Li Bismilê sivîl hatin kuþtin
AMED (DÎHA)
Li Bismilê piþtî qedexeya derketina derve polîs ketin nav hewldanên komkujiyê. Li Taxa Avaþînê polîsan gel gulebaran kir û bombe avêt mala malbata Þîmþek. Ji ber teqîna bombeyê zaroka bi navê Elîf Þîmþek (8) jiyana xwe ji dest da, ji heman malbatê 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bismil a Amedê, piþtî biryara qedexeya derketina derve, polîs û leþkeran taxên Avaþîn, Rojava û Zapê dorpêç kirin û gel gulebaran kirin. Hate ragihandin ku, li taxan sekvanên ku li cihên bilind hatine bi cih kirin welatî gulebaran dikin. Polîsan li Taxa Avaþîn bombe avêt mala malbata Þîmþek. Di encama teqîna bombeyê de zaroka bi navê Elîf Þîmþek (8) hate qetil kirin û Pelda, Avaþîn, Bedîa, Ahmet û Mehmet Þîmþek jî birîndar bûn.
Hate zanîn Ahmet, Mehmet û Pelda Þîmþek rakirine Nexweþxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaþargîl a Amedê, Bedîa û Avaþîn Þîmþek jî rakirine Nexweþxaneya Dewletê ya Bismilê. Elîf Þîmþek a ku hate qetil kirin jî rakirin morga Nexweþxaneya Dewletê ya Bismilê.
Hate ragihandin ku polîsên taxan dorpêç kirine bênavber derdor gulebaran dikin û hejmarek zêde birîndar hene.