Helbestên ji nav serdena derketine: Baranên Çilesrî
Diyarname
Nivîskar Çiya Mazî helbestên xwe yên piþtî salên 2000'î nivîsandine di pirtûka bi navê "Baranên Çilesrî" de pêþkêþî xwendevanan kir.
Çiya Mazî di sala 1960'î de li gundê Kufragê ya Þemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Mazî ku zêdetir bi çîrokên xwe li nav qada kurdî hatiye nasîn, ji bilî çîrokan helbest nivîsîne, werger kiriye, lêkolîn kiriye û di van waran de berhem gihandine ber destên xwendevanan. Û niha bi pirtûka xwe ya duyemîn a helbestan dîsa li pêþberî xwendevanan e. Pirtûka "Baranên Çilesrî" ku ji Weþanên Berbangê derketiye helbestên cur bi cur pêþkêþ dike. Çiya Mazî ligel nivîs û çîrokên xwe, berê ve helbest jî lê dikir. Her ku hest lê germ dibû, her ku bûyer li cihek diqewimî û wî ser pê diêþand pêre jî helbest lê dikir. Helbestên di vê pirtûkê de hatine weþandin jî bi vî rengî ne. Li ser Cizîr û Nisêbînê jî, li ser Kobanî jî helbestên ku wî nivîsandine têde cih girtine. Hestên ji bo "Çiyayê Miþtenûr"ê jî, yên ji bo Helebçeyê jî bûne helbest û têde cih girtine.
Çiya Mazî kî ye?
Çiya Mazî di sala 1960'î de li gundê Kufragê ya Þemrexa Mêrdînê hatiye dinê, 25 salan di Þaredariya Þemrexê û Îdareya Herêmî (Ozel Îdare) de kar kiriye û malniþîn bûye. Ji sala 1993'yan de bi kurdî dinivîse. Di rojnameyên wekî Azadiya Welat, O.Polîtîka, kovarên wekî Jiyana Rewþen, Tîroj û gelekên din e, di malperên wekî Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmedîa de nivîsiye. Çiya Mazî bi çîrokên de di gelek pêþbaziyan xelat jî girtine.
Berhemên wî ev in:
Kurteçîrok:
- Mistek Jiyan, 2003
- Mijarên Mîqro, 2009
- Bahol, 2011
- Peyarêk, 2013
Helbest:
Palûte, 2008
Baranên Çilesrî, 2017
Werger:
- Ahûzîn (pirtûka Muslum Yucel), 2008
Lêkolîn / Gotar
- Ferhenga Gotinên Pêþiyan, 2005
- Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê, 2014
- Ez çûm ku neçûm ku, 2015
- Baranên Çilesrî / Çiya Maçî / Weþanên Berbang / Sala Weþandinê: 2017 / 104 rûpel