Li Gimgimê DTP bi ser ket
Diyarname
Li Gimgima Mûþê hilbijartina endamên Meclisa Þaredariyê hatibû betalkirin û îro ji bo vê yekê careke din hilbijartin pêk hat. Di encamê de DTP sedî 100 bi ser ket û ji 11 endamên Meclisa Þaredariyê hemû bi dest xist.
Li gor agahiyên ne fermî li 7 taxên Gimgimê 20 sindoq hatin vekirin. Di encamê de DTP'ê hezar û 727 deng, AKP'ê 197, CHP'ê 194 deng girtin.
Þaredara Gimgimê ya DTP'yî Gulþen Deger li navçeya DTP'ê beþdarî pîrozbahiya serketinê bû û got: "Gelê me di 29'ê adarê de vîna xwe nîþan da. Gelê me di 7'ê pûþperê de jî ev helwesta xwe nîþan da û li vê derê partiyên pergalê AKP û CHP têk birin."
Di hilbijartina 29'ê adarê de DTP bi ser ketibû, lê hilbijartin ji bo endamtiya Meclisên Þaredariyê hatibû betalkirin.