Li Katalonyayê dema lihevkirinê ye
Barbara Wesel*
Her gav ne mimkûn e mirov terciha hilbijêran bi hêsanî fêm bike. Yek ji serketinên vê hilbijartinê Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê yê berê Carles Puigdemont e. Yanê kesê bû sedema pevçûna Barselona û hikumeta navendî Madrîdê û di dawiyê de ji destê dadgehê reviya Belçîkayê. Þirîkên koalîsyona wî ku rêber in niha girtî ne, ew ji bo Puigdemontê dibêjin tirsonek. Ligel vê yekê jî katalanan ji bo bi heman awayî mesele bidome deng dan.
Katalonya ji girtîgehê yan ji sirgûnê dê bê bi rê ve birin?
Puigdemont bi coþ bi gotina "Li Komara Katalonyayê serketina demokrasiyê" hilbijartin bi nav kir lê ligel vê coþê jî ji bo ji nav vê tevliheviyê derê ev yek nikare bibe hêvî. Her wiha Madrîd dê destûrê bide ew vegere Spanyayê û þirîkên koalîsyonê dê dîsa piþtgiriya wî bikin? Partiya duyemîn ku alîgirê serxwebûnê bû niha hê nermtir e û wisa dixuye ku ji bo diyalogê amade ye. Lê em nikarin bibêjin di navbera rêberên her du partiyan de hevhezkirinek mezin heye.
A rast Puigdemont ne siyasetmedarekî ye, ew mirovekî ye ku li ser rêya baweriyên xwe þer dike. Tu demê ji bilî serxwebûnê du hedef neda ber xwe. Polîtîkayên civakî, rewþa dibistanan yan jî pergala tenduristiyê qet bala wî nekiþandin. Katalan ji ber helwesten wî yên lehengiyê ji wî hez dikin, lê pêdiviya katalanan bi serokê hikumetek ku herêmê ji nû ve bikiþîne nav aramiyê heye.
Gelo alîgerên serxwebûnê niha dê destûrê bidin mebûsekî ku hikumetê ava bike? J iber ku yek ji rêberên wan girtî ye, yê din li sirgûnê ye. Baþ e ger kesekî wisa bê dîtin dê hedefa wan a hevpar çi be? Ji bo bi yekalî ragihandina serxwebûnê ne li Katalonyayê giraniyeke mezin hene, ne jî ji Spanyayê yan li Ewropayê piþtgiriyeke ku ji bo wan bê... Baþ e mirovên ku bi bilez hêrsbûnê navdar in amade ne ku rêyeke sêyemîn bibînin?
Mezinbûna partiya navendî ya nû
Li Katalonyayê serketiyeke hilbijartinê ya din jî Ines Arrimadas e. Rêbera ciwan a enerjîk ya partiya Lîberal. Zimanê agresîf ê alîgirên serxwebûnê jî nekarîn wê rawestînin. Eniya ku katalanên çîna navîn saz kirin ew xelat kirin û ew kirin partiya herî xurt a herêmê.
Arrimadas bang li fikra gelê herêmê dike, ew hedefa serxwebûnê wekî tiþtek þaþ dibîne û bi taybetî aboriyê derdixe pêþ. Lê ew jî ji þirîkê xwe yê koalîsyonê bêpar e. Ji hilbijartinê çepgir lawaz derketinpartiya mihafazakar PP ya Mariano Rajoy bi temamî têk çû. Wekî partiya xurt mafê Lîberalan heye ku hikumetê ava bikin lê di rastiyê de tu siûda wan nîn e.
Serdema Rajoy bi dawî bû?
Bêþik ev hilbijartina pêþwext di rewþek azad û demokratîk de hat lidarxistin. Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy bi rewþek qet nedixwest re rû bi rû ye. Wî ji serî de qeyrana li welat þaþ nirxand û ne di pêþbîniyên xwe yên siyasî de bi ser ket, ne jî karî pêþniyarên aqilane pêþkêþ bike. Hê jî bi inyad rewþa xwe didomîne û pirsgirêka serxwebûnê jî dike bi ser dadgehê re çareser bike, lê ev yek dibe ku dawî li serdema wî ya siyasî bîne. Lewra li eniya lîberalan a navendî dê hin bi wî re reqabetê bikin. Barê skandalan ne li ser piþta partiya lîberal a ciwan e û rûpeleke nû pêþniyar dike. Piþtî têkçûna li Katalonyayê wisa dixuye ku hindik rojên Rajoy mane.
Encamek ku nedihat xwestin
Demokrasî dikare encamên ku tu kesî dilþad nekin jî bi xwe re bîne. Ev yek her çiqas ji bo alîgirên serxwebûnê ku mezin diaxiviyan lê rastî nedidîtin derbas bibe, ji bo alîgirên yekîtiyê ku di muxalefetê de man jî derbas dibe. Lê tu fêdeya gazindan nîn e.
Divê katalan bi vê encamê bijî û rêya derketina ji qeyranê bibînin. Yan jî divê ji niha de li dû kesên careke din hilbijartinê dixwazin biçin. Lê li vê derê ev xal muhîm e: Heta aliyek bi temamî bi ser bikeve her hilbijartin bê çêkirin jî ne çare ye. Ji ber vê yekê li Barselonayê êdî dem dema lihevkirinê ye.
*Têbiniya Diyarnameyê: Piþtî ku Rêveberiya Xweser a Katalonyayê di encama referandûmê de serxwebûn ragihand dadgehê doz vekir, hikumeta Spanyayê jî biryar da ku katalon ji nû ve hilbijartinê çêbikin û ji bo xwe hikumeteke nû ya herêmî hilbijêrin. Ev hilbijartin 21'ê vê mehê li dar ket û sedî 88'ê hilbijêran çûn deng dan. Partiya Demokratîka Ewropayê (serokê wê Puigdemont e), Partiya Çepgira Komarparêz (ERC ku serokê wê Oriol Junqueras e) û Berendamiya Yekîtiya Gel a antîkapîtalîst bi hev re bi navê "Ji bo Katalonyayê Bi Hev Re" koalîsyoneke çêkiribûn û ew alîgirên serxwebûnê bûn. Vê koalîsyonê sedî 48'ê dengan bi dest xist û ji 135 mebûsan 70 heb bi dest xistin. Ji bo sazkirina hikumetê pêdivî bi 68 mebûsan hebû. Partiya Ciudadanos (Seroka wê Inés Arrimadas e) ku dijî serxwebûnê ne 37 mebûs bi dest xistin. Mebûsên din li partiyên din hatin belavkirin.
Barbara Wesel nûçegîhana DW'yî ye, ji ber girîngiya meseleyê me ev nivîsa wê wergerand kurdî.