NIVIÞTÊN ÞOREÞÊ
Ji bo” Koma Xwendinê A Amedê û Endamên wê...”
Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviþtên Mor” de du dikên sehneyan heye û girêdayî van sehneyan hin sehneyên din hene.
Di sehneya yekemîn de Serleheng Bêrîvanê ye û malbata wê ye. (Malbata Bêrîvanê: Diya wê Gulnaz e, bavê wê Xelef e û mamoste ye û birayê wê yê biçûk jî Þiyar e.)
Di sehneya duyemîn de serleheng Þemsa û malbata wê ye. (Malbata Þemsa jî Semra, Sûzan, Enwer, Kemal, Selma, Mihê û Bavê wan Xalit e).
Mekan: Dêrik û taxa wê Heremiya (taxa ku ez bi xwe lê dijîm îcar çima mekan Heremiya hilbijartiye gelo tenê miraq dikim?), Qoser, Amed, Enqere û Mêrsîn e.
Em ê ji sehneya ewil dest bi romanê û karektêrên xwe bikin. Di vê sehneyê de Bavê Bêrîvanê yekî kurdhez, zimanhez, çandhez, welathez û welatparêz e. Karakterekî hiþmend e, dizane çi dike û nake. Hay ji xwe heye, haya wî ji tevgerên wî heye û baqil e.
Siyar kurê wî yê biçûk e, ew jî li dû þopa bavê xwe dimeþe, yanê bi ya bavê xwe dike. Bi hiþmend e û bi hiþmendî mezin bûye. Lê Bêrîvanê jî di heman malbatê de mezinbûye feqet di Bêrîvanê de hesta derûniya xwekêmdîyînê-xwebiçûkdîyînê heye. Bêrîvanê beþa wêjeyê dixwîne û dildar û heyranê serdestê xwe ye.
Bêrîvanê nefretê ji kurdbûna xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji navê xwe, ji hebûna xwe hema ji hertiþtê xwe nefretê dike. Ji qewmê xwe nefretê dike, ew û bavê xwe du karekterên dijber in. Loma jî daye dû serdestê xwe Tolgayê ku qet ji wê hez nake û tenê bi nêtxerabî nêzî Bêrîvanê dibe. Ji ber ku ji malbata Tolga leþkerek hatiye kuþtin (lawê meta wî hatiye kuþtin) loma dixwaze tola-heyfa xwe ji Bêrîvanê hilîne, rojekê bi hevdu re dibihurînin þûnde, Tolga dev jê ber dide, paþê hiþê Bêrîvanê tê serê wê...
Bêrîvanê karektereke bêhiþmend e, nezan e, karaktereke dilbijok e, dilbijokê serdestê xwe ye, ji mêtingehiyên xwe hez dike. Encax mirovê nezan û bêhiþmend dilê xwe bibijîne mêtingehên xwe an jî serdestên xwe. Derûniya bindestiyê, hezkirina mêtingehên xwe û dilbijokbûna serdestê xwe di Bêrîvanê de serdestî û desthilatdarî ava kiriye, heta hesta derûniyeke newrotîk û patolojîk bi Bêrîvanê ra ava kiriye. Ji navê xwe, ji cermê xwe, ji ruhê xwe yê kurdî fedî dike, ji zimanê xwe û axivtina zimanê xwe û ji hebûna xwe fedî dike. Hesta derûniyeke bêhawe a xwekêmdîyînê di Bêrîvanê de firizî ye. Rihekî û mejiyekî patolojîk û seqet di Bêrîvanê de zîl daye. Bifikirin ku mirov ji hebûna xwe, ji navê xwe hez neke, ev hesta derûniyeke têkçûnê a xwebiçûkdîyînê ye.
Bêrîvanê karektereke nezan û bêhiþmend e ji ber ku haya wê ne ji çanda wê ne ji zmanê wê, ne ji hebûna wê heye. Ji ber xwe fedî dike ku bêje ez kurd im. Em mînakekê ji romanê bidin: "Gava ku li zanîngehê hinekan navê wê bipirsiya, nedigot "Bêrîvan", digot “Berrîn".(Rp, 12) mînakên wisa û gotinên ji van hê xirabtir di romanê de hene. Tenê min ev mînak da jixwe di mînaka me de her tiþt eþkere ye.
Di romanê de ji xêndî karekterên þênber carinan nivîskar bi xwe jî mudaxîlî gotinên karekter dibe û wekî fikrê xwe yî derbarê bindestiyê ji me re vedibêje mînakek: “ Di dinyê de tu tiþt jê zêdetir nikare kêfa bindestan bîne bi qasî kêlîka ku serdestê wan wan dipejirîne (rp21)” Di vir de vebêjer fikrên xwe bikaraniye piþtî axavtinên karekteran þîroveyên xwe û fikrên xwe vedibêje, vebêj jî di vir de dibe karekterekî dinê. Dibe kesê sêyem û tevlî mijara karakteran dibe.
Di hin cihên romanê de hin gotinên felsefîk û aforîzmatîk ji devê vebêj der tê hin mînakin ji romanê: “A ku mirov bedew dike, hezkirin e.” Mirovên þikestî pir zû dixapin, “kesayetên bindest her tim xwe vediþêrin"(rp23-24) gotinên wisa di romanê de pir in, giþ ji devê vebêj der tê, piraniya van gotinan rastiyê û heqîqetê di xwe de vedihewîne.
Welhasil em werin ser karakterên xwe îcar em fêm dikin ku kesên nezan û ne xwedî hiþmend çiqasî dilbijokên serdestên xwe ne, û ewqasî jî ji ruhê xwe, ji kirasê xwe ji cermê xwe, ji hiþê xwe, ji hebûna xwe û ji navê xwe û heta heta ji bêhna xwe jî fedî dike. Ev hesta derûniya xwekêmdîyînê û nexweþiyeke patolojîk e. Bêrîvan xwe dîtir dibîne. Karektereke xwe di derûniya dîtiran de dibîne.
Li gor Alfred Adler hesta derûniya xwekêmdîyînê-xwebiçûkdîyînê nexweþiyeke newrotîk û patolojîk e. Loma jî Bêrîvanê nexweþek e newrotîk û patolojîk e, wê çaxê em dikarin bêjin civakên binndest piraniya wan an jìî ên nezan û bêhiþmend xwedî derûniyeke NEWROTÎK Û PATOLOJÎK IN gelo? Feqet Adler dibêje hesta derûniya xwebiçûkdîyînê bi herkesî ra heye û cûreyên wan hene di her kesî de bi awayekî xwe dide der a Bêrîvanê jî ji ber kurdbûna xwe, navê xwe û hebûna xwe, derûniya xwebiçûkdîyînê pê ra ava bûye.
Heman demê di sehneya duyemîn de karaktera me Þemsa jî ji ber lingê xwe yê seqet û kulek hesta derûniya xwekêmdîyînê pê ra avabûye. Xwe nexweþik dibîne, ji ber lingê xwe yê seqet û kulek dikeve derûniyeke din loma xwe bi awayekî din dîtir dibîne, kesên wilo bêtirîn tenêbûnê dihilbijêrin û tim bi refleksên tund tevdilivin. Ji ber ku Derûniya wan xirab e, nikarin biryareke di cih û baþ bidin.
Li gor Fanon kesên bindest û ên hesta derûniya xwekêmdîyînê pê ra hebin tim dikevin xeyalên serdestên xwe ango dixwazin bibin wek wan, dilên xwe dibijîne serdestên xwe, loma jî Bêrîvanê dilbijokê serdestê xwe ye, heyrana mêtingehê xwe ye. Hemû tiþtên serdestên wê pê þêrîn tê, hemû çanda wê û hebûna wê ya kurdî pê tehl û nexweþ û nexwesik tê...di Bêrîvanê de pirsgirêka kesayetiya tevayîya xwebûnê pê ra heye. Ev derûnî derûniyeke psîkanalîst e. Yanê hesta derûniyeke þexsî a hebûneke grîfîtîk e.
Li gor Lacan “Arezûya mirovî arezûya ên dîtir e” loma jî Bêrîvanê serdestê xwe diarezûyîn e. Dixwaze bibe weke serdestê xwe bi her awayî. Tiþtên ku di xwe de kêmdîyî û dibîne dixwaze, vê kêmbûna xwe bi saya serdestê xwe temam bike. Ev kêmdîbûna wê di derhiþiya wê de veþartîye, Freûd digo “Derhiþî Xweda ye.” Yanê rastî ewqasî mezin e û tu kes nikare vê rastiyê veþêre bi awayekî xwe didin der.
Lacan jî wiha digo" Rastî timî vedigere heman cihê xwe yê berê" em çer bikin jî em nikarin xwe ji heqîqet û rastiya xwe veþêre.
Dîsa Lacan wiha dibêje: “Derhiþî: “Peyvên ku bandorê li ser kirdeyê dike” û derhiþî wekî ziman tê vesazîn. Heqîqet û rastiya Bêrîvanê xwekêmdiyîna wê û bindestiya wê bi awayekî eþkere xwe daye dest. Ango em ji peyv û gotinên wê giþî fêm dikin ku peyvên wê hikumdariyê li derhiþiya wê û li zimanê wê dike û bi þiklekî xwe dide der. Belê Bêrîvanê dildarê serdestê xwe ye, helbet sedemên van tiþtan hene, bêdewletbûna wê, bêwelatbûna wê, bêzimanbûna wê, nezanî û bêhiþmendiya wê, Bêrîvanê radestî serdestê xwe dike. Derûniya Bêrîvanê a xwekêmdîyînê ketiye ruhê wê, ketiye xwîna wê, cermê wê, cil û bergên wê, ketiye mejiyê wê û hestiyê wê loma dibijoktiya serdestê xwe dike.Mirov çi di xwe de kêm bibîne xwe li wê kêmaniyê digre û dixwaze xwe bi vî þiklî temam bike, yanê bi vî þiklî xwe dike weke yê dîtir. Lê belê heta ku Bêrîvanê bi xwe dihese û hiþyar dibe bavê wê ji terefî serdestên wê tê qetilkirin ji ber kurdîaxavtinê qetil dikin. Piþtî têkildariya wê û Tolgayê ku bi nêtxerabî nêzî wê dibû, têkiliya wan qut dibe, piþtî bavê wê tê qetilkirin þûnde hiþê wê tê serê wê. Paþê qîmetê Azad jî fêm dike. Dûre Bêrîvan û Azad dibin hevalên hev û pev ra dest pê dikin niviþtên ku bavê wê bi kurdî nivîsandibûn û dabû gelê xwe bi dû pêga wan niviþtan dikeve û yeko yeko kom dike. Dema ku li niviþtan digerin xwe digîhîne dêya Newzat(Rê) lê belê Newzat li ciyê ye. Êdî ew þervanek e. Bêrîvanê xemgîn dibe, divê Newzat sehîd ketiye û dewletê teva kincên wî ew avîtiye newala qesaban, Bêrîvanê bi nête ku here bi destên xwe li Newzat bigere û xwe bigihêjîne niviþta herî dawiyê lê mixabin bi dest naxe, pasê Azad jê ra dibêje tu bavê xwe baþtir dinasî divê tu niviþta dawiyê binivîsî, Bêrîvanê bi xwe ne bawer e ku niviþtekê binivîse, talî dinivîse û diqedîne pasê dêya Newzat li wan digere û dibêje niviþta we li cem hevalê Newzat Ba ye, Hevalê Newzat Ba niviþtê ji dêya Newzat ra diþîne û ew jî ji Azad û Bêrîvanê ra diþîne. Talî hemû niviþt tên latînezekirin. Bêrîvanê niviþta xwe û a bavê xwe berawirdî dike, û dibêje xwezî tu li wir bûya bavo. Welhasil Bêrîvanë bi xwe dihese û hiþyar dibe ango hiþê wê tê serê wê divê difikirim wê çaxê ez kurd im, difikirim wê çaxê ez heme, difikirim wê çaxê zimanê min heye. Difikirim wê çaxê kes ji min ne mezintir e û ez jî ji kesî ne biçûktir im. Ez jî û em jî hene û bi qasî herkesî dîroka me, çanda me, mîtolojiya me, zimanê me hwd heye.
Îcar em werin ser derûniya xwekêmdîyîna Semsa'yê:
Þemsa jî derûniya xwekêmdîyînê pê ra heye, derûniya Bêrîvanê û Þemsa diþibin hevdu, feqet mijara wan ne wekhev in. A Þemsa derûniya nexweþikbûnê ye, esil keçeke pir xweþik û bedew e, lê piþtî seqet dimîne þûnde dikeve derûniyeke xwekêmdîyînê û bi qisûr, hezkiriyê wê Bedrano jî êdî dev jê berdide ji ber ku Þemsa êdî yeka kulek e, kulekbûna wê jê ra dibe kulek giran û derûniya wê jihevdixîne. Mîna erebeyeke sexlem bibe xirxoteyeke belawela. Ji ber kulekbûna xwe dikeve derûniya xwekêmdîyînê, divê êdî ez nexwesik im, kes êdî nema min biecibîne, Bedrano nema ji min hez dike. Di vê sendromê de hey bixwexwe dinale û diaxive. Talî hîna di ciwaniya wê de bavê wê, wê dide yekî berê zewicî û dewlemend û temen mezin, lê qet ne bi dilê Þemsa ye. Feodalîzma kurda xwe li vir destnîsan dike. Talî Þemsa û Xalîse dev ji hevdu beranade, xalîse (Hewiya Þemsa ye) ji Þemsa diheside, ji ber vê hesidandinê Þemsa tê qetilkirin ango Xalîse ji ber vê hesûdiya xwe dijminatiyê û neheqihê li Þemsa dike û dibe sersebebê kuþtina wê, dibe qesaê Þemsayê. Berî ku Þemsa û Bedrano pevre birevin Xalîse pê dihese û ji mêrê xwe ra dibêje û mêrê wê jî Hîkmet ango lawê xwe yî xwekêmdîyî tûj dike li hember Þemsayê û Þemsayê kuþtinkirin dide.
Hîkmet (Lîço) jî yekî têkçûyî û derûniya xwekêmdîyînê wî ra heye. Loma jî mijara romanê dibijokbûn, derûniya xwebiçûkdîyînê, psîkanalîzm, serdestî û bindestî, desthilatdarî, feodalîzm, pirsgirêkin jinê û jinan, desthilatdariya nêran hwd. Esasên romanê li ser van herdu sehneyan avabûye. Gelek karekter û mijarên din jî di romanê de boriyaye, lê belê îskeletê romanê Bêrîvanê, Þemsa û bavê Bêrîvanê ye. Mijara romanê van karakteran afirandine. Mijar bi karakteran ve girêdayî ye. Bêrîvan karektereke Newrotîk û patolojîk e, Semsa jî karektereke Newrotîk û patolojîk e. Ji ber ku ji hêla derûnì hiþ û aqil ve ne saxlem in. Lê Bavê bêrîvanê karekterekî sexlem û bi hiþmend e. Herdu karekterên me Semsa û Bêrîvanê xwe dîtir dibînin, lê belê dîtirbûna wan ji hevdu cuda ne. Her çiqas dîtirbûn mijareke grîfit be jî, talî herkes li gor hesî dîtir e, dîtir jî li gor dîtirê dîtir e. Ev dîyalektîkek e. Dîtirbûna Þemsa dîtirbûneke dirûvî ye, xwe û ên din li ber neynikê berawirdî hevdu dike. Dîtirbûna Bêrîvanê dîtirbûna xwe, civaka xwe û civakên din(serdestên xwe) di neynikê de didin berhevdu(ango berawirdî hevdu dike).
Di felsefeya Lacan de tevayîya xwebûniyê de berê “Ez” û xwebûn" heye, paþê jî dîtirbûn ava dibe, her diçe kesayet an jî kirde dibin pirkesayetî, kirde dibin xwedî hiþmend û bi xwe hesadin diafire loma herku diçe kirde dîtirbûna xwe û ên derveyî xwe ferq dike. Di felsefeya mijara Lacanî de dîtirbûn, arezû(dibijandin), kesayet, derhiþî û di neynikê de tevayîya kesayetîyê mijarên sereke ne. Piraniya fikrên xwe li ser vê felsefeyê dibilindîne. Þemsa û Bêrîvan Hîkmet(Lîço) jî di hundirê vê felsefê de ne. Karekterên Xwekêmdîyînê ne, karekterên xwe dîtir dibînin, dilbijok in, Skopîk in, kesayetên nerûniþtîne, lê belê dîtirbûn û Xwekêmdîyîna wan hersêyan cûda ne. Xwemdîyîna Þemsa bingeha wê hinekî Skopîk e. Xwekêmdîyîna Hîkmet him feodalîzmê û him jî ji ber hesta derûniya xwebiçûkdîyînê ye. Lê esil di bingeha hersê karekteran de jî xwestina Skopîzmê heye. Taliya talî kaniya hersê karakteran ava xwe ji psîkanalîzmê werdigirin.... em piçekî behsa niviþtê bikin di nava gel de niviþt weke biresereke bawermendiyê tê hesibandin, rola niviþtê parastin e di nava civakê de û di romanê jî hema hema heman rolê werdigire. Nivist hinekî bûye totem û tabû jî ango qebûlkirinên ku zûbizû nayê guhertin. Niviþt di vir de metafora xelasiyê ye, metafora azadiyê û welatparêziyê ye, metafora zimanheziyê û kurdpareziyê ye, esil di vir de niviþt metafora hiþmendiyê ye û weke romanekê ye. Ev roman ango niviþt weke xelasî û azadî hatiye dîyîn...
Sûdewergirtin:
Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri, Versus
Jacques Lacan, psîkanalizin Dört Temel Kavramý, metis
Alfred Adler Yasamin Anlam ve Amacý