Kurê Qedafî dibe berendam
Diyarname
Li Lîbyayê li bendê ne ku îsal hilbijartina Serokomarî li dar bikeve. Hat gotin ku kurê Muhammer Qedafî yê bi navê Seyfulîslam Qedafî dê bibe berendamê Serokomariyê. Parêzerê wî Xalid el-Guveyl got ku di civîna li Tûnûsê de bi awayekî fermî gav avêtiye. Guveyl dibêje ku Seyfulîslam dixwaze Lîbyayê rizgar bike û wê bîne asta wê ya berê ya di qada navneteweyî de.
Ew radigihîne ku Seyfulîslam dê li ser navê Eniya Rizgariya Gelê Libyayê bibe berendam ku jixwe rêberiya wê Seyfulîslam dike.
Di sala 2011'an dema tevlihevî li nav Lîbyayê li dar ket û Qedafî ji kar hat daxistin der barê Seyfulîslam de jî bi sedema li hemberî mirovahî sûc kiriye li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî doz hat vekirin û biryara tewqîfkirinê li ser heye. Ji ber vê yekê hiqûqnasên li Lîbyayê bi fikar in ku ew dikare bibe berendam yan na.
Li gor plana Neteweyên Yekbûyî îsal dê li Lîbyayê hilbijartin li dar bikeve.