Bi 75 centî kirî bû, dîrok jê derket!
Diyarname
Jineke hollandî tabloyeke ji boyaxa don diyarî Enstîtuya Lêkolînên Komkujî û Þer (NIOD) kir, piþtî li ser tablo lêkolîn kirin derket holê ku ew wêneyê orjînal ê Adolf Hîtler e. Ev tekane wêneyê Hîtler e ku li Hollandayê derketiye holê.
Di tabloyê de kûleyeke li Viyanaya Avusturyayê heye. Jina ku nexwestiye navê wê bê eþkerekirin ev wêne diyarî "NIOD" kiriye. Bavê wê ev wêne ji bazareke tiþtên kevn difroþe bi 75 centî kiriye û dema hatiye mal û li piþt îmzeya "A.Hîtler" dîtiye gelek þerm kiriye, loma jî tablo li jor cihek veþartiye.
Li gor nûçeya Yusuf Ozkan a BBC'ya Tirkî de jina hollandî ew wêne biriye galerî û muzexaneyan lê kesî ew nexwestiye. Jinê serî li NIOD'ê daye û wisa gotiye: "Ez pere naxwazim. Min ji bin vî barê giran rizgar bikin."
Jinê di nav poþetek de wêneyê bi boyaxa donîn hatiye çêkirin aniye navendê, wan li ser lêkolîn kiriye û dîtine ku wêne ji gelek îmzeyên sexte yên Hîtler cudatir bû; lêkolîn kûrtir kirine. Di encamê de dîtine ku boyax û kartona ku hatiye bikaranîn aîdê destpêka sedsala 20'an in û mijar û rêbaza hatiye bikaranîn jî yek bi yek aîdê Hîtler bûne. Li piþt wêne pûlek aîdê daraza Avusturyayê, du pûlên aîdê galeriya hunerê ya Avusturyayê dîtine û biryar dane ku ev aîdê Hîtler e.
Hîtler di navbera salên 1907 - 1913'yan de li paytexta Avusturya Viyanayê jiyaye. Hîtler hewl daye bikeve Akedemiya Hunerê ya Vîyanayê lê ji akademiyê bersiva nayê girtiye; wê demê ji bo debara xwe wêneyên bi boyaxên donîn çêkirine. Ji van xebatan gelekê wê di nav koleksiyonên taybet de cih girtine.
Di salên dawî de her berhemên Hîtler di mezatan de têne firotin. Di sala 2015'an de li Nurnberga Almanyayê 14 wêneyên aîdê Hîtler ên bi boyaxa donîn hatine çêkirin bi mezatek hatin firotin. Ew wêne bi 14 hezar Euro hatibûn firotin.