4 partiyan jî li hemberî encaman îtîraz kir
Diyarname
Her 4 partiyên li meclisê li cihên cuda li ser encamên dawî yên hilibjartinê îtîraz kirin.
HDP'ê li Mêrsîn û Edeneyê li her cihî ji bo encamên 4 navçeyan îtîraz kir û xwest careke din deng bêne jimartin. HDP'ê li Mêrsînê bi 98 dengan, li Edeneyê bi li dor hezar dengî mebûsê duyemîn winda kiribû.
CHP'ê li Erzincanê îtîraza encamên Erzîncanê kir.
AKP'ê jî ji bo 15 sindoqên li Amedê îtîraz kir.
Li Elezîzê jî CHP, HDP û MHP ji bo encama hin sindoqan îtîraz kir.
Her wiha AKP'ê ji bo Samandagiya Hatayê ji ber dengên betal hatine jimartin îtîraz kir.