ÇÎROKÊN QEÞAYÎ
“Hêvî bi qasî mirovan li ser lingan û çokan dihêlî, ewqasî mirovan ji çok û destan jî dixîne…”
Di çîrokên Tosinê Resîd de “Xwekuþtin, Biyanîbûn, Tenêbûn, Bêrîkirina welêt û Mirin” xwedî cihekî girîng e. Helbet kîja nîvîsarkara li ku bijî, bandora wî welatî, çanda wî welatî, bandora xwe li ser nîvîskêr, çîroknûs û helbestvanê wê derê dike. Tosinê Reþîd bi þêwaz û teknîkek cûda hin çîrokên xwe nivîsandine. Hinek çîrokên wî bêhna çîrokên romanên qlasîk jê tê, mîna Tolstoy, Dostoyevskî, Gogol û hwd. Feqet hin çîrok jî qelsbûn, bi temamî sêzdeh çîrokên wî bûn. Îcar ez ê bêtirîn li ser çîrokên baþ hatine hûnandin birawestim. Di çîroka “Xweþk û Bira” de karekterê me yê jin xwe dikuje ango întîhar dike. Gelo xwekuþtin qelsiyeke mirovî ye, an jî têr û tijîbûna mirovî ye? Encax mirov qels be bikaribe xwe bikujî an jî mirov bi her awayî xwe têr û tijî kiribe, bêwatebûn û tewþbûna dinyê dî be, belkî wê çaxê bikaribe xwe bikuje. Ji bo ên ku xwe têr û tijî kiribin gelo întîhar hewceye an na? Welew heçî ên ku xwe têr û tijî kiribin xwe dikujin an na? Gelo têr û tijîbûn çi ye? Gelo têr û tijîbûn diqede? Ne gengaz e, her daîm cihekî vala heye. Îcar bo çi întîhar? Camûs ji bo çi dibêje, “Ya întîhar ya jî Serhildan” gelo? Ka em binêrin: Camûs ji bo herdu serdema(Întîhar û Serhildan) wiha dibêje: “Hevbeþbûna herdu serdema jî talî ger MIRIN be, wê çaxê jiyan bêwate û tewþ e. Di serdema ewilî de Albert Camûs di peresana fikirandina xwe dike du beþan: Serdema beþa yekemîn di hundirê efsaneya felsefeya Sisyphosê de ye û di hundirê vê felsefê de tewþbûn (bêahengî-nelihevbûnî), tenêbûn û întîxar heye.”(1) hewceyî serdema duyemîn jixwe nake, ji ber ku di karekterên Tosinê Reþîdî de ruhê serhêldêriyê tuneye, tenê ne, jixwe aciz in, xwe bêkêr dibînin, fikra xwekuþtinê, întiharê û kuþtinê di karekteran de hene, loma jî Serdema ewilî ya Albert Camûs hîna nêzî karekterên Tosinê Reþîd in. Îcar di çîrokên Tosinê Reþîd de sedema xwekuþtinê hinekî di feresata Camûs ya ewilî de heye, mîna ku jiyan êdî ji karekterê Tosinê Reþîd bêwate û tewþ hatibe, tenê rêyek jê re mabe ew jî xwekuþtin an jî întîhar be. Feqet ez ne bawer im karekterê Tosinê Reþîd ewqasî tijî û têr bûyî be û biçe xwe bikuje, ên Tosinê Reþîd ji ber qelsbûna xwe, ji ber li hember heyatê têkçûyî ye xwe dikuje, ji ber lawazbûna xwe’y ruhî û hiþî xwe dikuje, neku têr û tijî ye û xwe dikuje…
Em werin ser çend çîrokan,
Çîroka “Serma”
Di çîrokê de tenêbûn û serma mijara herî sereke ye, karekterê me tenê dijî, lê pirûpir sar e, loma jî çi alavên ku di hundir odeya wî de hene hema hema giþan diavêje sobeya xwe, ji xêndî pirtûkên xwe, wer xuya ye xwendevanekî jîr û jêhatiye feqet ev karekterê me mirov dibêje qey nivîskar bixwe yî, xwe leystiye, dema temenê mirov bi pêþve diçe, serpêhatî tijî dibe, bêtirîn çîrokên mirinê û tenêbûnê tên afirandin. Tenê dostê karekterê me pirtûk dixuye, mekanê wî odeya ku têde dijî, li gor çîrokê karekterekî temendirêj dixuye, jixwe navê karekter tune ye, di çîrokê de yek bi xwe xwe diaxive, di hinek çîrokên din de jî karekterên wilo hebûn lê navên karekteran tune bûn. Talî di dawiya çîrokê de pirtûkên xwe jî diavêje sobeya xwe, hundir germ nabe piþtî pirtûkên xwe diavêje sobê dest bi girî dike, feqet ne diyar e, ji bo çi digirî, gelo ji bo pirtûkên xwe digrî an jî ji ber tenêbûna xwe digirî, halbûkî karekterê xurt, divê negiriya, divê ji ber tenêbûna xwe welew bo pirtûkan negiriya, heke ewqas xwendibe, ewqas pirtûkî wî hebe, divê ji hêla hestên xwe, vîna xwe û hiþ ve xurtbûya. Karekter ji hêla hiþ, hestan û vînê ve qels dixuye. Wektê em dibêjin karekter qels e, ev nayê vê wateyê ku çîrok qels e, belkî nivîskar ji xwe re xwestibe karekterekî qels biafirîne ev jî tercîhek e. Yanê afirandina karekterekî qels heman demê de karekterekî xurt e, ji ber ku afirandina karekterekî qels û karekterekî xurt heman tiþt in herdu jî huner û afirandineke baþ dixwaze. Talî çîrokek bêdeng û sar e. Çîroka tenêbûneke entelektuliyê ye. Çîroka bêxwediyê ye. Çawa Tolstoy di tenêbûneke de bêxwedî li stasyona trênekê mir, ev çîrok jî hinekî diþibe rewþa mirina Tolstoyî.
Çîroka “Xwiþk û bira”
Di çîrokê de xweþk û bira bûkên pêylestokî difiroþin, lê heta yekê-diduyan difiroþin kezeb li wan reþ dibe, bi peya diçin sûkê û bi peya vedigere, keçik bi hemdê xwe ji vê rewþê aciz bûye. Loma di vê çîrokê de keçik bêdengiyê dihûne, bêdengiyeke bêhna mirinê jê difûre, keçik di hundirê xwe de dijî, sar e, qaþayî ye, jiyan li ber çavên wê bêwate û vala dixuye. Karektera me’y jin têkçûye li dijber heyatê, karekterên Tosinê Reþîd ne serhildêr in, pirtir têkçûyî ne. Feqet ev nayê wateya çîrokqelsbûnê welew karekterqelsbûnê… Mîna çîroka yekemîn di vê çîrokê de jî heman rewþ berbiçav e. Yanê “bêwatebûn û valahîbûn” herdu çîrok jî sar in, cemidî ne, bêhna mirinê jê difûrin. Ji xwe di dawiya çîrokê de keçik xwe întîhar dike. Karekterên Tosinê Reþîd biyanî ne, dilxelînî ne li hember heyatê sar in. Bi taybetî di van herdu çîrokan de.
Çîroka”Koçberî”
Ev çîrok jî kana xwe ji axa xwe dûrketinê stediye, ji ber desthilatdaran ji mecbûrî dev ji axa xwe berdane û koç kirine, ji ber zarok û jina xwe newêrîbû serîrake li hember desthilatdaran, loma jî dikoçin. Yanê piraniya karekterên çîrokên Tosinê Reþîd têkçûyî ne, nikarin serîrakin, jixwe serhêldêrbûn di ruhê karekteran de tune ne.
Çîroka ”Çiya”
Di vê çîrokê de penaberî, hesreta welêt bêtirîn berbiçav e. Karektera me bêriya welatê xwe, bêriya çiyayê xwe’y taybetkiriye û tê gund, bo ku biçe wî çiyayê xwe bibîne. Feqet dîtina wî çiyayî qedexe ye, karekterê me qedexebûnê paþguh dike û berî bi wî çiyayî vedike, wêneyan dikêþîne. Feqet leþker tên û hemû wêneyan wê jê distîne û wê binçav dikin û diçin. Talî dîsa koçkirin, desthilatdarî, welat û bêrîkirin kana vê çîrokê ye, ev çîrok jî mîna çîroka sêyemîn e. Di vê çîrokê de hinekî serhêldêrbûn heye, çimkî hemû gotinên hawirdorê xwe paþguh dike û karektera me bi a xwe dike.
Çîroka ”Dergîstiya Birê”
Ev çîrokek trajîk e, çîrokek ehlaqî ye, çîrokekek civakî ye, çîrokek zayendî ye, çîrokek namûsê ye, çîrokek feodalîzmê ye. Çîroka me bingeha xwe ji rastiyê werdigire, di vê çîrokê de a serdest jî ehleqa civakê ye, heke ehleqa civakê ne serdestbûya belkî berê çîrokê biguheriya, feqet ev ehleq ehleqeke çandî ye. Di jiyanê de guhertin-dagerîna herî dijwar çand e, çand zinar e, guhertin û teþekirina zinêr jî encax bi tevþo welew bi zop bê dirûvkirin. Îcar em werin ser çîroka xwe, di çîrokê de dergîstiyê Gulê tê kuþtin, paþê divên gerek tu bi birayê dergistiyê xwe re bizewice, ango bi Ûsif re. Divê em ê çawa te bidin kesê-n dinê… paþê herdu li odeyekê hevdu dibîne ango hevdîtina Gulê û birayê dergistiya gulê Ûsif pêk tê, dûre dizewicin, feqet þeva zewacê de dema Ûsif destên xwe dirêjî pêsir û ranên wê dike, sûretê destgirtiyê Gulê li ber çavên Gulê dibore, yekser diveciniqe û çend dibe, xwe ji Ûsif dûr dixîne, xwe diavêje quncika odê û metelmayî dimîne, jixwe bêdilê Gulê bû tiþtekî werê, ji neçarî pejirandibû. Paþê Ûsif ji Gulê dipirse divê birayê min bi te re razabû an na? Ev pirsa him hiþê Ûsif, nêta Ûsif, aqlê Ûsif hema her tiþtê Ûsif li ber çavan raxistibû. Piþtî vê pirsê Gulê hêrs dibe, dibehece, dibêje tu çawa dikarî vê pirsê bike? Tu çawa bi nêt dike ku tu bi dergîsiya birayê xwe re razê û bizewice? Esil di vê çîrokê de kompleksa Qedipûsê heye.”Biresera eþqê ya law a ewilî dê ye”(2) ji bo çi Qedipûs e, ji ber ku di bingeha vê çîrokê de zayendî heye. Çima law aþiqî dêya xwe dibe, ji ber ku ji bavê xwe didexise û dixwaze têkeve dewsa bavê xwe, esil Qedipûs jî maka xwe ji mîtolojiyê wergirtiye, Freûd jî ev çîroka mîtolojiyê, ji mîtolojiyê wergirtiye û aniye bi zayendiyê ve girêdaye. Ji bo çi ev mîtolojî bi zayendiyê ve girêdaye, ji ber ku Qedipûs bi xwe qraleke û bavê xwe dikuje û paþê bi ca xwe re dizewice, loma jî Ûsif li gor vê çîrokê mafdar e. Ûsif di þeva zewacê de, qet bêfikar destên xwe berê berê dirêjî pêsîran dike û paþê jî berjêr dadixîne. Yanê biratî ne girîng e, a serdest zayendî ye. Koka Qedîpûsê jî ji vê zayendiyê tê, serdestê hertiþtî ye, heta ya ku þexsiyetê ava dike jî jê yek Qedipûs e. Di çîroka Qedipûsê de ehlaq binpê bûye, Ûsif jî ehleqa civakê pejirandiye. Feqet zayendî û ehleq herdu jî Ûsif dîl kiriye. Jixwe zayendî her daim a serdest e, ne ehlaq, ehlaq tenê hesp e, zayendî jî ê ku li hespê siwar dibe, werîsê ehleqê di destê zayendiyê de ye. Zayendî û ehleq jî du rastiyên der-bin-hiþî ne. Li gor mîtosê, ma Xweda, bihûþt bexþî Adem û Hewa’yê nekir feqet dîsa jî wan bi a xwe kir û dev sêva xwe kirin.
Çîroka ”Kujerê Dê”
Dê û kurê xwe tenê bi hevdu re dijîn, dê di aþpêjxanê de diþixule û çi hebûnên wê heye jî , ji bo pêþeroja lawê xwe dide serhevdu, di qutîkek wê de tijî kevçî û kedehên zêrîn heye, law dibêje ka bide min feqet dêya wî dibêje na, di devê deriyê aþpêjxanê de bi dêya xwe re dikeve nîqaþê û paþê del dide û dikeve hundir, dema ku dehf dide dikeve xwarê û xwîn ji serê wê diherike, piþtî wextekê ruhê xwe ji dest dide. Feqet berî ku law dêya xwe bikuje, bi wê çavsoriyê êrîþî dêya xwe dike, bi çavsoriyekê pê re dikeve galegalan. Talî piþtî vê qewimînê metalmayî dimîne, ji herkesî re dibêje ketiye xwarê û miriye. Welhasil êdî bi þev bêhizûr dibe, xewnerojkan dibîne, rojekê xwiþka wî lê digere telefonê venake, vana tê dinêrin ku di hundirê aþpêþxanê de wî’j qeyrana dil derbas kiriye. Talî ji bo çend kuriþan mirov bûye êdî dikare dêya xwe jî bikuje. Ji mal û milkê dinyê êdî herkes herkesî dikare bikuje, ma karekterê Dostoyewskî yê pirtûka bi navê “Birayên karamozovî” ji bo jinekê, mal û milkan bavê xwe nekuþt, loma jî du tiþt di jiyanê de xwedî roleke girîng e, yek jê mal û milk e, a din jî jin e, hemû þerrên dinyê jî hema hema bo van herdu tiþtan çê dibe. Ma Qedîpûs ji bo bi ca xwe re bizewice, bavê xwe nekuþt, loma jî sedem ya milk e, ya jî jin e.
Çîroka”Xewnerojkên Tenêtiyê”
Di Xewnereþkên tenêtiyê de ya girîng hêvî û tenêbûn e. Dema ku tu kes li te nepirsî, ne malbat, ne dost û heval a wê çaxê tu’y di tenêbûna xwe de biesirî û biêþî… Karekterê me, biyanîbûnê, modernîzmê destnîþanî me dike. Jixwe dema ku malbat, heval û dost ji holê rabûn, tenêtî li holê ma, a wê çaxê serdema nûjentiyê ew ê ji me ra bêje merheha. Nûjenî, hinekî mirovan, malbatan ji hev belawela dike, dewsa têkiliyên germ têkiliyên sar dest pê dikin, heta têkiliyên sar jî namîne. Ev biyanîbûn e, nîþaneyên modernbûnê ne. Di romana Albert Camûs de ya bi navê”Biyanî”de karekterê me dema dêya wî dimre, telefonî wî dikin divê werin meytê xwe bibe, karekterê me diçe meytê dêya xwe ji xweyîtîxanê werdigre û dibe wê binax dike, hema paþê jî roja dinê ew û hezkiriya xwe diçin ber perê behrê, aha ev e herhal modernîzm welew biyanîbûn, herhal jixwe û malbata xwe biyanîbûn ev e. Çaxa têkiliyên germ qediya, çaxa têkiliyên cemîdî û sar dest pêkirin a wê çaxê nûjenî jî dest pê dike. Di çîrokên Tosinê Reþîd de tenêbûn, bêkesî, mirin, xwekuþtin û bêrîkirinên welêt hwd sereke ne.
Çîroka ”Telefona Bêdeng”
Hêvî di çîrokan de sereke ne, di çîroka”Telefona Bêdeng û Xewnerojkên Tenêtiyê”de bendemayîna hêviyê xwe dide der, hêvî mirin e, êþ e, ji kelesteketin e. Helbet mirov bê hêvî nikare bijî, hêvî bi qasî mirovan li ser lingan û çokan dihêlî, ewqasî mirovan ji çok û destan jî dixîne…Her hêviyek êþê bixwe re dizeyîne. Her ku karaktera me li benda telefonê disekine, hêviyên wê dibin êþ û xwe bera canê wê dide, her ku deng ji telefonê nayê bedena karektera me êþ, kul û keser radipêçe. Di vê çîrokê de jî jixwebiyanîbûn heye, bendemayîn heye, loma jî tenêtî, biyanîbûn, jixwedûrketin û modernîzm têkiliyên germ sar kiriye. Hest û ruh di van çîrokan de hene. Mirov ji karekteran fêm dike ku bendemayîn û hêvî hezar êþ û kelem di ruhê wan de ava kiriye.
Çîroka ”Ser rêya xwekuþtinê”
Ev çîrok, çîroka li ser xwekuþtinê ye, çîrokek evîniyê ye, çîrokek dudiliyê ye. Çîroka hêz û vînê ye. Serlehenga me Sernazê û du hevalên wê ên li zaningehê dixwazin tevlî refên þervana bibin. Feqet Sernazê di zarokatiya xwe de ji lingê xwe seket dimîne. Loma jî herdu hevalên wê diçin û ew dimîne li gorî çîrokê, feqet rêveber daxûyaniya xwe ji Sernazê re venabêje, jixwe Sernazê xwe kêm didît, xwe bêkêr didît, dema hevalên wê diþîne û wê naþînin bêtir birîna wê bixwê dibe, bêtirîn diêþ e, bêtirîn xwe bêkêr dibîne, loma jî ji xwe re çareseriyeke din digere bo ku biçe. Paþê bi hevalê xwe Bawer re dinase ji bo ku biçe, pê re wextekê danûstendinê dike, feqet piþtî ewqas danûstandinê de di dilê Bawer de hezkirinek ava dibe, heman demê de di dilê Sernazê de jî heman tiþt ava dibe, feqet Sernazê qebûl nedikir, vîn û hêza wê þerrê xwe bi hestên xwe re dikir. Lê em dizanin ku hêz, vîn û aqil hesp in, a ku li vê hespê siwar dibin jî hest in. Sernazê çi çaxa ku dike xwe bikuje, di wê kêliyê de Bawer telefonê wê dike, dinêre deng ji telefonê nayê, dengê avê tê, paþê Bawer wê ji xwekuþtinê xilas dike, talî herdu dibin hezkiriyên hevdu. Halbûkî dawiya çîrokê divê trajîkbûya welew bi awayekî din biqediya, loma jî dawiya çîrokê magazînsel maye, li gor vê çîroka herî xurt divê dawiya çîrokê wilo magazînsel û hêsan neqediya. Qelsbûna jinê derxistiye holê, halbûkî li gorî çîrokê Sernaz çiqas xwe bêkêr û fikra xwekuþtinê pê re ava bûbe jî, taliyatalî bi fikrên xwe re pirûpir bawer bû, yanê fikra çûyîna nav refên þervanan û fikra xwekuþtinê. Jixwe fikra xwekuþtinê bi serê xwe baweriyeke herî xurt jê re lazim e. Loma jî dawiya çîrokê wek rêzefilîmên qlasîk qediya ye, heqê vê çîrokê dawiya wê gerek ne werê bûya.
1) Di dîroka felsefê de pirsgirêka mirovî, Dr. Mustafa GÜNAY weþan: Îlya
2) Li ser Psîkanalîzê, Sigmûn Freûd, weþan: Sayfa, wergêr: Ýhsan KIRIMLI