TUWALETEKE ABSURD
“Di tuwaletê de herkes heman gû ne, dewlemed, feqîr, zana, nezan, bindest, serdest, desthilatdar û hwd"
Fikra mijara þanoyê, cara ewil bi awayekî sazî li antîk Yewnanê hatiye firîzandin. Di Yewnanî de bêjeya “tragos" di wateya “teke”yê de ye û bêjeya “aoide" jî di wateya “stran”ê de ye, herdu bêje pevdigihêjin û navê þanoya axivînî ya tragoidia(tragedya) distîne. Tragedya êdî ji perçeyekî merasîma olbûnê derdikeve û vedihuze-vedigure lîstikeke hunerî.(1)
Þanoya absurd çi ye? Kengî derketiye qadan û holê. Pîþtî þerrê duyemîn þanoya absurd derketiye holê û jiyan derî aqilane dî ye, hemû hunerên ku heyî ên lihevhatî-biaheng hilweþandine yanê þanoya absurd þanoyeke nelihevhatî ye. Di esasê lîstikê de, di hûnandina axavtinê de, di dîmenan da nîzamên nû û ên derîaqil çê dike. Piþtî þerê dinyê yê duyemîn mirovên ku þerr dî ne rewþa derûniya wan tîne zimên, piþtî þerr heyameke bêhêvî tê.(2) Loma jî pistî þerrê dinyê çîroka Camus ya bi navê Sisyphûsî bi navûdeng bûye, Zeûs cezayekî giran dide Sisyphûsî Tîtanî û dibêje tu yî vî hîmê giran hilkiþîne jorî wî zinarî, her ku Sisyphusî hîmê xwe hildikiþîne jor dîsa ji jor de tê xwarê, feqet Sisyphusî haydar e ji vê rewþa xwe lê dîsa jî hîmê xwe wekî her carê hildikiþîne jor, lê her carê jî hîmê wî gindêr dibe tê li jêr disekine piþtî vê bûyerê fêm dike ku jiyan bêwate û tewþ e. Ev þanoyeke trajîk ya absurd e. Þanoyên absurd nivîskarên dinyê yê bi navûdeng Samul beckett jî nivîsandiye, jixwe nivîskarekî post-modern e. Heta romanên wî jî absurd in. Li gor Sevda Þener, Absurdîzmê ji Avangardê pêþengî kiriye. Di armanca þanoya absurdê de ev heye , jiyan nelihevhatî ye, di civakê de nîzameke mirovatiyê nehatiye damezirandin, mirov ne bi aqlê xwe dilive, mirov bi ajoyên xwe yî ên barbar tevdilive. Þanoya absurd jî dixwaze vê rastiyê berbiçav bike.
Em werin ser þanoya xwe “Di Tuvwaletê de"
Di þanoya me de gotinên absurd, him bi aheng in û him bêaheng in. Gotinên derîaqil, dijcivak û dijmirovî têkirin. Mînak “ Gunnên min, wekî bobeyan dikin ji miþtbûna sperman biteqin. Veke, xwe ji min re. Ez ê te miþt bikim, ne nalîn û ne jî qîrrînên te wê bikaribin te ji destê min xelas bikin, ez ê te bihedimînim!”(rp 90) em dibînin ku derhiþî jihev belawela bûye, motora derhiþî û a absurdîzmê jihev ketiye. Dîmenên wilo cihêreng gelek in, loma jî þanoyeke him avangardîk e, him jî absurdîk e. Esil di bêahengiyê de ahengiyeke veþartî heye. Ne ku bêaheng e, ahengeke bêaheng e.
Þanoya me ji du sehneyan pêk tê... ( yanê þanoya me ji du dikan pêk tê, di dika yekemîn de hema hema þanoya me diqede, di dika duyemîn de êdî ber bi encamê ve diçe). Þano ji çar karekteran pêk tê. Karekterên me giþ xwedî ramanger in. Karekterên me xurt in ji hêla hiþî û hiþmediyê ve. Karekterên me di rolê xwe de ne xweser in, yanê her çar karekterên me têkîldarên hev in. Ji hevdu ne cûda ne. Feqet rolên wan ji hevdu cûda ne. Þêwaza wan ji hevdu cûda ne. Navên karakterên me wiha ne:
1) Xwekuj(Karekterîkî epîk û trajîk e.)
2) Grîvan(Karekterekî çavdêr û lirîkîstîk e.)
3) Bixwexweþanî(Karekterekî pornoyî û erotîk e.)
4) Fikirdar(Karekterekî feylesofîk, heyînî û ramanger e.)
Di destpêka þanoyê de “Xwekuj” wiha dibêje: “ Ez ê kîrê xwe jê bikim."(rp,13) Çawa mirov vê hevokê dixwîne, mirov fêm dike ku sûcdariyek heye, îcar kî sûcdar e, çima ji bo çi kîrê xwe jê dike, ev gotineke absurd e, gotineke derîaqilane ye, gotineke derhiþî ye. Va gotina û wêneyê Duchapî yê ku bi navê pîsûar ango qlozet diþibin hevdu, yanê gotin û wêneyê me dijderketineke, serîrakirinek e. Dijderketina heyîyekê ye. Îcar çima wilo gotineke bi tund dest pêkiriye? Helbet tiþtekî pirûpir girîng qewimiye ku loma kîrê xwe dibire. Ev gotin ne hewante ye. Bi vê gotinê xwendevên dixe meraqê, xwendevan meraq dike, dibêje gelo ji bo çi kîrê xwe jê dike helbet encama wê meraq dikin. Loma xwendevên bera nav milkê metna xwe dide. Heke milkê xwe jê kiribe, helbet cuher tijî bûye. Meraq xwendevên dikêþîne nava metnê.. Gotina ez ê kîrê xwe jê bikim bi serê xwe gotineke paradoksît e. Gotina me bi serê xwe mijara psîkanalîtîkê ye. Li dijberî vê gotinê gelek tiþt tê hiþê mirovî, gelek tiþtan bi bîrtîne. Çîroka Oedipusê bibîrtîne. Gotineke newrotîk e. Gotineke bi hiþmendî ye. Yanê ev gotin bi tesadufî an jî hema wilo nehatiye kirin. Loma jî nivîskar bi devê “Xwekuj” xwe dikujîne, kîrê xwe dibire an jî dixwaze bi saya karekterên xwe vî tiþtî destnîþanî me bike. Kîr organekî desthilatdar e. Quz jî organekî desthilatdar e. Feqet di vê desthilatdariya vê þanoyê de kîr bêtirîn desthilatdar e û desthilatdarî kiriye. Afirandin jî li ser desthilatdariya kîr û quz ava bûye, li gor metafîzîkê jî wilo ye, li gor materyalizmê jî wilo ye. Di peresana jiyanê de jî wilo ye. Mijareke grîfît e þanoya me, karekterên me zêdezêde fikirdar in, ramanger in. Heta heta karekterên me diþibin feylesofan. Ji ber ku zêdeyî xwe ramanger in. Xwekujtin jî esil ji vê ramangeriyê tê û dizê. Kîr û quz du organên ku dibe sebebên her tiþtî, îcar çima kîrê xwe jê dike ji ber ku wî kîrî tecawizî xweha xwe kiriye, loma ewqas bi tundî dibêje ez ê kîrê xwe jê bikim. Loma hêrs bûye. Di binê vî barî de ditewe xwekujê me, nikare ragire barê xwe jê re giran tê. Kîrê wî pê giran tê êdî nikare wî milkê xwe hilgire....tukes jî nikare vê trajediyê ragire. Tu kes jî nikare vê çîrokê û þanoyê ragire... lewra þanoya me çîroka mîtosa Oedipûsê û Sisyphûsê ye.
Di sehneyên þanoyê de tecawizkirin, îþkence, meyt û hwd hene. Loma þanoyeke îþkenceyê ye. Sanoyeke tecawizkirinê ye. Þanoyeke desteserkirinê ye. Þanoyeke....
Fikirdar wiha dibêje: “Hezkirin hîn tune ye, bi tenê wehþeta goþtî heye; evîndarî, di dinyayê de qesabxaneya herî mezin e" (rp-32) yanê li gor vê felsefê em ji goþt hatine, em dikutin goþt, em goþt dixwin û dîsa em ji goþt hatine û em ji goþtî dizên. Mejî jî goþtek e. Yanê Rênas jiyan felsefeya xwe yî goþtxwarinîzmê pêþkeþî me dike. Mejî goþtek e, mejîyek mejiyekî/e din dixwe. Di tuwaletê de þanoyeke ramangerî orgazm dibe. Þanoyeke têr û tijî ye.
“Xwekuj” wiha dibêje: “ Ez rojekê te serqot, çîprût an jî boyaxkirî bibînim ez ê te daliqînim; rojekê ez fêhleke xerab li dora te bibînim ez nabêjim xweha min a biçûk e û delalî ye, ez ê te bikujim, ez ê dilê te ji qefesa te derxim!Ez ê te bikim ker qîza keran! Kerê þûtikê!(rp 54)
Di vir de “Xwekuj” li xwe mikur tê, derhiþiya xwe ji me ra verdiþîne, nêta xwe eþkere dike, gemara xwe, qilêra binhiþiya xwe û derhiþiya xwe dide der... îcar carinan di sehneyên îþkenceyê de em li tecawizên rûbirû dimînin. Kî ye ê ku tecawiz dike? Kî îskenceyê dike? Her piþtî Bixwexweþanîyê karekterê me yê bi navê “Bixwexweþanî”wenda dibe û sehneyên me vedihuheze sahneyên tecawizê û ên îþkenceyê ango sahneya bixwexweþaniyê vediguheze îþkenceyê...îcar kî îþkenceyê pêk tîne gelo? Îþkencevan, kî ye gelo? Devlet e?Bixwexweþanî ye? Xwekuj e?kî ye gelo? Talî mejiyê mirovî di vê sehneyê de þolî dimîne... Welhasil þanoya Pirtûka Rênas Jiyan ya bi navê “Di Tuwaletê de”þanoyeke derhiþ e, dij-aqil e, absurdîk e, avangartîk e, surreal e. Ne hiþ, ne derhiþ û ne jî mejî têdigihêje, fêmkirin û nefêmkirin di tuwaletê de dixetime, þanoya hefsa hiþ e, þanoya eþkenceyeke derhiþî ya rasyonel û îrasyonelîtîsk e, îþkenceyeke laþî ‘ye, îþkenceyeke fizîkî ye, Îþkenceyeke ruhî ye, tansîyoneke bilind e þanoya me yî absurd ya di tuwaletê de. Þopa goþtîzmê ye, pêga hevdu xwarinê ye. Hêlîna erotîzmeke derhiþ e. Dijþanoyek e, Hahogazîya hundîrîn e. Çirandin û veçirandina ruh e, Kêrkirina goþt e. Kutana goþt e, welidandina goþtî ye, em ji goþt hatin, em dikutin goþt, em goþtxwirin, em na'let in, Em heywanekî goþtxwirin, em mirov çiqas qels in, çiqas tunek in, heman demê de em çiqas barbar in. Hemû rewþên derûnîyên mirovî di tuwaletê de hatiye raxistin. Þanoya me þanoyeke trajîk e, þanoyek e futurîstik e, þanoyeke dadaîstîk e, xwe ji tu tamê re nehiþtiye. Di her tamekê de orgazmek pêk hatiye. Tama orgazma êþkenceyekê, tama orgazma êþkenceyeke girî, Tama orgazma êþkenceyeke xwekujtinî, tama orgazma êþkenceyeke fikirdarî û tama êþkenceyeke bixwexweþanîyê ye. Hemû celebên hestên mirovî di tuwaletê di cih ji xwe re wergirtine. Qêrîn û vecîrîna ruh û mejî ye. Li ser laþ û ruhê vebêjevan yê ku di dewsa karakterên xwe de vedibêje erdnîgarên çiryayî, Erdnîgarên weslewesleyî, erdnîgarên miþt bi xwîn afiriye, bi tecawizan miþt bûye laþ û ruhê vebêj, erdnîgarên bêhna barûdê jê difûr e, erdnîgarên kêlkirî û têlkirî hatiye xêzkirin, ruhekî têlkirî û kêlkirî diqîre diçire mîna kaxizekê, vebêjvan dibêje gelo deng û qêrîna min tê we gelî cemeat? Gotin têra þanoyê nake, gotin û bêje bêwate û tewþ dimînin nikararin þanoyê vebêjin fedî dikin ji ber xwe, loma gotin guleyan di xwe de vala dikin, bêdengî û Þanoya pandomînê dest pê dike. Hemû bêje û gotin dimir in. Dansa gotinên retorîkîst û ên trajîk û epîk dest pê dikin. Ronesansek e þanoya me. Þanoya me muzîkeke rep e. Encex muzikek rep bikaribe biqîre û êþên lihevkomkirî birjîne. Þanoya me him wêneyê Dalî ye, him wêneyê Picasso ye, him wêneyê Duchamp e, him jî wêneyê Picaba ye. Him lîrandinike jineke kurd e, Him jî qêrîneke jineke kurd e. Tilîlîyek e. Hahogazîyeke. Heyînek e, qêrînek e, desthilatdarbûnek e. Lêkolînek e, serpêêþandinek e. Trajîyeke him epîk e, him jî lîrîk e. Bangewaziyeke êþyayîye, daxûyanîyeke heyînî ye. Rexneyeke civakî ye, rexneyeke þexsî ye, dijderketina desthilatdaran ne, dijderketina xwe ye. Dijderketina hertiþtî ye xwe redkirineke, ji deshilatdariyê ditirse feqet dikeve dehfê deshilatdariyê, lê di bîra wî dehfî de ye. Zûrandina hundirînî, lalbûn û qrîza hiþ û ruh e. Senfonîyeke trajîk e, rîtmîkeke epîk e, Senfonîyeke hiþk e, dengê qijikê ye. Sîsarkek e. Þêrek e. Rowîyeke. Hebûn û heyîneke çarperçekirî ye. Qêrîn û êþeke çarperçekirî ye. Him tiriyê mazroneye him tiriyê dewrêþo ye. Him îsoteke tûj e, him jî îsoteke þêrîn e. Ne çi ye û ne çi ne gelo? Him felsefe ye, him dîrok e, him wêje ye, him derûnî ye, him mîtolojî ye, him sosyolojî ye û him jî ontolojî ye. Him Hilweþandine û him jî avakirineke, helbet ji kokê ve hilnakitîne, yanê ji ên kevn û ji ên nû tiþkekî diafirîne. Helwesteke Derrîdaî ye. Post-modern e, nepenî-nediyarî, dagerîn û guhergêr e. Serîrakirina ruh e. Serîrakirina tiþtên ku hatiye qebûlkirine, serîrakirina kanona ye. Feqet ev hemû serîrakirinên vebêjvan him wî diêþîne, him jî zewqê jê werdigire, esil hinekî jî narsîst in û sadîst in karakterên me. Karekterên me narsîstîk in, sadîstîk in, dîtir in, dijkarekter in, dijcivak in. Karekterên me, Ji kiryarên xwe natirsin him wêrek in him jî kone ne. Feqet hay ji wan heye çi dikin vala naaxivin têr û tijî ne. Bi xwe bawer in bi qasî çifteyekê di devê xwe de biteqîne wêrek in. Bi qasî ku guleyan di xwe de vala bike mêrxas in. Ji mirinê natirsin, tekoderbin. Çîroka Oedipîusê ye. Ji bo çi dibêjim çîroka Oedipîusê ye ji ber ku di encam û kurtasiya þanoya me de nameyeke wilo heye: ” Ez vê nameyê, ji bo ku bênamûsiya min tesdîq bike û ji bo ku heta ku dinya hebe bêþerefiya min neyê jibîrkirin li dû xwe dihêlim; yanî ez bi vê nameyê dixwazim ku gava piþtî ku ez xwe bikujim jî ji teref her xwendevanê wê ez cardin bêm kuþtin ez wê li dû xwe dihêlim.Sûcê ku min kiriye ji ber ku bi xwekujtinekê tenê paqij nabe ez wê li dû xwe dihêlim ji bo ku heta ku navê min hebe ez bi lahneta xwendevanê vê nameyê bêm cezakirin ez wê li dû xwe dihêlim.
Heger min bizanibûya ku bi qedereke weha ez ê çêbibûma, û heger ji min bihata û ji min biqediyaya berî ku ez çêbibûma min ê bavê xwe bixesanda û min ê wekî zarakekî bêhawe yê ku di hêlînan de çawa hêkên çîvîkan diþikenand, min ê di malzaroka dêya xwe de hêkên wê yên ku ez ê ji wan çêbibûma tevde biþikenandina. Lê mixabin ez bêyî daxwaza xwe çêbûm, heger ji bo çêbûna min li destûra min bipirsiyana, bêyî ku min bersiv bida wan min ê di nav lepên wan de êrîþî cewherê xwe bikira û hîn bêyî ku ew di merselê de serwext bibûna min ê xwe bikuþta jî. Heger çêbûna herkesî sûc be ya min jî sûc e, û tiþtê ku li gora min hinekî gunehê min sivik dike jî, bêyî daxwaza min çêbûna min e.
wekî mirovekî ku bê dil çêbûbe û hayê wî ji hebûna dilên kesên din hebe û bizanibe bê bê dil mirov tucarî nikare bijî û li ser dilekî biperpite û bireele ez diêþim û li ber tiþtê ku min kiriye dikevim.
Kiryarê bûyera “ Tecawiza Li Qeraxa Çêm" ez im, qesasê herdu tecawizkaran û piþtî ku ez xwe jî bikijim ê ku wê bibe qesasê her sê tecawizkaran ez im. Keçika ku hatiye dest avêtin Rîhan, xweþka min e û her çi qasî ez xwe îqna bikim û ber dilê xwe xweþ bikim jî, gava ku min dest avêtê mirî bû. Ango min û me, dest avêt meytekî.
Di vê rewþê de, yê ku hem birayê mexdûrê ye, hem mêrê mexdûrê ye, hem qesasê mexdûrê ye û hem jî-ji ber ku mexdûr xweha min bû-mexdûrê mexdûrê ye ez im. Ez xwe dikujim ji ber ku li dinyayê hê dadgeheke ku bikaribe li sûcê min cezayeke giran bibire tune ye. Ez ji kesî efûyê naxwazim, ji ber ku tiþtê ku min kiriye nayê efûkirin û ya ji giþî girîngtir ez ê xwe tucarî efû nekim.”(rp, 101-102)
Xalit ÞEVEQ
Diyar e ku di vê nameya karakterê me yê “Xwekuj”de çîroka trakjîkbûnê ya Oedipus’ê heye. Di vê çîrokê de bêdestûr em hatine dinyê, em bêdestûr jî diçin. Karekterê me bav wek qesasekî dibîne, bav sebeba welidandina karekterê me ye. Esil di vir de heyîna xwe dide ber gulleyan, guleyan li heyîna xwe direþîne, ji ber hebûna xwe diêþe. Êþeke heyînî dijî karekterê me. Niqrîskên heyînî, niqrîskên êþê, niqrîskên hebûn û tunebûnê û têkoþîna niqrîskên heyînî û dîtirbûnê di hemû karakteran de heye. Îcar çîroka Oedipusê çi ye gelo? Em werin ser çîroka Elektra û Oedipûsê: “Elektra keça qral Agememnon’î û Klitaimnestra'yê ye; ji ber ku dêya wê Klitaimnestra bavê wê Agememnon'î bi bextî dikuje, keç Elektra jî heyfa bavê xwe ji dêya xwe Klitaimnestra’yê hiltîne. Lê divê mirov ji bîr neke ku kompleksa Oedipusî-ku freudî ew ji mîtosa þanonivîsê Grek Sophokles'î ya bi navê “Qral Oedipus'ê deyn kiribû ku Qral Oedipus'î bavê xwe Laios dikuþt û bi dêya xwe Loaste' yê re dizewicî-wek semptom di derhiþînê de dibe “tert" û dimîne; û bi rêya “îmago"yan xwe zindî dihêle.”(3)
Ji herdu çîrokan dixuye ku bê çiqas çîrokin trajîk in. Rênas jiyan trajediya çîroka Elektra û çîroka Oedipusê nivîsandiye. Bi þewazeke epîkwarî û trajîk hatiye nivîsandin. Mîtosa Oedipusê û realizmeke sureal li ber çavên me raxistiye. Ango mîtos veguhezîye realizmeke surealîtîk e. Hemû qirêjiya mirovî li berbiçav kiriye, haya me ji rastiya qirêjiya mirovan haydar kiriye loma hunereke avangardîk e, hunereke surealîtîk e, hûnereke absurdîk e. Îcar huner çi ye gelo? Helbet li gor herkesî bê guherandin jî talî pênaseyeke wê ya gelemperî heye. Li gor Platon huner teqlîda xwezayê ye û mîmesîs e. Platon di dewleta xwe de li ser kêfxweþî û jixwevecûnên hunerî diraweste, feqet Platon dibêje ku gerek di dewletan de nîzamek hebe, pîvanek hebe, dilpakiyek hebe, divê gerek werîsê binhiþiyê û ên derhiþiyê nefilite, divê mirov bi aqilane tevbigere, divê hestên xwe yî îrasyonel û derîaqilane terbiye bike, hestên xwe bi werîsên xwe ve girêk bikin. Halbûkî huner beravajî wan tiþtan e. Platon jî dizane ku huner beravajî van ramana ne. Li gor Platon huner civakê û mirovan ji rê derdixîne. Huner hest in û huner hestên bêpîvan di mirovî de dikomilîne. Huner hestên mirovî disotîne, loma jî hêla mirovî ya xirab derdixîne holê, huner ji ber van sedeman hêlên me yên ku nebaþ kedî dike. Platon hunerê wekî îlîzyonekê dibîne, Divê dûrî îdea ye loma jî xapînok e. Îlîzyon jî xapînok in. Hema hema Arîsto jî nêzî vê fikrê ye. Feqet Arîsto hinekî din jî bi awayekî aqilane lê dimeyzîne. Li gor Novalîs jî huner mirovbûyîn e. Yanê dema ku birajî mirov bû mirov wê çaxê hunerê derê. Yanê kaniya hunerê di însaniyetiyê de weþartîye. Ev helwesteke romantîk û hûmanîstîke ye. Di þanoya me de derî Platon hiþ, derhiþ û binhiþiyê di xwe de xwedî dike. Ango bi temamî þanoya me beravajî Platon e. Þanoya me hunereke serketî ye. Þanoya me gelek tama di xwe de xwedî dike. Piranî jî çirandina ruh e. Þikestandina ruh e, derizandina ruh e qetandina ruh û derhiþ e. Di tuwaletê de ruhên ku di kûrahiya wan de tijî birîn, êþ, elem û nêm tê de hatiye rêzandin. Ev êþ, elem, birîn û nêm bi þêwazeke sureal û derbirînî hatiye derkirin. Kaniya êþ û nêm, elemê daye der û naraweste. Di þanoya me de gelek gotinên absûrd ên derhiþî û herkehiþî deryaye. Gotinên þanoyê edembûne, gotin bi xwe lewitîne, tu yê sond bixwî wan gotinan ji devê qulekek tuwaletê deketine. Ewqas absûrd in. Heta em dikarin bi zimanê matematîkê bêjin absurdeke turewî ye. Rênas jiyan bi perspektîfeke berwarî li jiyanê mêyzandiye û qada ku dixwaze xwe bigihîjîne jî fikra tîkayî ye. Her çiqas tîkayê red bike jî taliyatalî di bingeha ramanên wî ên veþartî de fikrên tîkayî hene. Mînak bo çi berê minareyan li jor e? Ji bo çi berên minareyan, þatoyan, qûleyan pramîdan û dêran hwd giþan berên wan bi jor ve ne. Bo çi Joyce di qûleyekê bi tena serê xwe dinivîsand, yanê çima qûle? Çima ne malek an jî cihekî dinê? Çima qûleyek ji xwe ra hilbijartiye? Çima Kafka ji xwe re qesrek ango þatoyek hilbijartiye?Helbet sedemên wan hene. Li gor Enîs Batur ev daxwazeke xwegihiþtina Xwedê ye. Yanê di mirovî de fikra xwegihiþtina fikra xwedayî heye. Loma tîkayî fikirîne û bi berwarî jî hundir tijî dikin. Di Rênas jiyan de jî berwarî fikir heye(berfirehî fikir) û bi awirekî tîkayî nêrîn heye. Di her mirovên ku bi wêjeyê re, bi felsefê re, derûnîyê re, hunerê re têkîldar in hwd fikrên wilo hene. Ev tiþtekî xwezayî ye. Hestên wilo heta radeyekê berdewam dike, piþtî radeyekê þûn de êdî wan fikran jî bêwate dimînin.
Di þanoya me de celebên hunerê ên hertiþtî hene loma jî geh em bi awayekî felsefî geh em bi awayekî derûnî geh bi awayekî wêjeyî û geh bi awayekî hunerî hwd li vê þanoyê dinêrin. Yanê þanoyeke berwarî hatiye nivîsandin û bi nêrîna tîkayî hatiye mêyzandin. Þanoya me xwe dispêre dîwarê hunerê loma bêtirîn li ser hunerê dirawestim. “Wateya bêjeyî a Babîlê: Deriyê ezmên e. Têkoþîna Xestina ji rûzemînê ya ber bi ezmên ve xwesteka gihiþtina Xwedayî ye, xwe li xwedayan rakiþandine, gelo rastiyeke bi bawer e, di têkiliya cezakirina babîlê de? Di hemû olên yekxwedayî de tapinak xwe dispêre esasê bilindahiyê.”(4 )
Di vê têkoþiyê de vaya tê xwendin(fêmkirin) ev dijderketina rûzemînê ya li dijber ezmên ne. Bi rastî jî Babîl semboleke qirîtîk e. Di babîlê de quretiyeke kolektîf ya mirovan heye-tê pênasekirin, wekî çawa ku di pîramîdan de heye. (5)
Ji bo çi min behsa minareyan, dêran, quleyan û pîramîd û tapinakan kire, ji ber ku di giþan de þano heye, þanoyên qralan û civakan, desthilatdaran û hêsîran, dîtiran heye. Þanoya di tuwaletê de jî trajediyeke serdema modern û post moden e. Dîtirbûn, desthilatdarî, bindestî, serdestî, heyîn, biyanîbûn, narsîzm, sadîzma post-modern, hêsîrbûn, serîrakirin hwd di þanoya me de þopên giþan heye. Di þanoya me de xerakirin heye, ji nû ve avakirin heye, þopên nû û þopên kevn bi hevdû hatiye lehîmkirin welew pêvekirin loma Pêvekirina Derîdayî heye. Hilweþandin û avakirin heye, ne ku ji tûmerî xerakirin heye avahiyê xera dike feqet esasê avahiyê dihêle û li ser vî esasî avahiyeke nû ava dike. Loma derîdayî ye. Di þanoyê de felsefe û wêje bi hevdu hatiye pêvekirin, wêje û derûnî bi hevdu hatiye pêvekirin, dîrok û ontolojî bi hevdu hatiye pêvekirin. Yanê dema ku xwekujî hebe, demekî dawiya tiþtekî hatiye, piþtî her dawîkirinê tiþtekî nû tê helbet. Taliya talî þanoyeke ontolojîk e. Þanoyeke têkoþandina heyînê ye. Heyîneke dîtir e. Heyîneke þexsî ye. Heman demê heyîneke civakî ye. Þanoyeke psîkanalîstîk e,(Bixwexweþanî). Þanoyeke felsefîk e, (fikirdar), þanoyeke trajîk û epîk e(Xwekuj), þanoyeke lirîkîst e(Girîvan)...him têkoþeriya heyîneke civakî ye, him jî têkoþeriya heyîneke þexsî ye. Loma jî di vê þanoyê de xwe gihiþtina heyînî, xwe gihiþtina xwedayî(fikirdar-fikra tîkayî), xwe gihiþtina fikra berwarî heye. Esil him þano ye, him jî roman e, loma em dikarin bêjin þanoromanek e. Yanê him di tama þanoyê de ye, him jî di tama romanê de ye, ji ber van sedeman þanoromanek e trajîk e. Þanoyeke bi her awayî orgazmîk e.
1) Ji do de heta îro fikra þanoyê, rp, 16 sevda þener, Dost
2) Ji do de heta îro fikra þanoyê, rp, 298, sevda Þener, Dost
3) Çirûskîzm, Rênas Jiyan, Belkî, rp, 24
4) Veguheran-metaformizm, Enes Batur, Kirmizi, rp, 21
5)veguheran-metaformizm, Enes Batur, Kirmizi, rp, 23