Der Spiegel: “Sansasiyona kurdî
Diyarname
Kovara navdar a almanî Der Spiegel di manþeta xwe de bi sernivîsa “Sansasiyona kurdî” de nûçeya derbarê encamên hilbijartina li Tirkiyeyê weþand.
Der Spiegelê bal kiþand ser encamên hilbijartinê û ev nirxandin kir: “Partiya alî-kurd HDP dikeve parlamentoyê û rêya ku AKP bi serê xwe bibe hikumet girt. Pêwîst e bi vî awayî Erdogan niha bide nîþandan ka wî fêm kiriye demokrasî çawa bi rê ve diçe."
Kovara navdar wiha dom kiriye: "Piþtî 13 salan AKP hate mecbûrkirin ku ji xwe re þirîkekî koalîsyonê bibîne. Ev encam hunera partiya alî-kurd HDP bi Hevserokatiya wê ya karîzmatîk Selahattin Demirtaþ e. Vê partiyê karî ne tenê dengên kurdan, her wiha dengên tirkên ku ji Erdogan aciz jî bûne werbigire. Bi 12,7 bi navbereke vekirî benda sedî 10 derbas kir. Buhayê vê yekê li ser AKP’ê bû windakirina piranî ya hikumetê."
Der Spiegel wiha dawî li nûçeya xwe tîne: "Di nava AKP´ê de hê ji niha ve behsa hilbijartinên nû yên pêþwext tê kirin. Ev yek dide nîþandan ku demokrasî tê wateya lihevkirinê û berhevhatinê."
Wergera ji almanî: Zekî Ozmen
**
Nûçeyên eleqedar:
- Demîrtaþ: Emê bi AKP'ê re koalîsyonê çênekin
- Onder: Teqez e, tu pîrozbahiya me îþev nîn e
- Deqe bi deqe encam (ev nûçe her tê nûkirin)
- Ji hilbijartinê notên îro (Ev nûçe her tê nûkirin)