Ji nav rewþenbîrên kurd temenekî bi kurdî: Osman Ozçelîk
Diyarname
Ew rewþenbîr, nivîskar û dermanfiroþekî kurd e. Ji siyasetmedarên kurd ên Bakur cudatir ligel siyaseta xwe bi kurdî re jî eleqedar e. Em qala Osman Ozçelîk dikin.
Osman Ozçelîk di sala 1952'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Ew jî wekî hemû zarokên kurd li dibistanê hînê tirkî bûye ku dibistana seretayî û navîn li Dêrikê û lîse jî li Amedê xwendiye. Ozçelîk ji bo Xwendina Beþa Dermanfiroþiyê diçe Stenbolê. Piþtî xilaskirina vê beþê li Stenbolê bi cih dibe û eczexaneyek vedike; demekê di desteya rêveber a serokatî û endamtiya Odeya Dermanfiroþan a Stenbolê de kar dike.
Ew ji dema xwendekariyê ve bi siyasetê re eleqedar dibe, wê demê di nav DDKO'yê de cih digire.
Di salên 90'î de li Bakur serdemek nû dest pê dike. Berxwedana kurdan geþ dibe, pêre jî partiyên siyasî vedibin. Dema partiyên legal ên kurd têne ava kirin ew jî beþdarî wan dibe. Di nav HEP, DEP, DEHAP, DTP'ê de cih digire, rêveberî dike.
Di hilbijartina giþtî ya sala 2007'an de DTP bi "Berendamên Hezar Hêviyê" wekî serbixwe dikeve hilbijartinê. Osman Ozçelîk jî ji Sêrtê dibe berendam û tê hilbijartin.
Siyasetmedar û nivîskar Osman Ozçelîk ligel siyasetmedariya xwe bi kurdî re jî her eleqeya xwe didomîne, di civîn û hevdîtinan de bi kurdî diaxive. Demek dirêj di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîskarî dike.
Ozçelîk di 20'ê Gulana 2016'an, Kongreya PEN'a Kurd de wekî Hevserokê PEN'a Kurd hat hilbijartin. Her wiha ew xebata xwe ya li nav KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) jî didomîne. Ozçelîk ku niha li Amedê dijî bavê du zarokan e.
Osman Ozçelîk ku ligel kurdî û tirkî bi fransizî jî dizane hin pirtûk wergerandine kurdî.
Pirtûkên wî:
- Kulîlkên Qeþayê / Gotar
- Qaqlîbaz / Richard Bach / Werger Osman Ozçelîk
- Rojek ji jiyana Îvan Denîsovîç / Aleksandr Soljenîtsin / Werger Osman Ozçelîk
- …Û ronahî di tariyê de dibiriqe / Tolstoy / Werger Osman Ozçelîk