Mirovê ku gelek kesî ji peyvên wî sûde wergirt: D. Îzolî
Diyarname
Vê mehê em apê D. Îzolî dikin mêvanê "Portreya Mehê". D. Îzolî ew kes e ku hema bêje hemû nivîskarên kurd ji peyvên ku wî di ferhengê de bi cih kiribûn sûd girtine. Ferhenga wî ku di destpêka salên 90'î de tekane ferhenga li ber destan bû, ji rojnamegerên kurd heta nivîskarên kurd gelek kesî jê sûde girt.
Apê D. Îzolî, navê wî yê di nasnameyê de Hasan Yildiz e. Li gor nifûsê Apê Îzolî di 8'ê adara 1940'î de li gundê Hulman a Mêzgira Dêrsimê hatiye dinê. Lê ew dibêje "Diya min digot: "Dema rezan de tu hatî dinê."
Bav û kalên wî ji aliyê Qerejdaxê pêþî tên gundê Rîçikê, dûre jî li Hulmanê bi cih dibin û Îzolî li wir tê dinê.
Ew di 12 saliya xwe de ji gund derdikeve û di 22 saliya xwe de derbasî Ewropayê dibe. Îzolî piþtî li Hollandayê bi cih dibe, di kargehekê de kar dike.
Apê D.Îzolî ku zewicî ye li ser vê yekê wisa dibêje; "Di sala 1991'ê de min ji xwe re keçek kurd anî. Dîsa di wê salê de Xwedê kurekî min çêbû û min nav 'Îzolî' danî."
Ew di sala 1987'an de ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî amade dike ku ji bo wan salan ev xebateke gelek giranbuha bû. Pêþî 500 heban ji vê ferhengê çap dike û belav dike. Di beþa kurdî-tirkî de bi qasî 30 hezar peyv û 4 hezar biwêj, di beþa tirkî-kurdiya ferhengê de jî 25 hezar peyv cih digirin. Paþê ev ferheng li Stenbolê ji aliyê Dengê ve tê çapkirin.
D. Îzolî paþê di sala 1992'an vê ferhengê ji nû ve saz dike, peyvên nû lê dike, bi taybetî jî di çapa nû ya ferhengê de ji bilî peyvan her wiha beþeke rêzimanê û rêbera dewletên cihanê jî bi cih dike. Di salên 90'î de li Bakur gelek kesî ji vê ferhengê sûde wergirt, loma jî ew wekî "Bavê ferhenga kurdî" jî tê nasîn. Mirov bibêje ferhengên ku piþtî salên 2000'î li Bakur derketin bingeha xwe ji ferhenga wî girtin dibe ku ne gotine þaþ be.
D.Îzolî hê li Hollandayê dijî. Ferhenga wî gelek çapên cuda kirin û gelek kesî sûde ji ferhenga wî girt.