Rêveberên HDP'ê texmînek çawa kirin?
Diyarname
Berî hilbijartina 1'ê sermawezê dest pê bike Demîrtaþ jî di nav de rêveberên HDP'ê texmînên xwe li ser hilbijartinê kirin. Vane ew texmîn:
- Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaþ:
Ji bo me bendava hilbijartinê êdî sedî 13 ye. Emê di 1'ê sermawezê de mehcûb nebin.
- Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag:
Hedefa me sedî 20 e. Em dikin bigihîn astege dengan ku li Tirkiyeyê rewþê biguherîne.
- Cigirê Hevserokên Giþtî Îdrîs Baluken:
Ji bo em sedî 20 dengan bigirin ku ev hedefa me ye tu sedem nîn e. Dema em AKP'ê li herêmê daxin sifirê wê çaxê dê ji gelek aliyan ve xitimînî çareser bibe.
- Mebûsê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar:
Di vê hilbijartinê de sedî 17 emê bigirin. Sedî 10 jî rasteqîn nedihat dîtin. Kes nedifikirî ku sedî 13 emê bigirin. Belê sedî 17 emê bigirin, belkî jê zêdetir jî."
- Mebûsê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder:
Li Enqereyê hejmara mebûsan emê derxin 2'yan, li Stenbolê jî derxin 13'yan. Li Mûþ û Batmanê jî emê hemû mebûsan bigirin.
- Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ridvan Yavuz:
Di vê hilbijartinê de hedefa me ew e li Rihayê em 400 hezar dengan bigirin û 8 mebûsan derxin. (di hilbijartina 7'ê pûþperê de HDP'ê bi 319 hezarî 5 mebûs derxistibû, Diyarname)
Têbinî: Ev agahî ji axaftinên wan ên ku li cihên cur bi cur hatine kirin hatine berhevkirin.