Avahiya herî bilind a dinyayê tê çêkirin
Diyarname
Ev avahî dema temam bibe dê tam kîlometreyek bilind be û bi vê yekê dê bibe avahiya herî bilind a dinyayê.
Avahî li bajarî Cîdde yê Erebistana Siûdî tê çêkirin. Plan ew e ku di 2020'an de temam bibe. Dema temam bibe dê kîlometreyek bilind be. Ji niha de wêneyên wê hatin belav kirin ku dema temam bibe dê wisa bixuye.
Ji bo çêkirina avahiyê 1.2 mîlyor dolar fon hatiye terxankirin, butçeya temamê avahî digihîje 2.2 mîlyad dolarî. Avahî dê ji 80 ton pola bê çêkirin.
Di avahiyê de dê 56 asanson hebin û bi bilindiya xwe dê rekora dinyayê bikeve destê wê. Niha Burj Khalifa (li Dûbaî) bi 829.8 metrejî avahiya herî bilind a dinyayê ye.