Payîzeke Natural
Helbestên Emerîkê Sidîqayê dengê vizîniyeke bayê naturalîstîk di guhê me de divizîne.
Xeml û rewþa heyatê bi þêwazeke empresyonîst û mijareke car carina folklorîk, carcarina natural û carcarinan jî klasîk hûnandiye.
Çavdêriyên þair ên bi kitekit û natural di helbestan de hem serdest in, hem jî çavdêrînên xwe radestî me dike. Di helbestan de "ez" tune ye, þair hema hema xwe ji navend û naveroka helbestan vekêþandiye, tenê nêriye û hûnaye, nêriye û bi awaza bilûreke þivanekî xwezayî çavdêriyên xwe straye.
Gelek helbestvan di helbestên xwe de serdest in ango "ez" ê di helbestê de dikin serdest û naveroka mijara xwe ji "ez ê" pêk tînin. Yanê di helbestên þexsî ên hundirînî û hestwarî de "ez" roleke girîng werdigire. Îcar di vê serdemê de helbestên natural çiqas rolek girîng werdigire ew jî bi serê xwe pirsek e.
Helbestên Emerîkê Sidîqayê diþibin wêneyên wênesazên bi nav û deng ên ku di ekola bizava empresyonîzmê de xwedî navdariyeke girîng in. Ango helbestên me diþibin dîmenên tabloyên wênesazên wekî Monet, Manet û Pîsaro û hwd.
Wêneyên van wênesazan kitekitên xwezayê bi awayekî natural û bi çavderiyên mîkroskopîk tên þîrovekirin, nirxandin û rexnekirin û xêzkirin, ango xwezayê ji nû ve þîrove dikin, bi firçe û boyaxên xwe. Loma jî Emerikê Sidîqayê helbestên xwe mîna van wênesazan bi awayekî þayesandî û bi çavderiyên xemilandî xweza ji nû ve li gor çavhiþê xwe an jî hiþçavên xwe nirxandiye û þîrovekiriye. Helbet nirxandineke kirdeyî ye, ne nirxandineke bireserî ye. Þair di helbestên xwe de hema hema mîna wênesazekî çavderiyên sirûþtî veguheztiye helbestan ango helbestvan ji hestên hundirîn bêtirîn çavdêrî kiriye, mîna bîyologegî li dû pêga kitekitên natural û xwezayî ketiye, ji ajala bigire heta þênayîyên xwezayê giþ bi awayekî mîkroskopîk mêzandiye û di tûrikê hiþê xwe de komkiriye.
Welhsail em dikarin bêjin Emerîkê Sidîqayê helbestvanekî hem natural e, hem empresyonîst e, hem folklorîk e û hem jî klasîk e.
Feqiyê Teyran jî helbesvanekî xwezayî û xwezaperest e, li gor Feqî kana her tiþtî ango kaniya heyatê û jiyînê "Av"e. Em nikarên bêjin Emerikê Sidiqîyê Feqî ye, lê belê em dikarin bêjin bêhna wî jê difûre, dewsa þopa lingên wî hene. Feqî helbestvanekî oldar û metafizîkîst e, feqet em nikarin bêjin Emerikê oldar e. Feqet ava kaniya her du nivîskaran jî kirde û bireserên xwezayê ne. Feqî helbestvanekî Metafîzîkîst e. Helbestên Metafizîkîst helbestên giþtî ne, Elîot dibêje: “Helbestên metafizîkî hemû jiyanê dihefidîne, tu tiþtî red nake.”(*) mirov nikare bêjin helbestên metafizîkîst behsa çend mijaran dike ango mijar berfireh in, lê belê helbestên Emerikê Sidîqayê helbestên piranî xwezayî ne, ne berfireh in, helbet li gor mijarên helbestên Feqî, Emerikê helbestvanekî pirtir ilmî ye, ilmîyeke çavkaniya xwe ji çavdêriyê werdigire, belê a Feqî jî ilmî ye, feqet ilmîyeke olî ye.
Ji romanûsan Emile Zola jî romanûsekî naturlîst e. Ji kitekitên mekanan û dîmenên natural hez dike. Îcar ev pirs tê hiþê mirov gelo ev serdem, serdema wêjeya natural e an na?
Helbet curehelbestnivîs jî tercîhek e. Di helbestan de teqezî ne gengaz e, an jî mirov nikare tespîtên teqez deyne, feqet mirov dikare bêje pêga naturalîzmê û dewsa pêga naturalê ji helbestvanê me tê. Îcar em werin ser" gotin" û" ajalên " ku di helbestan de pir hatine þixulandin.
Di helbestan de "Hesp" û gelek heywanên din cihekî girîng wergirtibû. Di helbestan de "Hesp" mîna karekterên roman û çîrokan bûbûn serleheng, lê belê gelek cûreyên heywên di helbestan de cî wergirtibûn. Helbet heywan wekî metafor û lehengan hatine þixulandin.. çawa ku di helbestan de cureyên heywana zêde hatibe þixulandin, heman demê di gelek helbestan de jî gotina "þîret"ê jî hatibû þixulandin. Þîret pirtirîn di gotinên pêþiyan û di biwêjan de hene. Halbûkî di roman, çîrok û helbestan de çiqas þîret tune bin ew qas baþ in, feqet þîretjêderxistin mirov bi xwe ji berhemekê derxîne a wê çaxê ew ê hîna baþtir û serketîtir be.
Di helbestan de "Tenêtî û Tenêtiya hiþ û hestan jî" cihekî taybet digirin.
Gotinên wekî "Newal û Berf" jî pir hatibûn bikaranîn. Ji van bêjeyan jî dixuye ku bê çiqas helbestên xwezaperestîk e.
Zarokatîyê jî mohra xwe li rûpelên helbestan xistibû. Di gelek helbestan de çavdêriyên þair bûbûn pexþanivîsên natural, behsa bîranînên berê ên di kulîna lihêfan de mabû hatibûnkirin.
Welhasil di helbestan de kesê sêyem çavdêriyên xwe veguherandibû helbestên xwezayî ên jiyanê. Em hin mînakan ji helbestên xwe destnîþan bikin:
"Teyr û teyrede per û perwazan dikudînin ber bi berîya dûr, lê diçêrin keriyê pez û surîyê dewêr, kuçikekî çavreþ î dirr, þivanekî pîr, keweke teqlebaz, qijika belek, rovîyekî pîr diziya mirîþkan dike, kihêla þêh, çiloyê çibrebîya, dengê mike mika bizinan dibire. Guling pirr dibin ji rêwitiya berrîyê, ne'we ne'we piþîkê, daweta gur û rovî, çar heb werdek, beqên þevê kerr, kûsîyên dêm a kelemên kaxan bêpes dike, marê teyar î tevizî, du kivrûþkên piþthêþîn, tajiyekî pî tazî! Bayê ber êvarê rûyê pûþê payîzê radimûse, bilbil, masî, Di benda bostanan da qaqilên zebeþan....berfa nermijî, cotên kewê gozel, çirçirkên dengbêj, kulîyên berfa hûr, berxê nêrî mijoke ne, berf, payîz, havîn, zivistan, bihar, reþêle, hecîlegleg, qaz, beytik, marqîzer, beq, miþk, morîstang, fatfatok, kêzik, kurebeþk, çivîk, tîremar û hwd (Hema hema ji hemû rûpelan hatiye wergirtin)" Em dibinînin ku senfoniya xwezayê, senfoniya heywanan, senfoniya demsalan û senfoniya hirîna hespên kihêl, kumêt û hed bi çargavî helbestên xwe yên natural bi çargavî dirêsîne. Di hemû helbestan de a ku serdestî kiriye xweza ye. Rihê
"Vê Lehzê Payizê" li ser kevir û qûçin bena xwezayî hatiye avakirin.
Kevirên bena me, ji çavdêriyan heywên û þênayiyên xwezayê hatiye avakirin. Helbestvan ne di hemêza helbestên xwe de ye, xwe ji hemêza helbestên xwe vekêþandiye û wekî kesê sêyem nêriye û paþê dîtinên xwe di cuherê de xwe de komkiriye, dûre li bêjinga hiþ û aqlê xwe de werdaye.
Taliya talî helbestên empresyonîst û natural hatiye avakirin. Yanê Emerikê Sidîqayê xweza li gor xwe di mercekên çavên xwe de borandiye û þîrovekiriye, dûre jî þîrovekirinên xwe veguheztiye helbestên naturalperesetîk...
(*)Kurtedîroka Wêjeyê, John Sutherland, Alfa, 84