Dilawer Zeraq: Em nikarin bêjin wergera ji bo kurdî kemiliye
Hevpeyvîn: ARGEÞ KAYA
Werger; ji bo dan û sitandina di navbera du ziman, çand, têkiliyên neteweyan de rêya herî têsîrdar e. Ev rê di roja me de xwe digihîne her parçeyek erdê li ser dinê û dibe sedem ku gelên ji xwe re li serê rawestgeh danîne bibin xwedî zanîn, têgihîþtin, biyanînasîn û hwd. Ji ber vê yekê miletên li gor qaîdeyên derbasbar pêþketî tên hesibandin xwe bi xurtî dispêrin wergera wêjeyî û hewl didin li kîjan quncika dinyayê berhemeke wêjeyî heye li zimanê xwe zêde bikin.
Bêguman ev hewldan ji bo wêjeya kurdî jî tên kirin. Lê belê gelo ev yek di wêjeya kurdî de gihîþtiyê kîjan merheleyê? Kesên wergerê ji bo kurdî nexasim jî ji bo kurmancî dikin çiqas têgihîþtîne di van xebatan de? Di berhemên wergera ji bo kurmancî de gelo kirasê ziman çiqas li berhemê tê? Em bi nivîskar, wergêr û lêkolîner Dilawer Zeraq re ketin pey bersivên van pirsan. Zeraq dibêje: “Birçîbûnek heye, ev yek ne ji bo têrkirin û têrbûnê ye; ev reng birçîbûn ji bo hayjêbûn û bersivpeydekirinê ye ku ji pirsa ‘gelo kurdî çiqas û çawan têrî jiyana roja îroyîn dike?’ dizê."
Zeraq herî dawî pirtûka "Tutanamayanlar" a Oguz Atay wergerand kurdî.
Wergera ji bo Kurdî gelo xwe digihîne pirtûkên gelek zimanan. Li gor we merheleya wergerê, gihîþtiye kemilînê yan hîn birçî ye?
Heke em di ser zimanên dîtir re vê pirsê binirxînin, em nikarin bêjin kurdî bi wergerê xwe digihîne gelek zimanan. Çendî ku di nava çar dewletan de ku kurd lê dijîn, zimanekî serdest heye û kurd wan zimanan –ji gelek hêlan ve ji kurdî zêdetir û xurtir-hîn dibin jî, dîsan ev gihîþtin pêk nayê. Ji ber ku hem ji warê alfabeyê ve hem jî ji warê zimanê wan dewletan ve jêdûrbûneke bêhemdî xwe çêdibe. Em bêjin li rojhilatê Kurdistanê pirtûkeke afganî, a Xalid Huseynî a bi navê “Mistek Esman" werdigere ser kurdî. Ev werger li ser tîpên erebî ye û bakurî nikarin bixwînin. Her wiha, gava pirtûkeke Orhan Pamuk li bakur werdigere ser kurdî, kurdên baþûr, rojava û rojhilat nikarin bixwînin. Her wiha, gava arîþeya zaraveyan jî dibe serbar, gelemþe bêtir geremolî dibe. Loma jî, em dikarin bêjin, kîjan parçe(kirî)yên kurd, bi çi awayî kelkê jê wergire, ew ji me re dibe kelkeke giþtî ya ku ji parçeyan pêkhatî ye.
Herçî merheleya wergerê ye, ew berveyî rewþeke ne baþ diçe. Ji ber ku werger û wergêrî bi xwe þax û disîplîneke taybet e ku li ser gelek xebatên akademîk hatine kirin û ezmûneya dinyayê jî li ber çavan e. Lê li ba me kurdan, ev girîngî xweþikî nehatiye famkirin da em karibin pûteyeke hêja pê bidin. Wekî mînak; li bakur, çi kesê ku bi du zimanan, kurdî-tirkî bizanibe, xwe li wergerandinê radikiþîne. Û em qeydeyên gramatîk û rastnivîsînê bihêlin li hêlekê, di gelekan de, þikestineke mantiqa zimanî derdikeve holê. Ev cure þikestin bêtir di gotinên qalibî û biwêjî de derdikeve pêþ. Û em bêhay dibêjin qey bera jî ew awa gotin di kurdî de heye û mantiqa zimanekî dîtir di zimanê xwe de bi cî dikin û ev yek bi rêya wergerê li nav xelkê berbelav dibe. Wekî mînak, gotina qalibî û biwêjî a “vala derxistin”, bi taybetî di çapemeniyê de, pir zêde û berbelav tê bikaranîn. Ev gotin a tirkî ye û “boþa çikarmak” e. Û di kurdî de gelek gotin henin ku beranberî vê gotinê ne. Wekî mînak: “Bi avê de birin-Bi erdê ve teqandin-Li ber bê xistin-Li tewþê birin” Ez nizanim ka ev gotin kîngê ji tirkî û bi vî awayî bo kurdî hat wergerandin, lê îroj ev awa gotin -ne ku rûniþtiye- di kurdî de çûye xwarê… Mixabin li þûna ku em wergerînin em werdigerin…
Em di vê rewþ û qonaxê de nikarin bêjin wergera ji bo kurdî kemiliye. Birçîbûnek heye, ev yek ne ji bo têrkirin û têrbûnê ye; ev reng birçîbûn ji bo hayjêbûn û bersivpeydekirinê ye ku ji pirsa “gelo kurdî çiqas û çawa têrî jiyana roja îroyîn dike?” dizê. Her wiha, hewldaneke hêja jî heye ku kurdî dixwaze bi rêya wergerê sînorên çembera xwe di hundirê xwe de li xwe firehtir bike û zerengî û kapasîteya xwe di demê de asêmayî derxîne rastê û bêtir bike.
Di demên dawî de hin nivîskarên kurd pirtûkên ku dinivîsin bi çend zimanan zanibin bi wergera wan re wan diweþînin. Xebatên bi vî rengî çi li kurdî zêde dikin an kêm dikin?
Helbet ev yek tercîhek e. Belê divê ku pirtûkên kurdî jî bo zimanên dîtir wergerin, lê ne ku bibe qiseta “bi xwe lêxe bi xwe bilîze.” Ji ber ku bi taybetî li bakur, pirtûkên kurdî ku ji bo tirkî werdigerin, dîsan ji alî kurdan ve têne xwendin. Û xwendevanên tirk, heta ku rexengireke/î wan behs ji pirtûka kurdî nekin, zû bi zû xwe nêzî wergereke ku ji kurdî hatiye kirin, nakin. Helbet ev rewþ refleksîv e û xwedî paþxaneyeke zexm û dîrokî, polîtîk û sosyo-psîkolojîk e.
Heke bi rêya wergerê ziman û çanda kurdan were nasîn û nasandin, bêguman ev yek dê pir tiþtan ji kurdan re bîne. Lê belê, herçî wek bakur, heta niha jî me bi xweþikî ev yek nedît. Tew gava kew li darê bikeve û hin nivîskar an jî rexnegirên zimanê tirkî behsa wan wergeran bikin jî, heta ji wan tê xwe ji zengînî û xurtî û paþxaneya kurdî dûr dikin û bêtir di ser re behsa tiþtan dikin ku ev yek jî ji hêjayîdanê zêdetir, kêmdîtinek e. Loma jî, çendî ku ez alîgir im ku pirtûkên kurdî jî bo zimanên dîtir bên wergerandin jî, ew çend ne hêvîdar im ku dê ev werger, di van dem û qonaxan de, bibin rê û sedem ku kurdî û wêjeya kurdî parekî zêde bigihîje heqê xwe û di dinyayê de xweþikî bê nasîn. Ji ber ku kurdî hê jî ne zimanê pergal û sazûmaneke dewletî ye û hê jî di gelek waran de wekî zimanê gelekî, neteweyekê nehatiye zanîn û nasîn.
Kirasê kurdî nexasim jî yê kurmancî di wergerê de gelo li zimanê din tê kirin. Ango werger ji xwezaya zimanan tiþtekî cuda ye?
Helbet… Heke mebest ji wergerê wêjeyî be, her werger hinekî û bêhemdî xwe ji orîjînalê dûr dikeve. Ji ber ku paþxane û çand û rihê her zimanekî xweserî xwe ye, gelek tiþt hene ku rasterast li hev nakin. Loma jî, gava berhemeke wêjeyî bo kurdî bê wergerandin, di hin waran de kirasê kurdî lê tê kirin.
Wergera ji xwezaya zimanan cuda û dûr nîn e; bes rihê wan zimanan xwe dispêrin çanda ku di dîrokê de stewiyane û þax berdane. Ziman dîsan jî navgîna sereke ye û dihêle ku werger bê kirin. Lê hewce ye di wergerê de rêzgirtinekê ji bo ziman bê dayîn. Ev qayde û rêzika rêzgirtinê ji bo her du zimanan jî li dar e. Yanî me divê em li ser navê werger û wergerandinê zimanan neêþînin, neherifînin û wan ji rihê wan nexînin. Rihê zimanan ku ez behsê jê dikim, bi temamî xwezaya zimanan e û ew ji avabûna xwe û bi vir de ye wisan û bi wî rengî hebûne. Loma jî, ne girîng e ka em çend ziman dizanin û pê wergeranê dikin, girîng e ku em dikarin rihê çend zimanan bigihînin hev û dikarin wan zimanan, di nav xwezayeke hevpar de, çi qas rengîntir bikin.
Carinan em li rastî rexneyên ji bo zimanê çapemeniyê tên. Gelo tu çawa dibînî çapemeniya kurmancî pirsgirêk tene bi ziman re sînordar e?
Serê pêþîn divê bêjim, ez ji karê rojnamegeriyê qet fam nakim û rexneyên ku min car caran lê dikir bi tenê ser mantiqa zimên bû. -min xwe ji wê reftarê jî dûr xist…- Û min ev yek ji bo çapemeniya ku ji bo bakur kar dike û nûçeyan belav dike, dikir. Helbet ancax kesên rojnameger û pisporên vî karî dikarin pirsgirêk û gelemþeyên rojnamegeriya kurd biçespînin û rê û rêçikên çareseriyê bidin ber xwe. Loma jî ev yek ji zanebûn û hedê min der e.
Îcar, kurd, ne xwedî dibistanan in, kêm kes hene ku wêjeyê dixwînin û para herî zêde kurdan bêtir çapemeniyê diþopînin, agahiyên der heqê qewaman û der heqê xwe de ji wir digirin. Û çapemenî, digel wêje û dibistanan, hêza sêyemîn a xurt e di parastin, rastbikaranîn û hînkirina zimanekî de. Loma jî sedema rexneya min a li ser hin nûçeyan ew bû ku; car caran, nûçe û þîrove rasterast ji wergera zimanê tirkî û bi qalib û mantiqa tirkî dihat kirin. Ev yek dibû sedem ku kurdî biêþe. Belê, wekî dildarekî kurdî, rihê kurdiya min diêþiya… Heke wekî mînak bêjim; di nûçe an jî þîroveya xwe de, komegotineke bi vî rengî bi lêv dibû: “mijara gotinê.” Ev komegotin rasterast ji “soz konusu”ya Tirkî dihat wergirtin. Lê belê di nava gel de, komegotinên wekî “ketin behsê-hatin behsê-behsê gotinê-behsê xeberê” hene û zindî tên bikaranîn. Rexneyên min kirî bi temamî li ser van awa û rengan bû; û armanc li ser tem û niyeta erênî û çêkirinê danandî bû.
Hin ciwanên li rojavayê welêt bi wergerên xwe balê dikiþînin. Bi pêþketinên li Rojava re jî girêdayî; gelo ev xebat hêvî ne ji bo siberojê?
Helbet xebata ku wan daye destpêkirin, hêjayî gotin û balpêdanê ye. Bi wergera ku ew dikin û ew ê bikin, gelek gotin ji gencîneya kurdî a rojavaya welêt ji bin axa demê derkeve holê. Ji ber ku çavkaniya sereke ya wergerê, ziman e. Zimanê ku jê tê wergerandin, di hin awayan de alîkarî ji bo zimanê ku lê tê wergerandin dike. Dibe sedem ku zimanê ku lê tê wergerandin, zorê bide sînorên xwe, lêkolînan li ser zimanê dîtir bike da ku karibe ji mebesta zimanê ku jê tê wergerandin re bibe bersiv. Loma jî, wergera bi xebateke sîstematîk û li ser pergaleke rûniþtandî, dibe sedem ku ev kar û xebat, heta jê tê, xwe ji kêmasiyan dûr bihêle. Her wiha, xuya ye ku xebata li rojavaya welêt dest pê kiriye, li ser vê pergalê ye û dê bi hiþberiyeke sîstematîk bimeþe û hem pir balkêþ e û hem jî pir girîng e ku beþek ji wan wergeran li bakur bi tîpên latînî çap dibin û em bakurî rasterast dikarin wan bixwînin û bi vî awayî, bi rêya alfabeyê, her du parçewelêt zûtir digihîjin hev. Û ez dikarim bêjim, hêviya ku ji bo siberojê heye, bêtir di vê yekê de þîn dibe ku; kesên ev kar dane pêþ xwe û li xwe kirine xebata zimanê kurdî û paþxaneya neteweyî, ciwan in.
Wekî pirsa dawî Dilawer Zeraq niha bi çi re mijûl e.?
Ev demek e ku ez hem li ser ziman hem jî li ser sosyolojiya wêjeyê xebatên akademîk dikim. Loma jî min tezeke masterê nivîsî. Mijara teza masterê li ser Kovara Hawarê ye û piþtî demekê ez ê bidim ber çapê.
Yenî Ozgur Polîtîka