Ji Diyarbekirê 10 gol xwarin û ketin BAL'ê
Diyarname
Îro di Koma 2'yemîn a Lîga 3'yemîn de du tiþtên balkêþ derketin holê: Ya yekê Diyarbekir Sporê 10 gol avêtin Kayserî Erciyes sporê ku ev yek tiþtek nû bû ji bo Diyarbekirsporê. Û ya diduyan ketina Erciyesê ji lîgê ye.
Diyarbekir Spor rekor þikand
Pêþî ji Diyarbekir Sporê em dest pê bikin: Di maça ku îro li Amedê lîst de Yusuf Alkan 4 gol (dq 6, 12, 18 û 86) û Mehmet Ozdiraz 2 gol (dq 33 û 56) avêtin. Golên din ji aliyê Gokhan Koseoglu, Umut Dilek û Muhamed Akarslan hatin avêtin. Tekane gola Erciyesê Selim Baþev avêt. Bi vê yekê Diyarbekir Sporê di dîroka xwe de rekorek þikand ku di tekane maça profesyonel de 10 golan diavêje.
Erciyes ji Super Lîgê ket BAL'ê
Tiþtên balkêþ ê din jî meseleya Kayserî Erciyes Sporê ye: Erciyes sporê bi vê encamê berî lîg bi dawî bibe bi 9 hefteyan ji lîgê ket. Erciyes sala bê dê di BAL'ê (Lîga Amatoran a Herêmî) de bilîze.
Erciyes ji sala 2005'an heta 2015'an di Lîga Super de lîst. Di serdema 2014-15'an de ji Lîga Super ket. Paþê her sal ji lîgek ket û îsal jî ket BAL'ê.
Erciyes di sala 2006-2007'an de ligel Beþîktaþî fînala Kûpaya Tirkiyeyê jî lîst. Di vê fînalê de Beþîktaþ bi ser ket lê dîsa jî bi vê yekê Erciyes di dîroka xwe de yekem car beþdarî Kûpaya Ewropayê bû. Tîmek ku ji van deran derbas bûye îro bi xwadina 10 golên din bi 0 pûanan ji lîgê ket.