Jîyannîgariya Emerîkê Serdar
NÛRÊ SERDARYAN (NÛRA EMERÎK)*
Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê edebyetê û þuxulkarê civakî, serokê koma rewþenbîrê Ermenîstanêye kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêþ Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêþê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela þeþ salî nîbû, gava destbi Þerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî þêrda þehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paþî xilazkirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan xilaz kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêþîê ew wêderê dixebite çawa dîktor (spîkêr), paþê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêþîê dixebite çawa wergêr, paþê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.
Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Ew usa jî endamê PENa Kurde. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêþdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge, England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêþîkêþ — 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewîyî hurmetlî bûye. Derheqa emekê E.Serdare di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da hatye nivîsarê (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986).
Sala 2003-a bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Komera Îranêye Îslamê Emerîkê Serdar 7 roja çû Têhranê û tevî fêstîvala radîoa Îranê bû. Hema wî çaxîda destpêkirî çend sala bi têlê þiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.
Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtya Þêwra rewþenbîrê Ermenîstanêye kurde.
Emerîkê Serdar 2 cara Baþûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye.
Derheqa emir û þuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.
Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çandêda, ku bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî hatine çapkirinê.
Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêþine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.
Hetanî nha 12 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana heyþt bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keþkûl” (2013), “ Mukurî ” (2014). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005), “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê þevê…” (2013). Berevoka Emerîkê Serdare 12-a bona zaroka “Em çûne aþ” (2014) bû. Ew bi 2 zimana hatye weþandinê – kurdî û rûsî. Efrandinê berevoka rûsîye pêþin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn, usa jî berevoka bona zaroka Nûrê tenê wergerandye.
Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê þayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neþir bûne. Sala 2012-a serhatya wîye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatye çapkirinê.
Emerîkê Serdar eyane çawa wergêrekî baþ. Ewî çend pirtûkê seyasetîê wergerandye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrekî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meþûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêþin Hiraçya Koçare “Hizret” wergerandye kurdî û çap kirye. Ew wergêr û hazirkirekî wan berevokê þayîrê ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, rûs, Avropa roavaê, Asîaê wergerandine û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.
Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîþan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiþtê dokûmêntal.
Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîþandayînê bi hemû derecê xweva, bi þîn û þayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêþî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîþan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.
Em dikarin bêjin, wekî nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêþine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîþan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêþin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. Tu tiþtekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li ku her tiþt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.
Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêþine, ku janra Nexþ-nîgarê hûr (helbesta spî) anî meydanê. Nexþ-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.
E.Serdar janra Nema vekirî anî nava edebyeta kurdê Ermenîstanê. Hetanî wî tu kesekî nava rojnemevanîê û edebyetêda ew janr nedabû xebatê. Emerîkê Serdar hela sala 1959-a cara pêþin ew janr da xebatê (“Nema vekirî þayîr Qaçaxê Miradra”).
Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê rûsî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xweber nîþana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê rûsî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniþtina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye pirake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.
Nivîskar Yêrêvanêda dijî û diefirîne.
*Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs çend bal berê di kurd.amarikesardar.com hatiye weþandin. Bi wefata Emerîkê Serdan re me ji vê çavkaniyê girt. Me dest neda zimanê nivîsê
**
Nûçeya Eleqedar: