Nebaniya di ‘Kakil’ê Dilawer Zeraq de
[Jorenotek; Ji bo wan kesên ku ji bilî kurdî û tirkî zimanekî din nizanin û neçar in ku xwendinên xwe yên teorîk di ser tirkî re bikin, lêkolîn yekcar zehmet dibe. Îlam jî di warê termînolojiyê de... Lewre piraniya xebatên teorîk ên tirkî ji zimanên din hatine wergerandin û ev jî gelek caran bûye sedema serhevde û arîþeyan. Wek tê zanîn, wergêriya maqûl ew e ku wergêr þûna wergereke rasterast, pêþî ruhê têgihê zeft bike, piþtre di çanda xwe de li wî ruhî bigere û têgiha di zimanê xwe de tê bikaranîn bibîne. Sermeselê; di vê nivîsê de qest ‘yabancýlaþma’ ya tirkî bû. Ango ‘nebanî’ya ku di serenivîsê de derbas dibe, tê maneya ‘yabancýlaþma’ya tirkî. Heke me têgiha ‘yabancýlaþma’ rasterast wergeranda kurdî diviyabû me bigota ‘biyanîbûn.’ Lê –em ê li jêr jî bibînin- ‘yabancýlaþma’ têgiheke bergehfireh û piralî ye. Ji ber ku rasterast ne ‘yabancýlaþma’ya tirkî ye nebû ku em jê re bibêjin ‘biyanîbûn’ û me jê re got ‘nebanî’ ku ev peyv di kurdiya berbelav de jî têgiheke karîger e. Mînak; Miha ku do zabû hê jî li berxa xwe nebaniye. (Mihê hê jî ew wek berxa xwe nedîtiye ku dêtiyê jê re bike û berxê bimijîne)
Giyanê min î ku li tu tiþtî nedibaniya ji bilî azadiya xwe. (dil li tu tiþtî rûneniþtiye, giyan tiþtek aîdî xwe nedîtiye ji bilî azadiyê (Çavkanî; WQ Ferheng)
Dibe ku ev binavkirin jî þaþ an jî cihê nîqaþê be. Lê dîsa jî em ê di vê gotarê de ‘nebanî’yê bi kar bînin di þûna ‘yabancýlaþma’ya tirkî de, heta rojekê xebateke berfireh î termînolojiyê hatiye kirin û li ser têgihekê hatiye lihevkirin.]
Kurte; Þer, yek ji qewimînên trajik e ku bandoreke mezin û demdirêj li civakê dike. Dîrok, li gor arþîv û dokumantên heyî bi awayekî kronolojîk û bi lênêrtineke objektif, di pevgirêdana ‘sedem-encam’ de pêwendiyê bi þer re datîne. Lewre armanca dîrokê ew e ku di ser delîlên þênber re xwe bigihîne rastiya maddî ya þer. Wek zanisteke civakî, edebiyat jî -bi temamî ji dîrokê ne xweser be jî- bi rê û rêbazên xweser, di bin banê hunerê de pêwendiyê bi þer re datîne. Ango edebiyat bi aliyê þer ê manewî re eleqedar e, dijberî dîrokê ku bi aliyê þer ê maddî re eleqedar e. Û çima ku metnên edebî wek metnên dîrokî xwe naspêrin rasteqîniyê lê xwe dispêrin sêwirandinê, li gor metnên dîrokî ne objektîf lê subjektîf in. Wekî din; estetîk, hêma, felsefe, xweþbêjî hin taybetiyên din ên sereke ne ku edebiyatê ji dîrokê vediqetîne.
Wek du zanistên ku bi nûansên biçûk ji hev vediqetin lê ji heman cihokê ava xwe digirin, di navbera edebiyat û dîrokê de sînorkiþandin ‘bi dêv’ hêsan be jî di pêkanînê de zehmet e ku ew sînor neyê binpêkirin. Em ê jî di vê derbarê de (þer, gundþewitandin û koçberî) li pirtûka‘Kakil’ a Dilawer Zeraq hûr bibin ku di pêwendiya serdestî û bindestiyê de pencereyek li nebaniyê vekiriye.
Di metnên felsefîk û edebî de pêwendiya nebaniyê bi ‘kakil’ û ‘afirandinê’ re
Eric Fromm1, nebaniya ku bi gelek zanistan re (felsefe, sosyolojî, psikoloji, teolojî) têkildar e, wek ‘nerihetiyeke derûnî’ pênase dike. Xuya ye qesta Fromm ji ‘nerihetiya derûnî’ hesta ku nebanî bi meriv re çêdike ye. Rast e, kesê ku nebane ango kesê ku dikeve rewþa nebaniyê ji hêla derûnî ve nerihet e; aciz û tengijî ye. Baþ e lê nebanî çi ye?
Nebanî di ferhengan de wiha tê pênasekirin2; “Nebanî ew rewþa derûnî ye ku nahêle dilê meriv li tiþtekî ku ew aîdî me ye rûne. Ango nahêle meriv wî tiþtî ‘ji xwe’ (aîdî xwe) bibîne, di dilê xwe de bihewîne û jê hez bike.” “Ji hêla hestî ve dûrketina meriv a ji xwe, ji derdora xwe, ji berhemeke xwe ye.” Kesê ku li tiþtekî aîdî xwe ye nebane, wî tiþtî aîdî xwe nebîne niheriteyeke derûnî lê radibe. Di vê pêwendiyê de, mînaka li jor a mih û berxê, kêm caran tê serê însên jî. Sermeselê jina ku hê nû welidandiye carinan ji bo sebiyê xwe dikeve heman rewþê, sebî ji xwe, aîdî xwe nabîne û naxwaze sebiyê xwe bimijîne ku di psîkolojiyê de jê re ‘sendroma zêstaniyê/lohusa sendromu’ tê gotin.
Da ku mesele ji hev derê û mînak þênbertir bibe pêdivî hinekî din bi veçirandina pênaseya li jor heye. Loma jî dixwazim balê bikiþînim ser peyva ‘aîdî xwe.’ Heke em li ser mînaka ‘mih û berxê’ an jî ‘jin û sebî’ bifikirin di her du mînakan de afirandinek (welidandin) heye. Nexwe ji peyva ‘aîdî xwe’ qest divê afirandin/welidandin/çêkirin/sazkirin be. Lewre Karl Marks3 jî ku bi nêrîneke kapîtal nêzî nebaniyê bûye, balê dikiþîne ser heman afirandinê; karkerek bi keda xwe, bi zanîn û zenaata xwe û bi xwêya eniya xwe erebeyekê çêdike lê çima ku pereyê wî têra wê erebeyê nake ku bikire û lê siwar bibe, karker li wê erebeyê nabane. Tevî ku erebe berhema afirineriya karker e, pêwendiya di navbera afirîner û berhemê de, di navbera wî û erebeyê de çênabe. Mîna yekî ji derve be li erebeya ‘aîdî xwe’ (ji ber ku wî afirandiye) dinêre. Her wiha Alî Þeriatî4 jî ji hêla olî ve nêzî nebaniyê bûye, bi mînakdayînên cihê bal kiþandiye ser heman têgihê (aîdiyet) û xwe gihandiye heman feraseta li jor a di derheq nebaniyê de.
Têgiha ‘aîdîyet’ê di hin çavkaniyan de -îlam jî di çavkaniyên felsefik de- dirûv guherandibe û bûbe ‘kakil’ (tr; öz) jî feraset yek e. Sermeselê di Ferhenga Felsefeyê5 de nebanî wek ‘dûrketina bîreweriyê ya ji kakilê xwe’ hatiye pênasekirin. Dîsa Hegel6 -li gor E. Fromm, Hegel yekem kes e ku têgiha nebaniyê bikaraniye- di derheq nebaniyê de dibêje; nebanî ew hest e ku meriv ji kakilê xwe dûr dixe û dike xeribê dinyaya ku meriv bi ked û zanîna xwe ava kiriye. Li gor Hegel ew dinyaya ku meriv bi destên xwe û li gor dilê xwe ava dike, dibe “dinyayeke mirî” û têkiliyên meriv ên bi civak û kesan re jehrî dike.
Di çîroka ‘Kakil’7 a Dilawer Zeraq de ku çîrokê navê xwe daye pirtûkê jî, xuya ye nivîskêr jî ji bo ku paþxaneya çîroknûsiya xwe bispêre nebaniyê, serî li têgiha kakil daye; “Kakil hebûn e, nûbûn e. kakil ruh e, evîn e, jiyan e. Loma bajêr qalikek ji bo kakilê xwe çêkiriye; qalikekî hiþk ku tu derb û hêz nikare wê biþkêne. Wekî qalikê dendika xoxê ku dema dikeve bin axê, axa qedr û rûmetzan wî dihewîne û bi fêkiyên xweþiktir û bi çêj wî ji nû ve divejîne, keremî mirovayetiyê dike. Loma bajarê min li çarmedora xwe bedenek ava kiriye; bedeneke ji kevirên reþ ku rengê reþiya çarenûsiya wî dinimîne. r.54”
Kakilê tiþtekî hemû qodên wî tiþtî ne ku wî tiþtî ji tiþtên din vediqetîne û dike xweserî xwe. Sermeselê; kakilê bajarekî -ji ber ku di çîrokê de qala kakilê bajêr tê kirin- bîra (hafize) wî bajarî bi xwe ye û bîr; ji çand, mîmarî, nirx, dîrok û demografiya wî bajarî pêk tê. Ji ber ku yên bi deng û rengê xwe demografî, dîrok, mîmarî û çanda wî bajarî pêk tînin niþtecihên wî bajarî ne, divê rengê bajêr biþibe rengê niþtecihên bajêr. Heke ji ber sedemên curbecur rengê bajêr biguhere nexwe bajar ji kakilê xwe dûr ketiye û ew ê jî bibe sedem ku bajarî, bajêr aîdî xwe nebînin (an jî xwe aîdî bajêr nebînin.) Ji qewlê Hegel ve bajarî li bajêr nabanin û ew ê bibin xeribê bajarê ku wan bi zanîn û kelepora xwe, li gor bîra xwe ava kirine. Nexwe nebanî dikare wiha bê formûlezekirin; 1. Afirandina tiþtekî 2. Rûdanek, qewimînek, sedemek 3. Nebanî, hesta bêaîdiyetiyê.
Nebaniya di ‘Kakil’a Dilawer Zeraq de
Bi qasî ku em dixwînin, di çîroka ‘Kakil’ de her çi qas bajêr ji bo ku kakilê xwe biparêze ji xwe re qalikek (birc û beden) çêkiribe jî dîsa jî hin guherînên ku li kakilê bajêr nakin qewimîne; “Min ji Deriyê Çiyê ber bi Deriyê Rihayê dest bi rêveçûnê kir. Çavên min peykerekî ket; peykerekî bi rûyê xwe yî sar, bêpêjn berê xwe dabû þûnwarê Þêxê min û çil û þeþ hevalên wî ên gorbihuþt. Ez kêliyekî di cih de mam sar. R.53” Sermeseleya qodên civakî û kakil; Ji bo ku peykerê kesekî bê çêkirin divê ev ‘zat-i muxteremek’ ango kesayetekî qedirbilind û ji bo wî bajarî xwedî giranî û girîngiyekê be. Lê di çîroka Kakil de, ji qewlê vebêjêrê çîrokê ve ‘peykerekî rûsar’ heye û xuya ye ji bo ku ew peykerê rûsar li wê derê bê danîn tu sedemek tune, ji ber ku vebêjêr him peyker bi neyînî (rûsar û bêpêjn) taswîr dike, him di cihê xwe de dimîne sar û him jî naxwaze peyker bibîne; “Min ji bo demekê çavên xwe ji ser wî da alî û mîna ku xwe bixapînim bala xwe da dorhêla xwe. r.53” Nexwe, peykerê rûsar ne ji wan kesayetan e ku li ber dilê niþtecihên wî bajarî qedirbilind e. Tew heke em di nava pêwendiya tevgerên vebêjêr û di nava pêwendiya hemû çîrokên di pirtûkê de bifikirin, ew þîrove jî wê ne zêdegaviyek be; dibe ku ‘peykerê rûsar’ ji wan kesayetan be ku xisar gihandiye kakilê wî bajarî, loma vebêjêr ewqas jê aciz e û naxwaze li rûyê wî yê sar binêre.
Li aliyê din, ew kesayetê ku vebêjêr wek ‘Þêxê min û çil û þeþ hevalên wî’ bi me dide nasîn, bi erênî (gorbihuþt) tên taswîrkirin. Li gor salixdana nivîskêr, nebe peykerê ku li kakilê bajêr dike peykerê ‘Þêx û çil û þeþ hevalên wî’ be? Û loma jî nebe ku peykerê rûsar ne li ber dilê avakirên bajêr lê li ber dilê xirakirin bajêr qedirbilind be? Ewê jî nebe sedema bajarekî ji kakilê xwe dûrketî? Nexwe niþtecihên bajêr wê li bajarê ji kakilê xwe dûrketî nebanin û ew nebanî jî wê bibe sedema nerihetiya derûnî ya bajariyan.
Li gor formûlasyona Hegel; bajarê ku bav û kalên wî li gor çand û kelepora xwe ava kirine (afirandin) ji ber guherînên ne li gor kakilê bajêr (rûdan, qewimîn, sedem), ji qarekter re wek bajarekî ku ne ‘aîdî wî’ ye xuya dike (nebanî, bêaîdîyet). Xwe aîdî bajêr nabîne lewre qarekter hewl dide, dixwaze bajar pê re bipeyive, ango xweditiyê lê bike, lê bibane; “Ez xwe li bedenên ku êþa bajarê min di kevirên xwe ên reþ de direngînin, digirim; da ku bajarê min ji min re çêla heyamên avabûna xwe bike, çêla dîroka xwe, wan êriþên xedar û hovane ku lê hatine kirin. Da ku ji min re çêla demên xwe yên xweþ û bextewar bike, çêla evîndaran bike (…) çêla bextê xwe yê reþ, çêla hebûna xwe, berhemên xwe, nav û navdariya xwe. Min dixwast bajarê min bi min re bipeyive. Belkî wê hingê ev lerizîn û giraniya tevzînok ku weke tevizîna zivistanê ketiye nav canê min, bisekine. r.55” Lê çênabe, bajar xweditiyê lê nake û lê banane; Lê çênedibû… Bajarê min bi min re nedipeyivî. Mîna ku ew ji min xeyidîbû. (…) Bajarê min her bi esmên ve diqîrîya û her strana kakilê xwe distra… r.55 ”
Mîna ku mih li berxa xwe nebane, dêtiyê jê re neke, wekî ku berxê aîdî xwe nebîne; bajar jî xwedêtiyê li qarekter nake. ‘Nerihetiya derûnî’ ku Fromm qal dike jî ji vir dest pê dike; “Mina ku di vê sir û seqema zivistanê de þilfîtazî li ser berfê hatibim dirêjkirin, dilerizîm. (…) Lihêfa hirî a ku dayika min bi destê xwe ew çêkiribû jî ez germ nedikirim. (…) His û pêjnek wisan di dilê min de peyde bû ku min got qey ew dixwaze ruhê min, hebûna min dîl bigire. r. 50-51”
Ne tenê di çîroka Kakil de, di çîrokên din de jî qarekterên çîrokê di nava heman nerihetiya ku Fromm qal dike de ne. Nîþaneyên nerihetiya wî biþibin nîþaneyên nexweþiya sarogermobûnê (sermagirtinê) jî, di çîroka ‘Kakil’ de vebêjêr dizane û bi me dide hisandin ku sedema qefilîna wî nerihetiya derûnî ya ku Fromm qal dike ye; “Doxtor ji min re gotibû tu sarogermo bûyî. Lê min bawer nedikir ku ev giranî û tevzînokiya canê min ji ber vê yekê be. r. 53” Lewre ew dermanê nexweþiya xwe dizane; “Mîna ku ez li benda þewlekê, li benda dengekî tînegerm bûm; dengekî tînegerm ku hem hiþê min bîne serê min û hem jî min ji vê tayê xilas bike. r.54” Bi hêviya bihistîna wî dengê tînegerm xwe li birc û bedenên bajêr digire lê bajar pê re napeyive; ango nîþaneyên aîdiyeta xwe tê de nabîne. Qarekter di wê baweriyê de ye ku heke bajar pê re bipeyive ango nîþaneyên aîdiyeta xwe tê de bibîne ew ê tevzînokiya canê wî bisekine; “[..heke bajar bi min re bipeyive…] belkî wê hingê ev lerizîn û giraniya tevzînok ku weke tevizîna zivistanê ketiye nav canê min, bisekine. r.55”
Ber bi dawiya çîrokê, ji ber qewîmînên din ên ku li kakilê bajêr nakin, êdî qidûmê vebêjêr þikestiye, taqet pê re nemaye û nerihetiya ku Fromm qal dike rabûye lûtkeya herî jor. Ji niþka ve sê keçên nûgihaþtî di wir re derbas dibin û bi zimanekî ku li kakilê bajêr dike bi hev re dipeyivin. Zimanê kakilê bajêr, bêhna vebêjêr tîne ber, þitlên hêviyê di dilê wî de vedijîne û dike ku li bajêr bibane; “Bêhna min tê ber min. Bajar gazî min dike. Ew min dikiþîne nav kakilê xwe. (…) Kakilê bajêr li min tê rehmê û em li hev tên. r.57”
Ser meseleya ji kakildûrketinê, ji reseniya xwe dûrketinê û ser meseleya xirabûn û genîbûnê; di çîroka ‘Keko Ka Cixareyekê’ de vebêjêr li parqeke bajêr rûniþtiye û bala me dibe ser ava genî ya birka di nava parqê de; “Birka ku di dirûvê masî de ye, car dî bedenên bajêr tîne ber çavên min. Bi qasî bihostek av ji barana payîza pêþîn di nav birkê de maye û heta tu bêjî bes, genî bûye… r.80” Diwarê birkê bedenên bajêr tîne ber çavên qarekter. Ango dîwarên birkê temsiliyeta bedenên bajêr e û ava genî jî temsiliyeta niþtecihên bajêr, çanda bajêr axir kakilê bajêr e ku pê tê listîn û tê xirakirin.
Heke kakil qodên civakê bin û çand ji wan qodan be nexwe ji ber ku yek ji pêkhateyên çandê ye, ziman jî kakil e; “Çend pel bi bayê reþ re li ser zemîna betonî bi ber ba dikevin û dengekî ku ne yê wan e derdixin. r.81” Pel dengekî ‘ne yê xwe ye’, ne aîdî xwe ye derdixin. Nivîskar dîsa bi awayekî hêmayî bala me kiþandiye ser ‘xwebûn/kakil’ û jixwedûrketinê. Lewre pelên bajêr dengekî ne ‘ji xwe’ derdixin, wek niþtecihên bajêr ku di çîrokên din de jî em carcaran rastî peyvên wan tên ku li kakilê bajêr nakin; “Abê paqij kim? r.12”, “Jina ku di texsiya son model de bû… r.14” “Sêwiyên Neno* hene. r. 54 (Neno, bi tirkî ye. Tê maneya pîrê.)”
Sendroma zêstaniyê nerihetiyeke wiha ye ku jina di zêstaniyê de ku li sebiyê xwe nebane û naxwaze sebî bimijîne, esas hay ji kira xwe heye û dizane xirabiyê li sebî dike. Lê tevî vê pêzanînê naxwaze, nikare bimijîne. Belkî jî ji ber vê dubendiya derûnî ye ku jinên di vê rewþê de tenê digirîn. Wek nîþaneyeke wê dubendiya derûnî em dibînin ku bajar jî her digirî; “Birc û bedenên wî, di her xinizî û bextreþiyê de kevirekî xwe ji xwe kiribû; mîna dayikên ku li dû zarokê xwe bi çilkên rondikan lehiyê radikin. Ew dirûxiya, hildiweþiya; roj bi roj dibû xopan lê nedipeyivî. r.55”
Melvin Seeman8 di gotara xwe ya bi navê ‘Yabancýlaþmanýn Anlamý/Wateya Nebaniyê’ de behsa hin cureyên nebaniyê dike lê em ê tenê li ser nebaniyên ku di ‘Kakil’ de hene bisekinin;
1-Li Civakê Nebanîn; “Bi civakê re li hev nekirin û di encamê de ji civakê dûr ketin e. Ev dûrketin bi du awayan rû dide; yan kes li hember nirxên civakê derdikeve, qural û qaideyên civakê nas nake û xwe ji civakê dûr dixe yan jî civak wî tevlî civata xwe nake û wî veder dike.” Sedem kîjan be jî di navbera wî kesî û civakê de nebaniyek rû dide û ev nebanî jî di danûstandin û ragihandina bi civakê re xwe dide der. Di çîrokên Zeraq de him qarekterên ku civakê ew veder kiriye hene him jî qarekterên ku xwe bi xwe ji civakê bi dûr dikevin hene. Sermeselê di çîroka ‘Keko Ka Cixareyekê’ de civakê qarekter veder kiriye. Qarekter li parqê rûniþtiye û silavê dide kalemêrê li hember xwe lê wek nîþaneyeke vederiyê, kalemêr silava wî lê venagerîne; “Li hember min kalemêrekî ponijiye nav rabirdûya xwe a venager. Ez silavan lê dikim lê silava min hilnade. Baþ nayê fêmkirin, gelo ew ji vî bajarî re bîyan e an bajar jê re. r. 80”
Kalemêr silava wî hilnade lê ew bi inyad e ku bi kalemêr re ragihandekê saz bike û pê re bide û bistîne; “Ez bela xwe jê venakim û dipirsim: -Apo tu dizanî navê van þitil û kulîlkan çi ye? ” Lê kalo jê inyadtir e, ew ragihandin û danûstandin pêk nayî; “Ew yekser ji ciyê xwe radibe, destê xwe yê rastê li ba dike, pirsa min dixe bin baskê salmeziniya xwe ji parkê dûr dikeve. r.80”
Her wiha di çîroka “Derengmayîn” de jî em dibînin ku qarekter bi xwe ji civakê dûr dikeve.
2.Li Xwe Nebanîn (Kendine Yabancýlaþma); “Ev cure nebanî encama hemû nebaniyên din e jî. Kesê di vê nabiyê de ye dilê wî li jiyanê sar bûye û ew di wê baweriyê de ye ku heke þert û mercên civakî baþtir bûna ew ê jî baþtir bûya, wê ew qas êþ nekiþanda û ew ê li ber xwe neketa. Ji îroja xwe derdixe ku sibêrojeke hêvisar li bendê ye.” Bi kurtahî em dikarin bibêjin ‘kesê ku hay ji nebaniya xwe, nebaniya bajarê xwe heye.’ Dizane ku kakilê wan guheriye/diguhere û ji ber vê pêzanînê tengezar e. Çima ku xwe aîdî wî bajarî, wê çandê û wê demê nabînin her ji xwe re li stareyekê digerin. Ev lêgerîna stareyê jî gelek caran bi bîranîna kakil û hewldana li kakilê xwe vegerîn e.
Zeraqê ku di teza9 xwe de zarokiyê wek kakilê civakê dinirxîne, di ‘Kakil’ de wek nîþaneya hewldana navborî ya ‘li kakilê xwe vegerînê’ yan berê qarekterên xwe yên ku li xwe nabanin daye zaroktiya wan yan jî ji bo ku rewþa xirab a civakê rave bike, zarok kirine qarekterê çîrokên xwe yên ku koçberî tê de temaya sereke ye. Sermeselê; di çîrokên ‘Dîmena Kêm’, ‘Þeva Spî’, ‘Keko Ka Cixareyekê’ de bûyer her li dora qarekterên zarok diqewime. Û dîsa di çîroka ‘Keko Ka Cixareyekê’ de dema ku qarekter zarokên parqê yên ‘tînerkêþ’ dibîne zaroktiya xwe xeyal dike, zaroktiya xwe dide ber zarokên niha û heyfa xwe pê tîne ku ji kakil dûr ketine; “(rewþa zarokên tînerkêþ) ji bo demekê rabirdûya min a zarok tîne ber çavên min. (…) me di kelagerma havînê û di bin siya darên gûzan de bi gokê dilîst û bi berêvaran bi der û cîranan re diçûn geþt û seyranê. r.81” û wê bêriyê wiha tîne ziman; “Dilê min dixewire û serdilê min dike di devê min re derkeve. Ez bêriya pêxwasên vî bajarî dikim…”
Li gor Seeman yek ji nîþaneyên vê nebaniyê ‘bêhêziya navxweyî’ ye; “Min ji ber qehra xwe nikaribû êþa ku li serê min çîk dida jî hîs bikira. Û wekî encama bêhêzî û kêmvîniya xwe ez ber bayê vê yekê jî diketim. r.52”
Nîþaneyên bêhêziyê jî tirs, tasewas û neyînîfikirîn e; “Tirseke wisa ecêb di dilê min de çêbûbû ku min digot qey heke ez bi sedemê re rû bi rû bimînim ez ê xisarekê bigihînim xwe. Ev yek ji min re bûbû xûy û cir. Min her tim bi guhê derûniya xwe digirt û ber bi neyiniyê ve dikiþkiþand. r.53”
Û wiha pê de diçe Seeman; ‘ew bêhêzî meriv heta xwekuþtinê dibe.’ Di çîroka ‘Diltengî’ de xwekuþtina qarektera jin jî dibe ji ber vê sedemê be ku em ê li jêr di çerçoveya teoriya J. Lacan a bi navê ‘Qonaxa Neynikê’ de xwekuþtina jinikê binirxînin.
3.Li Çandê Nebanîn; “Ji ber kakil guheriye, çandeke çêkirî, melez û ji wan dûr derketiye. Çanda ku bavûkalên wan li dû xwe hiþtiye û ev çand ne heman çand e.” Ser meseleya çanda çêkirî; “Avahiya ku li kêleka birkê bi texlîtkirina avahîsaziya xan û qesrên dîrokî hatiye lêkirin, tenêtiyê li derûdorê direþîne. r.80”
“Di nav beþên axîn de kulîlk û darên ku ez navê wan nizanim û ji xweza û kîþwera vî bajarî re biyan in, hatine çandin da ku mirovên vî bajarî jî ji þaraziya cîhanê nemînin. r.80”
Sermeseleya çanda guherî; “Zarokên vê texmê tu caran nava kapên xwe bi risasên helandî tije nekirine. Di nav kuçe û xirbeyan de pireçizê nelîstine û çok û enîþkên wan neçeliziye. Xortên govendger serê xwe ranekirine û li pace û serbanên malan nenihêrîne û dema di wexta razanê de serê xwe danenîne ser balîfê û stûyê wan neêþiyaye. (…) Keçên vê texmê bi der û cîranên xwe re neçûne geþt û seyranê; li wir bi hincet û bahaneya berhevkirin û þewitandina qirþ û qalan, ji dayikên xwe dûr neketine; keçikan di nav dar û deviyan de bi destê yarê xwe negiritiye û dilê wan bi hestên nihênî sînga wan a zozanî nekutaye. r.70-71”
4.Li Mekanê Nebanîn; Mekan realiteyeke civakî û fîzîkî ye. Mekan derûdor, cihûwar e; cih û warê ku meriv lê dijî, þiklê xwe didê û dikeve þiklê wê. Çima ku jiyana civakî lê tê jiyîn, ew þikildayîna dualî bi demê re þikil dide þêweya jiyana kesan jî. Ji ber ku civak ji kesan pêk tê nexwe em dikarin bibêjin civak xwe di mekanan de diafirînin.10
Wek çawa ‘Li Xwe Nebanîn’ encama hemû nebaniyên din bû, Li Mekanê Nebanîn jî hema bêje sedema hemû nebaniyên qarekterên Dilawer Zeraq in. Lewre Zeraq hemû çîrokên ‘Kakil’ di konsepta þer, gundþewitandin û koçberiyê de nivîsiye. Li qarekteran þer e, þerekî qirêj... Þerekî qirêj ku qîma xwe bi kuþtinê nayîne, ji bo ku bibin civakeke nexweþ, melez û merezî qesta bîra wan dike. Gundê wan tê þewitandin û ji bo ku ji kakilê xwe dûr bikevin mîmariya bajarê wan tê guherandin, bi demografiya niþtecihên bajêr tê lîstin. Ji qewlê Yýldýz Ecevit ve ‘mekanê wan ê ku bîra xwe ya sedsalane tê de afirandine’ di heqê þevekê de dibe qurbanê çavsoriya ‘leþkerên cilbelek’ û gund li ber çavên wan dibe xalî û xwelî. Qarekterên ku gundê wan hatiye þewitandin ji xwezaya xwe, ji kakilê xwe qut dibin, geh dibin tînerkêþ û li parqekê derdikevin pêþberî me, qeh dibin Mûxlîso û cama erebeya me paqij dikin, geh dibin firoþker û mêzînkêþên sûkan û dilê ‘jinên porzer û lêvboyaxkirî bi xwe dixelînin’. Ji bo nimandana qirêjiya wî þerî û ji bo xirakirina civakê, ‘gundþewitandin’ rêbazeke baþ e ji bo nerindan. Lewre ‘gundþewitandin’ ji du aliyan ve nebaniyê bi xwe re tîne. Yek; ji hêla yên ku gundê wan hatiye þewitandin ve -gund xwezeya wan, kakilê wan e û ew kakil êdî tune- Dudu ji hêla niþtecihên bajêr ve ku bi hatina ‘gundþewitiyan’ demografiya bajêr diguhere. Tunebûna kakil û guherîna demografiyê jî nebaniyeke du alî bi xwe re tîne.
Sermeseleya þikildayîna mekanê; di çîroka ‘Þeva Spî’ de piþtî ku gundê qarekterê bi navê Muxlîso bi destê ‘leþkerên cilbelek’ tê þewitandin, bavê wî jî tê desteserkirin. Ew jî tevî xwiþka xwe tê û li bajêr bi cih dibe. Ji bo ku Muxlîso debara malê bike li ser sergoyan xurek û bermayiyan dide hev û camên erebeyan paqij dike. Ji ber ku ji qewlê Y. Ecevit ve erkeke mekanan a þikildayînê heye û ji ber ku yê Muxlîso jî jiyana gundewar þiklê wî daye wî, hemû jiyana bajêr li gor têgihiþtina xwe ya gundewar þîrove dike. “Gava ku Muxlîso tê ber otêla ku bi roj ew dîtibû û di dilê xwe de gotibû ji çiyayê gundê me jî bilindtir e… r.16” Li ba Muxlîso pîvana bilindahiyê, çiyayê gundê wan in. Sermeseleya guherîna þêweya jiyanê; kesên ku mekanê diguherînin bivê nevê jiyana wan jî diguhere. Di çîroka ‘Dîmena Kêm’ de zarokên li mekanê xwe, li ser axa xwe û xwezaya xwe ne, þên û bextewar in; “Çend xort û nûciwan ku hîn nû ji zaroktiya xwe xelas bûbûn, li hev civiyabûn û bi lêdana tembûr û tepleyê stranên li ser eviniyê digotin. Dengê xortan tev li xweristê dibû û bayekî hênik, mîna ku rûyê mirov mist bide digobilî û pozên me bi bêhna gulên hîro û beybûnên zer û spî ku rengîniya xwe dabûn hawîrdorê dadigirt. r.40-41”
Lê Muxlîsê ku ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin ne wiha ye; “Wî wisan xwe quncifandiye ku mirov bi nihêrînê baþ tê derdixe ku ew ji wan dîmenên bedew û ên xwezayî hatiye dûrxistin û li vê xirecir û geremoliyê hatiye dehfdan. r.11”
Guherîna mekanê di heman demê de guherîna þexsî û pê re jî guherîna civakî ye.11 Muxlîsê ku berê li gund bû û delalîkê ber dilê dayika xwe bû, jiyana bajêr berpirsiyariyên giran dane ser milên wî. Û bi ser de ew hewl dide ku çavên wî hînî þewlên neon, xirecir, qelebalixî û hatçûya bajêr bibin. Ev hewldan û hînbûn bi xwe guherînê li ser Muxlîso ferz dike. Lewma mekanguherandin carinan dibe sedem ku kes li mekana xwe ya nû nebane û pirsgirêka ‘Li Mekanê Nebanîn’ rû bide. Ev nebanîn jî xwe di jiyan û tevgerên wan de dide der.
Wek Metaforên Nebanî û Koçberiyê; ‘Eynik’, ‘Pencere’ û ‘Laþê Parçebûyî’
Filozof û teorisyenên mîna Hegel, Marks, Fichte, Giddens, Fromm, Williams, Þerîatî û hwd… her yek ji aliyekî ve nêzî nebaniyê bûbin û nebanî li gorî xwe rave kiribin jî li ser sedema nebaniyê hemû hemfikir in ku nebanî piþtî modernizmê û bi pêþketina pîþesaziyê dest pê kir; “Dinya her ku çû ber bi globalîzmê ve çû, hemû çand û hemû kelepor li nava hev ketin û ‘çanda popûler’, çanda xwemalî yan têk bir yan jî ew dejenere kir/dike. Dejeneresyona çandî jî kir ku insanên ji çanda xwemalî li çanda popûler nebanin.” Berhemên edebî ku nebanî ji xwe re kirine mijar jî li ser vê bingehê ava bûne. Wek berhemeke edebî di ‘Kakil’ de jî nîþaneyên nebaniya ji ber modernîzm û kapitalizmê (Çanda Popûler) hene; “Ez bi vê nezanî û nebînatiya xwe bêtir ji moderniya ku ji kana xwe zabe û li cîhanê hatibe hez dikim. r.70” Ne li dijî ‘modernbûnê’ ye, derdê wî ew e ku ‘modernbûna’ wan ji kana xwe bizê, ji kakilê wan û aîdî wan be, ne modernbûneke îthal.
“(ba)…. bêrawest diguvîne û her ku diçe dibe þeqema demê û rûyê min mist dide. r.70” Ji ber ku ‘dem’ guhertinên ne bi dilê wî (wek moderniya ne ji kana xwe) li ser ferz dike, vebêjêr demê wek þeqamekê hîs dike li rûyê xwe.
Dîsa ev pasaja ku me li jor di binbeþa ‘Li Çandê Nebanîn’ de dabû jî modernbûna ne ji kana xwe bû; “Di nav beþên axîn de kulîlk û darên ku ez navê wan nizanim û ji xweza û kîþwera vî bajarî re biyan in, hatine çandin da ku mirovên vî bajarî jî ji þaraziya cîhanê nemînin. r.80” Di derbarê çandê de peyva herî baþ ku modernbûnê pênase bike ‘çêkirî’ ye. Heke guhertin ne li gor xweza û kîþwera wî warî bin nexwe çêkirî ne ku jixwe karê kapîtalîzmê bi xwe jî çêkirina kopiyeya her tiþtî ye; “Avahiya ku li kêleka birkê bi texlîtkirina avahîsaziya xan û qesrên dîrokî hatiye lêkirin, tenêtiyê li derûdorê direþîne. r.80”
Her çi qas sedema hin nebaniyan modernizm be jî qarekterên Zeraq bêhtir ji ber nebaniyeke kolonyal dinalin. Ji ber ku ew ‘þerê qirêj’ ne tenê qesta tunekirina wan a fîzîkî; qesta tunekirina bîra wan jî dike. De qenê civaka ku pê nikarîne qet nebe merezî bikin. Lewre lê hikûmkirin û bi rêvebirina civakên merezî rihettir e. Koçberkirin jî amûrek e ji bo politikaya merezîkirinê. Qey loma ye qarakterên Zeraq tev koçberkirî ne. Wek niþaneyeke koçberî û nebaniyê; di awayê nûjenkirî û berfirehkirî yê vê nivîsê de wê xwekuþtina qaraktera jin a di çîroka ‘Diltengî’ de di çarçoveya kurama J. Lacan a bi navê ‘Qonaxa Neynikê’ û di pevgirêdana ‘nebanî’, ‘xwebûn’ û ‘lixwegerîn’ê de bê nirxandin.
Dîsa emê bi lênêhirtina ‘Tevger-Hêma/Hareket-Ýmge’ a Deleuze-Guattari di çîrokên “Hebên Baranê”, “Çavên Lûtke”, “Þeva Spî” û “Kakil” de ‘wek metaforeke koçberiyê’ pencereyên Zeraq þîrove bikin.
Her wiha emê di ser qarekterê çîroka ‘Kakil’ re ku laþê wî parçe dibe, balê bikiþînin ser pêwendî û nakokiyên du teoriyan ku teorîsyenên wan li dijî hev rabûne; kurama J. Lacan (Hêmaya Laþê Parçebûyî) û kurama Deleuze-Guattarî (Laþê Bêamûr).
Çavkanî…
1. FROMM, Erich, Sevme Sanatý, Ýstanbul, Weþanên Say, 1997
2. Ji bo wan pênaseyan binêrin;
-MARDÝN, Þerif, Tanzimattan Sonra Aþýrý Batýlýlaþma.Türk Modernleþmesi 4. Ýstanbul, Weþanên Ýletiþim, 2006
-Andaç, Feridun, Deðiþimi Adlandýrmak, Kovara Varlýk, 2005/1172, 38-40
3. MARX, Karl, Yabancýlaþma, Ankara, Weþanên Sol, 2010
4. ÞERATÝ, Ali, Kendisi Olmayan Ýnsan/ Ýnsanýn Dört Zindaný, Ankara, Weþanên Fecr, 2010
5. FROLOV, Ývan, Felsefe Sözlüðü, Wergêr; Aziz Çalýþlar, Weþanên Cem, rpl; 519-520
6. Neqil Ji; EMER, Kýzýler, Funda. Hertha Kräftner’in “Kafa” Adlý Öyküsünde Yabancýlaþma Sorunsalý Ya da “Parçalanmýþ Beden Fantezisi” Kovara ‘Uluslararasý Ýnsan Bilimleri’ Cilt: 9 Hj:1 Sal: 2012
7. ZERAQ Dilawer, Kakil, Weþanên Lîs, 2017, Çapa 2.
8. Neqil ji; Akgün, Ender. Örgütlerde Çatýþma ve Yabancýlaþma Sorunlarýnýn
Yönetiminde Etkili Bir Araç Olarak Yönetime Katýlma. Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Stenbolê, Enstitûya Zanistên Civakî, 1999
9. ZERAQ, Dilawer, Geþedana Antîkolonyal a Ziman û Wêjeya Kurdî di Kovarên Rewþen, Jiyana Rewþen, Rewþen-Namayê de, Teza Doktorayê ya Neçapkirî
10. ECEVÝT,Yýldýz, “Edebiyatta Yabancýlaþma ve Yabancýlaþtýrma”, Virgül, Hj.14, r.45-47
11. Neqil ji; ÜNALDI, Halime (2011). “Türk Romaný Ve Yabancýlaþma; Bir Edebiyat Sosyolojisi Denemesi”, Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Selçukê, Enstitûya Zanistên Civakî, Konya
12. AÐIR, Ahmet, “Yabancýlaþma ve 1980 Sonrasý Türk Hikayeciliði”, Ümraniye Belediyesi Yayýnlarý, Ýstanbul 2008, s. 261.