Portreya mehê: Fatma Savci
Diyarname
Mixabin di nav kurdan de gelek hindik nivîskarên jin hene. Di nav yên hene de jî hinên di warê xwe de baþ serketî hene ku yek ji wan jî helbestvan û nivîskar Fatma Savci ye.
Savci, di sala 1974'an de li gundê Girêmîra ya Nisêbîna Mêrdinê hatiye dinê û li heman gundî dibistana seretayî xwendiye. Ew hê ji zarokatî ve keçikek çalak bû û ji ber vê çalakbûn û xebata xwe ya ji bo têkoþîna kurdan di sala 1992'yan de, di 18 saliya xwe de tê girtin. Fatma Savci heta sala 2003'yan girtî dimîne. Bi giþtî di 8 girtîgehan de dimîne û diçe kîjan li wê derê jî xebata xwe ya nivîsê ya bi kurdî didomîne.
Helbestvan û nivîskar Fatma Savci wekî gelek ciwanên kurd ew jî dema dikeve nav têkoþînê li wir hînê alfabeya kurdî û nivîsandina bi kurdî dibe, li wir dest bi nivîsandina kurdî dike, dema dikeve girtîgehê vê xebata xwe didomîne, xurtir û gurtir dike. Ji girtîgehê nivîs û helbestên lê dike diþîne derve ji bo kovar û rojnameyan. Nivîsên wê di kovara Jiyana Rewþen û rojnameya Azadiya Welat de têne weþandin. Piþtî derketinê jî nivîsên wê di rojname û kovarên bi kurdî de tên weþandin
Ew jî wekî gelek girtiyên din li girtîgehê nivîsên xwe li ser pelên qaxizê cixareyê, pelên ziravik û hema çi qaxiz dikeve dest dinivîse. Dema derdikeve derve jî bi heman awayî xebata xwe ya nivîsê didomîne. Û êdî derfetên çapkirina pirtûkên wê jî derdikevin holê.
Yekemîn pirtûka wê bi navê "Gulên Qasid" derdikeve. Ev pirtûka wê ya helbestan di sala 2006'an de ji Weþanên Avestayê dertê, piþtî vê ji nivîskarên din cuda heta roja îro jî pirtûkên wê tenê ji Avestayê derdikevin.
Piþtî vê pirtûka yekemîn pirtûkên wê yên din "Xewnên Zîvîn" (ceribandin), "Bîra mirinê" (helbest), "Þewq û payîz" (helbest), "Ristika Morîkan (çîrok) jî ji Avestayê derketin.
Nivîskar û helbestvan Fatma Savci piþtî rizgarbûna bajarên Rojava par çû Rojava û li wê derê geriya, bi rayedarên kurd re axivî û di vegerê de ev gera xwe kir pirtûk. Piþtî rizgarkirina bajarên kurdan ên Rojava, Savci yekemîn nivîskar bû ku bi vî awayî berê xwe dide Rojava û di vegerê de çavdêriyên xwe dike pirtûk. Ev pirtûka Savci di dawiya 2012'yan de ji Weþanên Avesta bi navê "Ber bi Binxetê ve" hat weþandin.
Savci herî dawî pirtûka xwe “Dotmara Lal” (Avesta, Helbest, 2014) pêþkêþî xwendevanan kir. Ew niha li Swêdê dijî û di heman demê de wekî mamoste dersên bi kurdî dide.
Di çalakiyeke çandî de Fatma Savci helbestên xwe dixîne.