Rekora zêde deng girtinê jî di destê DTP'ê de ye
Diyarname
Di hilbijartina 29'ê adarê herî zêde berendamên DTP'ê deng girt. Vane ev rêze û hin notên din:
Di hilbijartinê de li bajarê kurdan û li Tirkiyeyê herî zêde berendamê DTP'ê yê Culemêrgê deng girt.
Li gor îstatîstîkên ji hilbijartinê derketin berendamê DTP'ê yê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu bi sedî 79'ê hat hilbijartin û di nav hemû bajaran de rekor þikand.
Piþtî Bedirhanoglu berendamê AKP'ê yê Konyayê Tahir Akyurek tê ku Akyurek bi sedî 68'ê hat hilbijartin.
Li bajarên kurdan û li Tirkiyeyê li navçeyan jî berendama DTP'ê ya Geverê Ruken Yetiþkin sedi 84,34 di rêza yekemîn de ye. Li Licê jî Fikriye Aytin bi sedî 76'yî di rêza duyemîn de dixuye.
Wekî notên din: DTP'ê hejmara bajarên ku di destê wê de ne ji 5'an derkxist 8'an, hejmara þaredariyan jî ji 53'yan derxist 59'an. (Hê hemû bajarok û navçe li vê hejmarê nehatiye kirin)
Tiþteke muhîm ku DTP'ê kir jî digel Amed, Þirnex, Culemêrg, Batman û Dêrsimê bi destxistina bajarên wekî Wan, Sêrt û Îdirê ye. Dibe tiþtê herî balkêþ jî ev be, ev 80 sal in Îdir ji aliyê azeriyan ve tê bi rê ve birin û yekem car dikeve destê kurdekî.