Ji bo lîsteyê weþanxaneyan çiqas alîkariya min kir?
Bêyî ez navên weþanxaneyan binivîsim di vê nivîsê de ezê hewl bidim ku bi hin notan helwesta weþanxaneyên kurd nîþan bidim.
Ev 13 sal in her serê salê ez lîsteya pirtûkên bi kurdî yên ku li nav salê derketine amade dikim. Li nav xelkê sazî hene vî karî dikin, mixabin li cem me saziyeke wisa nîn e, lewma bar ketiye ser milên min. Ez ne bi gazinc im lê weþanxane jî alîkariya min nakin. Tiþtên ku min aciz dike ev e.
Notên ku ezê niha parve bikim salên borî jî derketine holê belkî jê zêdetir. Ji bo ku sala bê ez hinek din bi hêsanî û bêyî zêde biwestim lîsteyê amade bikim dixwazim van notan bi we re parve bikim.
De fermo:
- Min 10'ê meha 12'yan ji li dor 20 weþanxaneyên kurdan re peyam þand û ji wan lîsteya pirtûkên wan ên bi kurdî xwest.
- Min lîsteya bi kurdî xwest lê wan lîsteya xwe ya tirkî û kurdî tev þand. Ji bo çi? Çi pêdiviya min bi a tirkî heye?Ma min a tirkî xwestiye? Ez radibim ji navê yên kurdî dineqînim. Ev yek jî dibe bar ji bo min. Halbûkî ew bineqînin dê barê min jî sivik be.
- Ez ên îsal dixwazim û çapa yekem dixwazim, ew ên kevn û çapa nû (çapa diduyan) jî diþînin.
- Hin ne lîste, yek bi yek navê pirtûkê ji ser peyama facebookê re ji min re diþînin. Ji ber ku her pirtûkek carek de þandiye, hemû ne bi hev re ne facebook destûrê nade ez bi carek de kopî bikim û ez radibim yek bi yek wan kopî dikim. De bifikirin çiqas barek giran. Halbûkî navê hemûyan bixe wordek û yek carî de biþîne, ezê jî yek carî de bigirim.
- Ez bi ser faceyê re peyamê diþînim (ligel ku dibîne û peyamê dixwîne jî) bersiv nayê; dûre ji ser whasapê re diþînim (bi heman awayî), dûre bi telefonê digerim. Yanê ji bo lîsteyê bigirim bi çend caran divê bigerim...
- Ez ji bo lîsteyê navê pirtûkê, navê nivîskar û cureyê pirtûkê dixwazim, lê ji weþanxaneyek lîste tê ligel navê pirtûkê ev jî hatine nivîsîn: "edîtor", "basili metaryal" nizanim çi... Ê heyran min edîtor nepirsiye, hûn çima min aciz dikin?...Û di lîsteya we de çima tirkî heye û ew tirkî ji min re jî tê? Hûn dizanin ezê yek bi yek van jê bibim û herhal hûn texmîn dikin ezê hê zêdetir biwestim ne?
- Ligel ew qas peyam û geriyanê jî dema min lîste weþand jî hin weþanxaneyan lîsteya xwe neþandibû. Min jî notên li nav salê girtibûn ew di bin navê wan de weþand.
- Yên kêliya dawî þandin jî hebûn.
- Ha, yên ku cih de bersiv dane jî hene, lê di nav hemû lîsteyê de sedî 20 e rêjeya wan.
- Divê vê jî ji bîr bêjim, min ji Weþanxaneya Sîtavê re peyam þandibû diyar e ku þaþiyek çêbûye nedîtiye. Berî salê bi 5-6 rojan tam ezê carek din lê bigeriyama, xwediyê weþanxaneyê Qahir Bateyî geriya û pirsî "tu îsal jî lîsteyê çêdikî yan na, ez ji te re lîsteya me biþînim"... Weþanxaneya herî baldar ew derket û sipasî heq kir.
Bi kurt û kurmancî wekî her sal îsal jî min kedek mezin da. Lê divê wêþanxane bizanibin ku ev kar ne ji bo berjewendiyên min ên þexsî ne, berî her tiþtî ji bo berjewendiya we û paþê ji bo me hemû kurdan e. Pirtûkên we yên ku li nav salê we ji me (rojnamegeran) re neþadine û belkî li cihek nûçeya wan çênebûye jî di dawiya salê di vê lîsteyê de belav dibin û bizanibin ku her sal ev lîste ji aliyê hezaran kesî ve tê xwendin.
Bi hêviya sala bê emê bikaribin lîsteya xweþik xweþiktir û têkûztir saz bikin.
***
Lîsteya ku em qal dikin:
- 2019: Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine
************************
REKLAM:
*************************