GOTINÊN BÊRIH
“Hay ji hinek bê-hiþan heye ku helbest bi “îlhamê" wekî mirov dendikan çerez bike di hundirê du-sê deqeyan de tê nivîsîn; û bi piþtre jî mirov radibe ser xwe û li kêfa xwe dinêre. Divê herkes pê zanibe ku bi îlham-mîlhaman tu ‘tiþt'nayê çêkirin, helbesta ku bi dahka îlhamê hatiye nivîsîn, a herî qels û xerabe ye. Mîtolojiya îlhamê(henaseyê) a ku Xwedê devê xwe tîne ber guhê helbestkêr û rêzikên helbestê bi dizîka li ber guhê wî jê re dike kurtepist çîrokeke þaþ û dereweke mezin e. Heger ne wiha bûya P. Valèryî ji helbestkêr re nedigot “endezyarê(muhendîsê) wêjeyê" û E.A.Poe'yî jî xebata helbestê ji rasthatiniyê bi wêdetir nedihesiband û ji bo helbestê nedigot, “Ew wekî xebateke matematîkê ku rist bi rist bi awayekî lojîk tê ava kirin" (1)
Li gor Rênas Jiyan helbest bi “xebat û çêkirinê” ava dibe. Yanê xebat tê wateya têr û tijîbûnê û çêkirin jî bingeha xwe ji vê têr û tijîbûnê werdigire. Yanê mejiyekî/e vala nikare çêker be. Zanîn û zanyarî ji helbestê lazim e. Feqet bêheyecan jî ev têr û tijîbûn nikare çêkereke bi çêj ava bike. Divê ruh vê çêkerê û xebatê bixemilîne, ango bi ruh bike. Zanîn, xebat û zanyarî biruh nebe, dê ew xebat û çêker ew ê rijî bimîne. Ji ber ku helbest ne felsefe ye, ji ber ku felsefe hiþk e, helbest û wêje nermik in, felsefe piranî ramanî ye, helbest hest e û ramanî ye. Helbet divê di rihê helbestê de felsefe jî hebe, ne ku bi temamî redkirin be, lê helbest piranî zanyariyeke estetîkkiriye, melodîyeke çêkirî ya ku bi zanyariyê ve xemilî ye.
Helbest estetîk e. Huner e. Hest e. Esil mirov nikare helbestê tam kategorîze bike. Yanê em nikarin bibêjin helbest 2x2= 4 e, zimanê helbestê ne tenê matematîk e, gelek tiþt e, loma em nikarin kategorîze bikin.
Helbestên Fewzî Bîlge ji du beþan pêk tê, beþa ewlî ji axaftinên bixwexweyî pêk tê ango hinekî diþibin monologan, devê axivan vedibe û nasekine, ziman gotinên xwe yên bêrihîn dirêsîne, gotinên me mirarî, mirî û sar in. Yanê peroþiyekê nade mirov, mîna mirovên ku tu xwîna wî bi þiranqê jê bikêþîne û paþe tu wî/ê axaftkirin bide. Gotinên me ji devê kesekî xwîn jê kiþyayî tê rêsandin, gotinên kesekî sar e, mîna peykerane gotin û bêjeyên me, loma bê heyecan e, bê rîtmîk in, halbûkî gotinên bixwexwe yî çiqas ne di ahengekê de be jî ew qasî jî bi aheng in û xwedî rîtmîk in. Bêrîtîm bûn jî rîtîmek e. Gotinên bixwexwe aporetîk in, berê gotinan ne diyar in, ew ê çawa bireþin û li ku biqewime ne diyar in, feqet dîsa jî gotinên me têkîldarên hev in. Welhasil helbest muzîk e, helbest wêne ye, helbest peroþiya ruhî ye, helbest têr ûtijîbûna zanyarî ya dil û hiþ e. Helbest nota ye, helbest dengê têlên kemanê ye. Helbest dengê çîvîkên cihêreng in, helbest rengên cur bi cur in, helbest dengê têlên rih e. Helbest jineke nazenîn e. Feqet helbesta me di beþa ewilî de di rîtmîkek sar û di nîzameke dûzik de hatiye nivîsandin, ango mîna nîvîseke dûzik e. Di helbestê de heyecan tune be, welew di nivîsekê de heyecan tunebe ne tamê dide mirov ne jî baldariyê dikêþîne. Teqez divê di nivîsan de peroþî hebe. Helbest dengê niqutka avê ye, helbest dengê rîtma bayê ku li daristanan deng derdixîne, helbest xiþîna dengê pelên daristana ne, helbest dengê pêlên behrê ye. Tiþtên ku rih rehet dike, tiþtên ku rih bihizûr dike, ne ku bêhizûr dike, helbet bêhizûrbûn jî bi serê xwe dibe ku helbest be. Feqet dema ku dibêjim helbest peroþiya rih, rîtmîka têlên rih, rîtmîka heyecana hundirîn a hiþ û rih tê bîra min, yanê helbest têr û tijîbûna hiþ û rih e. Aveke zelal e helbest, dengê dil û hiþ e, aþê dil û hiþ e, tûrikê dil û hiþ e, tûrikê zanînê ye. Di tûrikê Fewzî bîlge de zanîn heye feqet rih kêm e. Gotinên me giþ li ber mirinê ne, gotinên me li ber devê giyotînê ne, xwîna gotinên me jê kêþiyane û li ber mirinê ne. Helbest pelên darê ne, helbest ne kelem in, helbest kenên zarokekî ye, helbest lîstîka zarokekî ye, helbest peroþiya zarokekî ye. Helbest þoreþ e. Feqet di helbestên Fewzî Bilge de helbest dapîr in, bapîr in û axeke sar e. Helbestên Fewzî Bîlge helbestên darbestê ye. Helbestên tirban e. Bêhna goristana ji helbestên Fewzî Bîlge tên. Helbet ev þêwaz jî tercîhek e. Yanê ev nayê vê wateyê ku helbest wisa nayê nivîsandin. Feqet dema ku dibêjin helbest romantîzm û melankolîzm tên bîra min, helbet li gor serdemê êdî wexta romantîzmê û melankolîzmê hilatiye ango qediya ye feqet ji bo kurdan hîna nehilatiye, ji ber ku di þoreþê de romantîzm heye, ji ber ku hîna kurd di þoreþê de ne, loma jî bo kurdan hîna nû romantîzm dest pêkiriye.
Halbûkî di serdema post-modern de êdî romantîzm filan û bêvan nemayî, di serdema post-modern de êdî ji hestan û zanyariyê wêdetir, kapîtalîzm bûye pêþeng, heyama makîneyê bûye pêþeng, ango heyama teknolojiyê êdî pêþengiyê dike hemû tiþtên ku heyî hatiye hilweþandin û ji romantîzmê dûrdiketiye heyama nû, heyama nû hikumdariya mirovan ya ku li dijber xwazayê ye, loma em jê re dibêjin heyama post-modern. Di vê heyamê de, paþeroj dihilweþin paþeroj tune dibin, êdî hew pêþeroj heye, þikdarî û nediyarî heye hwd. Feqet ji bo me romantîzm nû ye, em hîna nû romantîzmê dijîn, em di nav romantîzmê de ne, her çiqas em xwe li modernîzmê rakêþîne jî em hîna ne di wê astê de ne. Bi her awayî em wisa ne, hem jiyana rojane û hem jî di nivîs û wêjê ye de, feqet hewldanên postmodern û modern jî hene. Her çiqas postmodern dijmodern be jî, talî ava cihoka wan di cêfînekê de dikomile. Yanê ew qasî ne dûrî hev in. Hem dûrî hev in, hem jî têkîldarên hev in. Hem xweser in, hem jî ne xweser in.
Helbest, divê bi qasî wêneyên Kandînsky bi rîtmîk bin, bi aheng bin, razber bin. Wêneyên Kandînsky dijfîguratîf in, loma post-modern e. Dema ku mirov li wêneyên Kandînsky dinêrin mirov dibêje qey mirov li muzîkekê guhdar dike, mirov dibêje qey mirov li helbestekê guhdar dike, wêneyên Kandînsky Razber in, hunereke post-modern e. Rengên hemû tabloyên wî bi aheng in, xêzikên wî, dirûvên ku xêzandiye giþ di ahengekê de ne, matematîk e, geometrî ye, geometriyeke analîtîk e, ango zanyarî ye, zanîn e. Hem huner e, hem jî zanîn e, hest e, heyecan e, divê helbest jî wisa bin. Loma wêneyên Kandînsky muzîkek modern e, helbestek e modern e, mîmarîyeke modern e, hilweþandina qaîdeyane, rûpelekî nû ye, di dîrokê de. Feqet di helbestên me de em rûpelên nû nabînin, helbet li gor rewþa civaka me rûpelên nû heye, feqet li hember dinyê rûpelekî nû tune ye, pêngav hene. Pêngavên me dengdayîneke mîna çirûskekê ye û heww! Ji bo dengdayînê xebateke hêja ya bi her awayî pêwîst e. Di helbestên me de hêvî û bêhêvîbûn di beþa ewil de cihek ji xwe ra wergirtiye, di vê beþê de nivîskar bixwexwe diaxive mînakek: “ez ê ji te re baranan bibarînim. Vekim kulîlkan. Çavên te wek yên min bibînin. Birikibin seraqet þoreþan. Wê kêliyê ez ê bêjim godot jî nehat, tu jî nehat.” (rp, 11) heke baranan bibarîne, heke kulîlka veke, wê çaxê em dikarin bêjin hêvî heye, bendawarî heye. Jixwe li bendemayîna Godot hem hêvî ye, hem jî bêhêvîbûn e. Esil di vê ristê de þoreþa hêviyê heye, feqet dîsa jî bêhêvîbûn di bin kirasê vê ristê de bi awayekî veþartî hatiye nixumandin.
Em li mînakek dinê binêrin: “kîjan þoreþ bê reng e. Kîjan ne sor e. Dawiyê nebûye ala wan. Slav li hêviyên te yên hîn negihiþtine miradan. Û li hemû qîzikên çavþîn ku awirên wan diþibin pêlëm bejran.” (rp, 12) di vê ristê de kirasê þoreþê û hêviyê hatiye fesilandin. Helbesta bindestan hatiye rêsandin. Em dibînin ku di risteyan de hem þoreþ heye, hem jî hêvî, jixwe bê þoreþ û bê ked hêvî ava nabe. Taliya talî di beþa ewil de ango di beþa bixwexwe axivînî de; hêvî, þoreþ, rengê sor, aso, ezman, tarîtî û tenêtî bingeha kevirên bena beþa ewil ava kirine. Îcar ka em li van kevirên xwe yeko yeko bimeyzînin.
Hêvî: Li gor Cioren: “Hêvî koletî ye." Li gor Nietzsche “Hêvî dirêjkirina îþkenceyê" yanê talî her du ramanger bi awayekî neyînî li hêviyê dimeyzînin, feqet di helbestê Fewzî Bîlge de hêvî hem koletî ye, hem jî bendewarî ye ango di helbestan de bi qasî ku hêvî heye, ew qasî jî destê xwe ji hêviyê þûþtin jî heye. Ji navê pirtûkê jî diyar e ku hêvî û bê hêvîbûn hatiye destnîþan kirin. “Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" gotinên bêrih in. Gotinên ên dawiyê ne. Belkî gotinên ên dawiyê, gotinên azadiyê bin, gotinên hêviyê be... Gotinên dawiyê ên bê-hêvîyê ne. Hêvî bendewarî ye. Ger hîçbûnek ava bibe belkî a wê çaxê hêvî bêwate bimîne, an na ne gengaz e ku mirov bêhêvî bijî.
Þoreþ, bingeha hêviyê ye, bêçalakî hêvî naafire, çalakiya hiþ, êqil û laþ tune be hêvî jî ava nabe. Loma þoreþ herdem hêvî ye, hêvî jî herdem þoreþ e. Ji ber ku bi awayekî diyalektîk pevgirêdayîne.
Rengê sor, di beþa ewil de dewsa xwînê de hatiye bikaranîn ji ber ku cihê þoreþ hebe, helbet dê xwîn jî hebe. Kîjan þoreþ bêxwîn boriyaye. Rengê sor di xwezaya xwe de jî têkoþînê dihewîne. Rengekî têkoþer e. Heman demê de di nav civakê de wekî rengê erotîzmê jî tê pênasekirin. Di nav kurdan de jî rengê sor cihekî taybet werdigire.
Ezman û aso, berfirehiya ramanê derdixîne holê, nêrîneke navnetewî dihebîne, nerîneke gelemperî ye. Heman demê xewn û xeyalên berfireh di xwe de xwedî dike.
Tenêtî û tarîtî, piranî melankolîzmê, romantîzmê di xwe de xwedî dike. Feqet tenêtî heman demê de xurbûneke. Ji ber ku Arîsto digot: “Ên ku tenê karibe bijîn divê ya Xweda be ya jî gerek heywan be" loma jî tenêtî dijwar e.
Ji beþa duyem risteyek:
Ji helbesta “derba yekemîn"
“dema postmodern jî tê de tu car
Wî bayê sor lêketî-ket
Kêliyek berê di guhê min de got:
“navê te ne di lîsteya schîller de ye" û boriya “
Lîsteya Schîller fîlmekî li ser trajediya cihûyan ango li ser qirkirina cihûyan hatiye kêþandin. Fewzî Bîlge di vê risteya xwe de xwestiye rewþa bindestan berawirdî bike. Ango xwestiye rewþa kurdan û cihûyan berawirdî hev bike. Loma helbestên Fewzî Bîlge helbestên bindestiyê ne. Derûniya bindestiyê ye.
Ji ber ku Spanya bindestê Francoyî bû Lorca derket, ji ber ku Þîlî bindestê Pînochetyî bû Nerûda derket, ji ber ku demekê Fransa bindestê Hîtlerî bû Renè Chare derket, ji ber ku Rusya bindestê Stalînî bû Mayakowsky derket. Yeats ji ber ku ji Îrladanyê bû, Yeats e; gava ku Yewnanistan neêþandina Rîtsos nediza. Çima M. Derwîþ Filîstînî ye lê ne Îsraîlî ye. Beyrûd ji guleyan qulqulikî nebûya Kanbbanî wê ji kîjan qullikê biwelidiya?
Bindestiya welatekî çiqasî mezin be, helbesta wî welatî jî ew qasî mezin e. Lê divê em bi rewþa Baudelaireê fransî, Rîlkeyê almanî an jî Browningê îngilistanî ya serdest nexapin, erê ew di civakên serdest de jiyabûn, lê di hundirê civakên serdest de ew xwedî dinyayên bindest bûn, ji lew re ew jî hene û bi qasî helbestkarên bindest serketî ne.(2) Yanê li gor Rênas jiyan helbestvanên bindest helbestvanên herî serketî ne, ji ber ku welatên kurdan bindest e loma helbesta wê jî bindest e. Yanê ji ber derûniya bindestiyê nivîskariyeke xurt derdixîne holê, helbest rastiya vî tiþtî heye feqet dema ku kesên ne jîr û jêhatî û kedkar be nikarin nivîskariyeke baþ û hêja û kêrhatî biwelidîne, bi tenê bindestiyê û serdestiyê helbestên baþ û xurt nawelidin, divê hevîrtirþkê nivîskêr di rihî wî de hebe, paþê jî hevîrekî di wexta xwe de hilatî û tenûreke agirê wê di cih de ango tenûreke agirê wêne har hebe wê çaxê nanên baþ û kemilî ew ê derê ji tenûrê. Gelek nivîskarên bindest hene neafîrîner in, gelek nivîskarên serdest hene ne afirîner in. Feqet ên afîrîner jî hene. Ango divê bizirê hunerê bi te re hebe, an na nivîskariyeke baþ nawelide. Bê bizirê baþ ne rezekî baþ û ne xerzikekî baþ dizê feqet divê tu vî bizirî têr bike. Yanê ji nivîskariyeke baþ divê ewil bizirekî baþ û baþê xebat û çêkerek baþ pêwist e. Bizir çi ye? Bizir çavkanî ye. Bizir dewsa genetîkê werdigire. Taliya talî Fewzî Bîlge jî helbestvan û wênesazekî bindest e, pênûs û firçeya wî jî bindestiyê diteyîsîne, neynika helbesta bindest li dar xistiye, wekî gelek nivîskarên bindest....
1, 2) Ji Þevê Re, Rênas Jiyan, rp-96, 123, Belkî, Cerribîn-Rexne