HOSTAYÊ XAPANDINÊ
Di destpêka romana “Þampazê"de mijar koçkirin dixuye, lê paþê babeta me vediguhere rengekî din. Di romanê de malbatek ji ber dewletê ji gundê xwe bar dikin û tên li Qezê niþtecih dibin, lê belê destê dewletê bi þêwazeke din di stûyê malbatê de ye. Dema ku ji gundê xwe bar dikin bi þûn de, demek dirêj li Qezê wext dibihurîne, feqet hew dibînin ku rojekê deynê wan ên ceryanê tê, feqîran li xwe ecêbmayî dimînin, divên me dev ji dewletê berda lê dewletê dev ji me beraneda. Em ji ber wan reviyan me koçkirin, lê destên wan tim di stûyê me de ma. Em li Qezê ne lê deynê ceryanê ji me re tê, mala vikîvala û xerabe û deynê elektrîkê hatiye. Taliya talî dewlet vê malbatê û ên weke vê malbatê bi her awayî cezakirin dide. Dewlet alaveke desthilatdar e, nêr e, nahêle ên ketî hilmê bistîne, ev karê wan yê taybet, loma deshilat e.
Di romanê de karekterê serleheng di malbatê de sermiyan e û navê wî destnîþan nekiriye, yanê di malbatê de karekterê (Sermiyanê malê) me heye, lê navê wî ne eþkere ye. Çima gelo? Ev bi serê xwe pirsek e, helbet nav ne girîng e, lê çima navê karekter welew sermiyanê malê navê wî veþartî maye? Welhasil karekterê me hemû zêrên bûk û qîzên xwe ji wan deyn distîne bo ku deynê ceryanê bide. Dema ku Karekterê me diçe maliyê li kesekî xweþgoyî (Adilê Taloqî) rast tê, wexteke dirêj bi hev re dibihurîne lê talî xweþgoyê me sermiyanê malê (karekterê me) jê rê derdixîne.
Karekterê me li maliyê bi Adil Taloqî re dinase, Adil yekî xweþgo ye, dikare maran bi peyv û gotinên xwe ji qulên wan derîne. Piþtî vê li hevrasthatinê Adil xwe bi awayekî berfireh bi karekterê me dinasîne, divê ez cîranê te Seydayê Evdil Celîl dinasim û dest pê dike tayê xwe bi derzî vedike û dirêj dike ji bo ku sermiyanê me qanih bike. Welhasil gelek çîrokan dihûne û karekterê me ji rê derdixîne, divê pereyên xwe bide min ez ê deynê te bi nêvînêvî bidim û biqedînim. Karekterê me ecêbmayî dimîne, hinekî dikeve þikê, lê dîsa jî Adil bi xweþgotinên xwe karekterê me tîne ser rêya xwe û wî dixapîne. Hemû pereyên wî dixwe. Paþê diyar dibe ku navê wî Adilê Beradayî ye.
Dema ku sermiyanê me pereyê xwe teslîmî Adil dike diçe nav kulfetê xwe, hevsera wî jê ra dibêje te çi kir ew jî hemû çîrokê jê re dibêje. Jina wî ecebmayî dimîne û divê te çawa baweriya xwe pê aniye. Ew jî divê Cîranê me Seydayê Celîl nas dike û êvarî ew ê tevlî xwarina me bibe, ew ê bibe mêvanê me. Welhasil vana heta dereng dimînin tu kes nayê. Dest pê dikin xwarina xwe dixwin.
Paþê Karekterê me diçe cem Seyda Celîl, li wir rewþa Celîl dibîne dikeve þikê divê gelo ez meseleya xwe jê re bêjim an na? Talî çîroka xwe jê re vedibêje, her diçe çîrok zêdetir dirêj dibe. Lê karekterê me dev ji meseleya xwe bernade û dide dû þopa Adilê Taloqî, Welew Adilê Beradayî. Halbûkî Adilê Beradayî bi eþîrî û bi malbatî kone ne. Jina wî jî heman tiþtan dike. Welhasil Adilê Beradayî bi dînîtî dikir û bi baqiltî dixwar. Kî çû ye û hatiye xapandiye. Karekterekî serketî ye. Belê karekterekî nebaþ dixuye, lê heqê rola xwe bi cî aniye, heqê rola xwe dayê. Karekterekî zîrek e û xweþgo ye. Loma jî herkesî jê bawer kiriye.
Xweþgobûn di hûnera feylesofan de hene. Ji vê hûnerê ra dibêjin Retorîk. Di serdema Sokrates û Platon û Arîsto û hwd de xweþgoyî serdest bû. Feqet xweþgoya wan li ser heqîqet, zanistiyê û rastiyê ye, lê karekterê me xweþgotinên xwe ji bo berjewendiyên xwe û bi þêwazeke nebaþ bikartîne, loma karekterê me karekterekî dijcivak e. Derveyî karekterên din e. Katekterekî serketî yê neyînî ye. Xweþ hatiye hûnandin. Lê karekterê me yê ku hatiye xapandin bêtir safik e, du karektrên dijberî hev du ne, du karekterên berevajî hev in. Lê sermiyanê malê dev ji Adil beranade û li dû pêga wî dikeve, diçe ku li çîrokeke wî guhdar dike, li ku konê xwe vekiribe bi hinekan vedaye, Adil ji bakur, baþûr, rojhilat û ji rojava bigre heta gelek dewerèn din gelek kes xapandiye. Loma karekterekî xurt û þampaz e. Çû ye ku fena xwe li kesan kiriye. Her carê kî li pê heqê xwe geriyabe jî dîsa jî ew ji rê derxistine. Ti kesî serî pê dernexistiye. Milet êdî hevza xwe jê kiriye.
Dema ku karekterê me li dû þopa wî dikeve giþ jê ra dibêje ji bo Xwedê tu me naxe nav vê mijarê em giþ hevza xwe ji wî dikin. Me destê xwe dayê piyê me jî bi xwe re biriye loma bila nêzî Xwedê be bila dûrî me be. Her kesî êdî sofa xwe jê kiribû. Lê karekterê (Sermiyanê malê) me yekî rikdar bû. Digot ilim gerek ez wî di nav lepên xwe xînim. Ez ê talî wî zevt bikim. Lê karekterê me Adil karekterekî kone ye, çavên wî her dem li fen û fûtanbûn. Hosteyê xapandinê bû. Karekterekî zîrek e. Dizane ew ê çawa mirovan bixapîne, xapandin ji xwe ra kiribû sinhet, loma ti kesî nikarîbû serî pê ra derxista, heta dewlet lê heyirîbû.
Îcar karekterên kone zîrek in an na? An jî mirovên Zîrek kone ne an na? Yanê têkiliya her duyan bi hev re hene an na? Bi serê xwe divê van têgehan bên dahûrandin.
Îcar em dikarin bêjin mijar Zîrekbûn û Konebûn e gelo? Armanca nivîskar bi saya Adil dixwaze me hiþyar bike, an jî dixwaze bêje bi saya vî karekterî gerek hûn fêrî þikdariyê bibin. Armanc em fêrî þikdariyê bibin welew divê em þikdar li tiþtan û meseleyan binêrin. Armanc bawerî û ne bawerî ye. An jî armanc koçkirina malbatekê û piþtî koçkirinê tiþtên ku tên serê malbatên wisa safik, an jî berawirdiya konebûna karekterên bajêr û saftiya karekterên gundane...
Zehmetiya bajaran û deq û dolabên bajaran li ber çavên me raxistiye. Dewletê ji hêlkê zordarî lê kiriye, miletê wî hêlkê fen û fûta xwe lê kiriye. Yanê li jor simêl û li jêr jî rî, lê heyirî maye, lê belê karekterê me yekî hêzdar û xwedî dozdar e, dev ji doza xwe beranedaye û þopa xwe domandiye heta dawiyê.... lê belê talî Adil li tê dadgehkirin lê nahêle kes nêzî wî bibe, ne diyar e, hat cezakirin an jî ne cezakirin, roman wisa diqede, aqûbeta Adil Çetin ne diyar e, belê li dadgehê jî navê wî wisa ye. Welhasil ji jin revandinê bigre heta gelek tiþtên din di vî karekterê me de hebû.
Sînorî karekterê me ne diyar bû. Karekterekî bêtixûb e. Helbet gelek karekterên din jî di romanê de hebûn lê belê karekterê me yê serleheng Adil bû, paþê jî sermiyanê malbatê bû, ji ber ku mijar bi her du karakteran têkîldar û girêdayî bû. Loma serlenhengên me her du bûn, lê belê serlehengê esîl Adilê navguher û guhlîvîn bû.
Nivîskar Sadiq Ûskan karekterê me yê guhliv û kone xweþ hûnandiye. Esil her du karekter jî baþ hatiye hûnanin. Em dikarin bêjin demek mirov dikare bi gotinan û xweþgotinan herkesî ji rê derxîne, an jî mirov dikare însanên qels, nezan û safik ji rê derxîne. An jî mirov dikare bi xweþgoyan mirovên jîr û zana û bi bingeh ji derxîne gelo? An jî divê bawerî çawa be? Di vê serdemê de bawerî maye gelo, an jî mirovên safik mane an na? Jiyaneke bi þikdarî jiyîn gengaz e an na? Jiyana bi þikdarî ne dînîtiyeke gelo? Ev serdema ne serdemeke þikdar e gelo, an jî em di heyameke bêbawerîyê de najîn gelo? Welhasil mirov dikare gelek pirsan bipirsin....
Encam:
Mijar: Desthilatdarî (bi her awayî), bawerî, þikdarî, konetî, zîrekbûn, xapandin û hwd.
Þêwaz: Reel, çavdêrîbûn û realîst
Karekter: Rasteqînên bi xeyalan xemilî ne. Yanê karekterên me kana xwe ji rastiyê werdigirin, lê bi sêwirandinê hatiye xemilandin...