Philip Morris jî dê êdî cixareyan çêneke/nefiroþe
Diyarname
Li gelek welatan kampanyayên nekiþandina cixareyê têne li darxistin, li gelek cihan di vî warî de pêþketin çêdibin. Niha yek ji çêker û firoþkarê cixareyê Philip Morris e ku wan biryar da dema rawestandina çêkirina cixareyan hatiye.
Serokê Lijneya Rêveberiya Philip Morris Andre Calantzopoulos ji bo radyoya BBC axiviye, diyar kiriye ku êdî dema rawestandina hilberîna cixareyê hatiye û ji bo cixarekêþan jî wisa gotiye: "Dem hatiye ku berhemên alternatîf di piyaseyê de bi awayekî cidî cih bigirin."
Seita dest ji hilberînê dike
Calantzopoulos gotiye ku di demek gelek kurt de emê ragihînin ku me hilberîna cixareyên klasîk daye rawestandin.
Berî vê daxuyaniyê kompanyaya Seita ku hilberîna Gauloises a Fransiz dike gotibû ku ji sala 1910'an ve ew cixareyê çêdikin û difroþin lê bi sala 2017'an ve ew dê dawî li vê hilberînê bînin.
Êdî zarok hindiktir dikiþînin
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ji sala 2010'an ve heta niha di nav zarokên 15 salî yên cixare dikiþînin rêje daketiye sedî 22, di nav 8 salan de ev rêje dê dakeve sedî 18-19.
Di van demên dawî de li dinyayê her ku diçe cixareya elektronîk li piyaseyê eleqeyê dibîne.