Karl Marks rê nîþanî ajokar û peyayan dide
Diyarname
Avakarê sosyalîzma zanistî Karl Marks li welatê Trier a Almanyayê hatiye dinê. îsal 200'emîn salvegera bûyîna wî ye û niha vî bajarî ji bo vê 200'î salî xebatek balkêþ da dest pê kirin: Lembeyên trafîkê bi fîgurê Karl Marks hatin xemilandin. Dema lembe pêdikeve wêneyê Marks têde dixuye.
Þaredarê Trierê Wolfram Leibe got ku roja 5'ê gulana 2018'an ew dê 200'emîn rojbûna Karl Mark pîroz bikin û ev xebat jî di vê çarçoveyê de hatiye çêkirin.
Dema rengê sor pê dikeve Karl Marksê her du destê xwe bi du aliyan ve vekirine pêdikeve ku dibêje "Bisekinin". Dema kesk pê dikeve fîgurê Marks pirtûk li bin zendên wî li peyayan dinêre û dimeþe. Li ser pirtûk nivîs naxuye lê texmîn ew e ku pirtûkê di bin zendên wî de "Das Kapîtal" a Marks bi xwe ye.
Mark li Trierê hatiye dinê, heta 17 saliya xwe li wir jiyaye, qaþê ji bo xwendine çûye Bonnê, dûre derbasî Berlînê bûye.
Lembeyek din jî bi fîgurên Mark dê vebe ku ew nêzî mala wî ye. Lê ew ne niha, di dema rojbûna Marks de dê bê vekirin.