Dema Bolt dest bi fûtbolê bike
Diyarname
Rekortmenê dinyayê, atletê berê ê ji Jamaika Usain Bolt ligel tîma Almanyayê Borusia Dortmund dest bi antremanan kir.
Teknîk dîrektor Peter Stoger antreman bi rê ve bir. Antmerana ku Boltê 31 salî jî têde cih kir ji aliyê hezar û 400 temaþevanan ve hat temaþekirin
Bolt di forvetê de cih girt, bi lêdana serî li gogê û bi avêtina penaltiyê bala temaþevanan kiþand ser xwe.
Atletê jamaikayî Bolt ku par dest ji atletê berdabû nêzî saetek li antremanê ma û îmze da temaþevanan. Teknîk dîrektorê Dortmundê Stoger piþtî antremanê got ku eleqeya Bolt ji bo fûtbolê heye, li antremanê gelek kêfa wî li cih bû û wisa dom kir: "Bolt jîr e. Lê ger dixwaze di astek bilind de xwe bide qebûlkirin hê gelek tiþtên ku divê bike hene."
Boltî di dema atletiya xwe de 8 caran li Olîmpiyatê, 11 caran jî di þampiyoniya dinyayê de madelyaya zêrîn bi dest xistibû. Di 100 metreyî de bi 9.58 saniye, di 200 metreyî de jî bi 19.9 saniyeyan rekora dinyayê hê jî di destê Bolt de ye. Piþtî wî dest ji atletîzmê berdabû gotibû ku ku dixwaze fûtbolê bilîze.