Mizgîn û AOK
Amed Çeko Jiyan
22'ê meha borî (kanûna 2017'an) em li bendê bûn ku Mizgîna me bê, lê qey hinek leza wê hebû, di 8'ê mehê de hat. (- Spas, Xwedê zarokên we jî ji we û ji Kurdistanê re bihêle.)
Bi hatina Mizgnê re em çêtir hîn bûn ku prosedurên her dewletekê cuda ne û hin caran dibe ku mirovan ji vitêzê derxin. Gava Mîr Baz li Nexweþxaneya Baglarê ya Amedê çêbûbû, li nexweþxaneyê “belgeya jidayikbûnê” ya Mîr Baz dabûn min û min karî heman rojê ji Midûriyeta Nifûsê nasnameya wî derxim. Çîroka nasnameya wî mijara meseleyeke din e. Me li ser “Mir” û “Mîr” li hev nekir û gelekî dilê hev êþand. Werhasil, heçî Almanya ye, ji hinek aliyan ve temam camêr û canik baþ in, demokrat in lê ji hinek hêlan ve hê jî di riya “Abê” de ne ku naxwazim navê wî li virê binivîsim.
Prosedura miþt burokrasî wisa ye: Piþtî li nexweþxaneyê zarok çêdibe, dadeyek yan hemþîreyek formekê dide, formê dadigirî û li qata xwarê teslîmî “Info”yê ango þêwirgehê dikî. Ew wê formê diþînin “LandKreis”ê ku qeymeqamî ye yan þaredarî ye ew jî nizanin. Ew jî wê didin beþa Jugendamtê ango Rêveberiya Ciwanan -û Malbatan-. Ew ji te re nameyekê diþînin. Di nameyê de dinivîse ku divê hûn li reqema di nameyê de nivîsandî bigerin û randevuyekê bistînin.
Heta vê derê me bê qeza û bela çêkir. Va ye li vir rê sitimî û xitimî. Gava name gihîþt ber destê me, wext tam hefteya beriya “Weihnachten”ê ango Noelê bû û gava min telefonî wê reqemê kir, gotin ku ew canik nexweþ e û divê ez hefteya pêþ roja çarþemê dîsa bigerim. Qey li Almanyayê adet e, berî Noelê piraniya karmend û xebatkaran “nexweþ” dikevin. Min navek li vê rewþê kiriye, ez dibêjimê “Krankenscheinurlaub”. “Krankenschein” ango belgeya nexweþiyê, wateya vê peyva min diyarî ferhenga almanî kirî jî dibe “tehtîla bi rapora nexweþiyê”. Li ser xêrê be.
Lê ez guhenê kesî hilneynim, wekî min gelek kesên ku di meha kanûnê de bi kêfî rapora nexweþiyê digirin dîtine, teqez yên ji dil jî nexweþ in û rapora nexweþiyê digirin hene. Loma gunehê kes kesî di stûyê wî/wê de. Lê yeqîn ji ber berbelaviya “krankenscheinurlaub”ê ye, li kargeha ez lê dixebitim peymana kar ya kesên zêde rapora nexweþiyê digirin nû nakin û wan ji kar derdixin.
Em vegerin ser mijara xwe. Wekî xanima li serxeta telefonê ji min re gotibû, min roja çarþemê telefon kir û bi xanima name þandî re xeber da. Ji ber ku nava rojê tenê di saet 08.30'yan de derfeta min heye, ez wê saetê lê geriyam. Ji dengê wê diyar bû ku hê nû li ser kar rûniþtibû. (Jixwe piþtî lêkolîneke kurt ya li ser înternetê min zanî ku ew di saet 08.30'yan de dest bi kar dike) Xanimê ji min re got divê min belgeya zewacê hebe da ku wekî bavê bebikê bêm tomarkirin. Min got min ew belge heye. Got tercumeya wê lazim e û xwest piþtî tercumeya wê dîsa lê bigerim. Min eynî rojê li ba tercumanekî sondxwarî da wergernadin û roja din li xanimê geriyam. Wê got divê ez wê belgeyê bibim “Burgerburo”yê. Roja din ez çûm wê buroyê û min belge da wan. Ya rast min kir ku belgeyê bidim wan lê xortê karmend got telefona karmendekî “Jugendamt”ê da min û got divê ez pêþî lê bigerim û randevuyekê jê bistînim û paþê belgeya xwe bidim wî. Ji ber ku mesayiya wî yê li Jgendamtê xilas bûbû, min roja din telefona wî kir. Wî got divê ez herim “Landkreis”ê û belgeyê bidim wan. Ez çûm wê derê, wan got divê ez li wê xanima di serî de name ji min re þandî bigerim.
Li ser vê, min ev serborî nivîsand û wekî maîl ji “Landkreis”ê re þand. Roja din wê xanimê xwe gihand min û got ew li bendê ye ku tercumanekî kurdî peyda bikin û paþê ew ê randevuyekê bide min. Ez dibêjim qey piþtî maîla min jê pirsî ne ka mesele çi ye, û wê jî bersivek daye wan. Lê gelo bersiva wê çi bû? Her çi be, di telefonê de gelekî kûbar bû û got hêvî dike ku tu pirsgirêk tune ne û her tiþt li rê ye. Min got, erê her tiþt li rê ye.
Werhasil, mehek û hefteyek di ser çêbûna Mizgînê re derbas bû, lê hê me nekarî em ji dewleta alman belgeyeke jidayikbûnê yan jî nasnameyekê bigirin. Bila derd û kul wergirtina wan belgeyan be. Hefteya borî Mizgîn nexweþ bû. Lê wê ne nasnameyek ne jî sîgortayek hebû. Em ne dikarin herin nexweþxaneyekê ne jî cem bijîþkekî. Ez li burokrasî û mantalîteya karmendên alman gelekî hêrs bûbûm. Bi îhtîmala belkî bi kêr bê, min telefonê beþa îngilîzî ya AOK'yê (þirketa sîgorteya tenduristiyê) kir û min ji camêrê li ser xetê re çîroka xwe got. Xwedê jê razî, wî pirsî ka li cem me tu belgeyeke ku nav û dîroka rojbûna Mizgînê li ser binivîse heye yan na. Nameya xanimê hat hiþê min. Di nameyê de ev her du agahî jî hebûn. Min got heye. Wî jî got nexwe em dikarin hema îro herin encamê û qeydiya Mizgînê çêkin û bi belgeya qeydiyê îro herin nexweþxaneyê.
Bêyî ku meseleyê hê dirêjtir bikim, me wisa kir. Em çûn nexweþxaneyê û me ji Mizgînê re dermanek jî stand.
Her tiþt li aliyekê, AOK bi van zimanan hemû xizmetê dide: Îngilîzî, fransizî, rumenî, rusî, spanyolî, tirkî, erebî... lê ne bi kurdî. Belkî hûn bêjin çi eleqeya vê bi vê nivîsê re heye, piþtî vê çîrokê min kampanyayek da destpêkirin ku AOK bi kurdî jî xizmetê bide.
Li Almanyayê bi sedhezaran kurd dijîn lê ji ber bêxîretî ya rast ji ber tirkîhezî û erebîheziya kurdan kurd, li tu derê tune ne. De ka em ji AOK'ê dest pê bikin? Heke em bi ser ketin, em ê ji bo saziyên din jî kampanyayên bi vî rengî çêkin.
Lînka kampanyayê:
https://www.change.org/p/aok-wir-wollen-aok-hotline-service-and-dokuments-in-kurdisch?utm_source=share_petition&utm_medium=link&recruiter=32145190