axîn kiþand. Ji paþila xwe cixareyek û heste derxist. Dûyê cixarê qirika wê þewitand...
Mûm pêxistin. Pirtûk û defterên bela wela dan hev. Þûþeyek þerab û qedehek danî ser maseya ber pacê. Xwelîdanka di dev re bû vala kir. Kolyeya li ser sêpaya çermîn girt bi serê tiliyan rûyê þehmaranê mist da. Kolye danî ser masê. Ji kompîdorê dengê kemanê li odê belav bû. Qedeha xwe dagirt li ser kursiyê çermîn rûniþt.
"Bajarê min ê di nav bêtonê de mabû li dû ma. Bavo di paceya balafirê de "coxrafiya" þarê xwe yê biçûk bi min dida nasîn. Ji balafirxaneyê bi texsiyek em çûn xwaringehek "doner"ê. Piþtî sparîþê lodek goþt li ber me danîn. Qey te digo ne goþt e lê helaw e li ser zimanê mirov dihele. Wexta min av vexwar xweber oxinî bi min ket. Bavo biþirî kaniya li meydanê þanî min da. "Ava te niha vexwar qasek berê ji wê kaniyê anîn..." Em li dolmîþa gund siwar bûn. Mîna ji welatek berê me ketibe welatek dîtir her tiþt diguherî. Qisedan, rengê qisedanê, sewta deng, xweza... Niha xweþ dizanim wexta behsa "welat" dibû çima çavên diya min a bêmiraz dibiriqîn. Ecêb e, bi saetan e destê min neçûye telefonê. Rê du saetan ajot ez û bavo ji hal ketibûn. Bi pêþwaziya lêziman re rûtirþiya bavo veguherî dilþadiyê. Ji tengezariyê dil dikir di devê min re derê. Çiqas wext bihurî nizam min xwe di nav ciyên li erdê raxistî de dît. Bi zerqa tavê re cara ewil þiyar dibûm. Bavo û pismamê ku hevsalê min e îskanên wan di dest de çay vedixwarin.
Piþtî hefteyek bi alikariya pismamê xwe bûm siwarek çê. Ro bi qasî du bejnan bilind bûbû. Min berê xwe da axpînê. Li axpînê golik, berxên virnî, mî û bizinên kulek, çend ker û hesp diçêriyan. Tûle dîsa xwe pevgirêdabû. Awir û bejn û bala wî ya çiyayî av bi devê min dixist. Li dora hespan diçû dihat. Kirê bezê hat min. Min çav li pismam kir. Bê erê na tewla hespan rakir. Xwe avêt ser piþta mihîna boz. Hefsarê hespê kumêt da destê min. Hesp rabûn çargavê. Tûle mihîn çem û çem hajot kûmêt da dû.
Cara ewil bû bê zîn li hespê siwar dibûm. Navbera çermê hesp û ranê min de taytê min ê tenik hebû. Nalîn bi min ket. Em û hesp di xwêdan û avê de kumêt bûbûn. Me hesp li ber golek dida bejna mirov tewl kir. Tûle þal û tîþortê xwe derxist. Yekser xwe kutî golê kir. Min ji pêþa dêreyê xwe kiþand jor qederek di nav avê de meþiyam. Li ser devê kendal tûþkanî rûniþtim. Her cara tûle xwe kutî avê dikir masî ji bin kevir û kendalan derdixist. Min masî li þirdanê xist. Ji avê derket li ser qûma bi xîç vezeliya, em ketin sohbetê. Çavê min li bedana wî bû. Ez keniyam xwe tovî serhev kir. Min zimanê xwe jê re deranî, biken dada kincê wî berev zinaran revîm. Li devê kaniya ji zinar diteqiya giha min lingê me þimitî em li ser hev tilorbûn. Min maçek ji lêvan revand...
Bi rêya whatsapê peyamek bi deng min þand. "Bavê Kidika xwe îþev ziyafet heye "þîrê þêr" ji qezê werîne." Li mal qasî sê seatan razam. Bi dengê dotmam xwe re þiyar bûm. Sifre hazir bû. Min rûyê bavê xwe ramûsa. Nehiþt herim ser û çavên xwe biþom li kêleka xwe ya çepê dam rûniþtin. Masiyên qelandî, selete, qefþek pîvazên teze, leymûn, kola li benda xwarina me bûn. Me hê pariyek nexwaribû bavo rabû ji sarincê du bîra anîn.
- Te çima eraq neanî? Bi ken li min vegeriya.
- Karikê dilê te heye me li qezeteyan bixî? Em hersê bi hev re keniyan. Rûniþt þûþeya bîrayê bi ser xwe ve kir. Bira ya nîvco da destê min, devê þûþeya din vekir...
Piþtî du mehan min li nexweþxanê "dergûþ" ji ber xwe girt. Operasyon bi problem derbas bûbû. Kî bi çi awayî bavê min haydar kiribû nizanim. Min hew dît bavê min bêdeng ket odê. Bi min re biþirî, eniya min maçî kir. Li halê min pirsî... Ji bêrika xwe kolyeya þahmaran li ser bû derxist kir stûyê min. Çenteyê bi xwe re anîbû kir çaviya dolabê. Hemþîre Þabûn û berdestî ketin odê. Bavo bêdeng ji odê derket."
Bi qurtek þerab qirika xwe þilkir. Bawiþk hatinê. Rabû ser xwe. Fîþê leptopê ji pirîzê kiþand. Rojnivîsk û deftera nîþeyan di nav refê pirtûkan de bi cî kir. Ber bi oda razanê ve meþiya.