Hollande: Yên îro li Efrînê êrîþ li ser wan e li dijî DAIÞ'ê þer kiribûn
Diyarname
Nûnerê Rojava yê li Fransayê îro ligel Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande hat ba hev. Piþtî hevdîtinê Hollande kurteagahiyek da û got ku îro çend xal hebûn ew li ser axivîn, mijara bingehî êrîþa dewleta tirk a li Efrînê bû. Hollande diyar kir ku yek tiþtên li ser axivîne girtina asîmanê ji bo firîna balafiran bû û got: "Wekî dê bê bîra we jî îro yên ku li Efrîþê êrîþ li ser wan tê kirin li dijî DAIÞ'ê þer kirine. Wan di heman demê de alîkariya Koalîsyonê kiribû, li Reqayê alîkariya ereban jî kiribûn. Di dema serokomariya min de, dema li Sûriye û Iraqê me têkoþîn dida em her ligel kurdan jî di têkiliyê de bûn. Hevdîtina me ya îro jî di van çarçoveyan de bû."
Paþê Îsa jî axivî û got ku di dema Kobanî de Fransa ji aliyê piþtgiriya hêzên navneteweyî de yek ji welatê pêþî bû ku ket nava tevgerê û em li bendê ne ku heman nêzîkbûnê ji bo Efrînê jî bînin cih.
Siyasetmedarên kurd: Li ber NATO û NY'ê kom bibin
Li aliyê din bi sedan rêveberên saziyên kurd, endamên saziyên sivîl û siyasetmedar ji bo rewþa Efrînê binirxîne û rêyek bide pêþ xwe li Den Haag a Hollandayê vê sibê civiyan. Banga civînê ji aliyê KNK'ê ve hat kirin. Hevseroka KNK'ê Nilufer Koç axaftina destpêkê kir. Di dîwanê de mebûsê berê yê DEP'ê Zubeyir Aydar cih girt. Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim jî beþdarî civînê bû û axivî.
Muslim got ku berxwedan bi tu awayî dê bi dawî nebe. Muslim dewletên Rusya, DYA û Ewropa berpirsên rewþa heyî ne
Fermandarê Hêzên li Efrînê Mehmûd Berxwedan jî bi deng têkiliyeke deng beþdarî civînê bû û got ku ew dê berxwedana xwe bidominîn û bang li kurdan kir ku ji bo rawestandina êrîþê bibin yek.
Civînê bang li kurdên li Ewropayê kir ku li Ewropa li ber avahiyên NATO û NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) bên ba hev û çalakiyan pêk bînin.