Parêznameya Demîrtaþ wekî pirtûk çap dikin
Diyarname
Piþtî 460 rojan Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaþ derxistin pêþberî dadgeh. Demîrtaþ di daniþînên ku sê rojan dom kir de parastineke xurt kir. Li gor nûçeya Huseyîn Þîmþek ku di Bîrgunê de hat weþandin ev parêzname dê bibe pirtûk. Nûçe radigihîne ku Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan gotiye ku ev parêznameya ku di 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran de hatiye pêþkêþkirin dê wekî pirtûk çap bikin û li gel belav bikin. Buldan wisa gotiye: "Demîrtaþ sê rojan nîþan daye ku demokrasî, azadî, têkoþîna ji bo mafan tê çi wateyê. Divê her kes vê bixwîne."