ÇAVDÊRIYÊN QEYDKIRÎ
“Ji bo ku mirov êþê fêm bike, divê berê mirov bi xwe êþiyayî be, an na bêwate ye”
“Êþâ kesê dinê rasterast û bi teqezî em nikarin hîs bikin, divê em hîs nekin jî, çimkî wekhevîbûn welew hundirîniyeke wisa dibe ku xeter e û wêranî be. Êþa me êþa ên din e, temam, feqet êþa ên din divê wekî êþa ên din bimîne. Esil wekhevîbûn(eynîbûn) encax di awayeke neeynîbûnê de ye ”(1)
Dema Michelangelo ji kevirên xwe yên mermeran peykerê Mûsa çêkir û qedand, hema hema dikira dîn bibûya, ji ber ku peykerê xwe bi rih kiribû, bi hest kiribû, zindî kiribû, loma jî Michelangelo dikira hiþê xwe bixwara, xwe ranegirt û rahiþt çakûcê xwe avêt peykerê xwe û got: "Rabe serxwe û bimeþe, biaxive, an na Xwedêyo divê tu rihê min bistîne." Yanê Michanlenjelo ew qasî peyker bi rasteqînî-zindî afirinadibû aqilê mirov disekinî, peykerê xwe xwedîrih û xwedîhest kiribû loma xwe ranegirt û got gerek tu rabî serxwe û biaxivî, bimeþî. Tew peykerçêkirina ji mermeran jî gelekî dijwar e, halbûkî tu hewka çakûcê xwe li mermer xîne, dê parçe parçe bibe, îcar peykersazê me bi mermeran peykerê xwe afirandibû, heta damarên peykerên xwe jî çêkiribû, damarên canê wî ji mermeran derxistibû holê. Hiþê mirovî ranagire û hilnagire, hiþê mirov disekine… Ma qey ne neheq bû gotibû Xwedêyo were rihê min bistîne…"
Îcar bo çi min behsa çîroka peykersazê xwe kir, min xwest ku bêjim, heke mirov çîrok nivîsand divê bi rih bin, divê bihest bin, heke tew mijar li ser þer û hilweþandina bajaran, rûxandin, hedimandinên bajar û navçeyan be, divê teqez û teqez hest û rih di çîrokan de hebin, heke mijara çîrokan piþtî hilweþandin û rûxandinên bajaran-navçeyan û derûniya kesa-n be, derûniya gelekî (miletekî) be, divê baþ bên rêsandin û dahûrandin, divê baþ bihata çavdêrîkirin, gerek hemû çîrok xwedî rih û hest bûna… Feqet piraniya çîrokên me, bêrih û bêhest in, mîna mirov biçe tenê ji xwe re çavdêriyên xwe bike, paþê vegere û rasterast binivîse. Halbûkî piþtî vê barbariyê, wehþetê, hovîtiyê û hwd din, divê dîtin û çavdêrî bêtirîn bihata þayesandin, bêtirîn kitekitên derûniya kes û gel bihata þayesandin, gerek mîna tabloyeke wênesazekî bihata hûnandin. Paþê jî dema me çîrokên "Belkî Îþev Binive" xwendin divê xweber hêsir di çavên me de biherikiya ser çîrokên ku "Belkî Îþev Binive" lê ne wisa ne. Feqet dema ku ez behsa hêsiran dikim, ez behsa zikþewatê welew dilpêþewatandinê nakim, ez behsa kûrahiya çîrokan dikim, kûrahiya êþê, kûrahiya tirsê, kûrahiya hilweþandina hiþên kes-an û miletekî dikim. Hest, hêsan hatine nivîsandin, hevdilînî hêsan pêkhatine, jixwe hevdilînî heta ku mirov bi xwe nejî pêk jî nayê, mirov nikare rasterast wê hestê bijî, divê tu bixwe bijî, an na bêwate ye. Em bixwe ên din in, feqet em bi xwe jî ên din kêm fêm dikin, halbûkî divê mirov êþa xwe baþ bizanibe û bizanibûya, êþ gerek ew qas hêsan nehatiba rêsandin. Di dema þer de trajediyên wisa, tirsên wisa bi gel û kesan re derûniyên patolojîk û rewþên paradoksal ava dike, feqet ravekirin û kûrahiya rewþa þer û piþtî hilweþandina bajar û navçeyan kûrahiya çîrokan kêm mane. Halbûkî di wê serdemê de hema hema gelek kes ji hêla derûniyê ve, derûniyên patalojîk, derûniyên kaotîk û derûniyên paradoksal jiyan, jiyane. Loma jî dema ku em li çîrokan dinêrin em pêre derûniyeke patalojîk, derûniyeke hilweþiyayî û hedimî, derûniyeke paradoksal û þopa derûniyeke giran em nabînin, tenê em di wêneyên ku hatine kêþandin de van derûniyan dibînin, feqet çend hevokên ku derûnîgiran jî di hin çîrokan de hebûn, mînak in:
Ji çîroka "Ya mirî li malê bû"
1) "Roja çarê gelek bêhn ket termê wê, me bi werîsekê dahêlikand di kolanê de" (r.28)
Ji çîroka "Kurdê Bêdeng"
2) "heþt roj in nikarim biçim malê. Jin û zarokên min 400-500 metreyan ji min dûr in lê ez nikarim xwe bigihînim wan."
3) "Du termên gêncan li mizgeftê ye, lê ti kes nikarin wan binax bikin" (r. 44)
Ji çîroka "Kurmên termê wî"
4) "Bi rojan termê wî li wê derê maye. Kirm ketine laþê kurikî"(r.81)
Di çîrokan de hema hema hevokên herî bi bandor ev her çar hevok bûn, heta mirov dikare bêje kûrahiya çîrokan di van hevokan de bûn. Bifikirin ku hûn ji bo meytê xwe "Werîs" diþixulînin, bifikirin ku "Kurm" têkeve meytê we û mirov nikaribe biçe meytê xwe bîne, bifikirin 8 rojan mirov nikaribe xwe bigihêjîne "Zarok û Jina" xwe û bifikirin ku mirov nikaribe "Meytê" xwe binax bike, a ev trajedî ye, hovîtî ye û wehþetiya mirovan derdixîne holê loma dema ku min behsa çîrokbihestkirinê û çîrokbirihkirinê dikir min behsa van rewþan dikir, ji ber ku rewþên wisa encax derûniya þer diyar bike, þer eþkere bike, çîrok bibe xwedî hest û birih, bi rewþên wisa encax em derûniya kesên xwedî meyt fêm bikin û dahûrînin, îcar dema em li hevokên li jor dinêrin em fêm dikin ku trajediyek, barbariyek, wehþetek û desthilatdariyek hovane li dar bûye û tirs hebûye… lê dema em bi giþtî li çîrokan dinêrin, mirov dibêje qey tiþtekî asayî qewimiye, tu xisar û zerar tune ye, yanê bi þêwaz û teknîkek lawaz çîrok hatine vehûnandin, halbûkî divê bi dengekî herî xurt, bi teknîk û þêwazeke herî xurt, bi naverok û bi hevokên herî xurt bihata rêsandin, bila mirov bizanibûya birajî barbarî, tirs, hilweþandin, hovîtî, rûxandin, hedimandin û hwd hene. Feqet tenê em ji wan çar hevokên li jor û ji wêneyan fêm dikin wehþetiyeke herî xedar, desthilatdariyeke herî dijwar û xedar li holê ye. Wêneyên çîroknûsên me teqez ji çîrokên wî serkeftîtir in. Bi qasî em trajediyê û pêgên barbariyê di wêneyan de dibînin em di çîrokan de nabînin.
Em hin mînakên þer bidin: Pablo Pîcasso di tabloya xwe ya "Guernîca’yê” de bi þêwaz û teknîkek herî xurt trajedî, êþ û weheþetî rêsimandiye. Wêne bi xwe çîrokek herî hêja û serkeftî ye. Wêneyê me êþa heywên, êþa mirovan êþa alavan giþ berbiçav kirine, wehþetî û hovîtî li ber çavên me raxistiye, mirov van hestan giþan hîs dike, îcar di çîrokên “Belkî Îþev Binive” de ev hest kêm in, halbûkî divê hestên herî zêde gerek ev bûna. Helbet wêne û çîrok ne heman tiþt in, çiqas ne heman tiþt bin heman demê de heman tiþt in jî.
Em werin ser wênesazekî din, wêneyê wênesaz Goya, yê bi navê "Serîrakirina Gel" de jî heman rewþ li dar e, wehþetiya Serdema Spanyayê li ber çavên mirov raxistiye, çimkî di wî wêneyî de jî heman wehþetî, hovbûn û desthilatdariyeke xedar heye, loma ev wêne jî van hestan bi mirovî dide hîskirin.
Em mînaka xwe ya herî dawiyê jî bidin: Pirtûka bi navê “Deftera bîranîna Anne Frank". Di vê pirtûkê de peyam û nameyên gelekî hêja hene, derûniyên rewþên wehþetê û hovitiyê di pirtûka xwe de berbiçavkiriye. Behsa wextê xwe yê qampê dike, Anne Frank jî di serdema þer de jiyaye, di serdema Hîtlerî de jiyaye û bîranên xwe di pirtûkê de komkiriye. Feqet dema ku mirov vê pirtûkê dixwîne mirov hovîtiyê, tirsê, trajediyê, wehþetê û desthilatdariyê fêm dike. Li ber çavên me bi awayekî eþkere raxistiye.
Mînakek ji pirtûkê: Van Daan got: “Wê çaxê em radyoyê ji holê rakin.” Mêrê wê ket navbera axafinê: ”Em bavêjin sobeyê.”
Yekî din got: “Piþtî ku em hatin girtin þûnde, wê çaxê bila qe radyoyê jî bibînin.” (2)
Dixuye ku radyoyek tenê bê çiqasî rewþa wan eþkere kiriye, tenê ji bo radyoyekê ew qasî nîqaþ danîne, îcar di vê bîranînê de gelek rewþên tirsnak û trajîk hene. Yanê bi kurtasî divê bêtirîn çîroksaziya wan çîrokan welew çîrokên çavdêrîbûyî, bêtirîn xwedî bi hest û rih bin, li gor qewimînên rasteqîn ev çîrokên me pir hêsan mane, helbet rojnamegerî û çîroknûsî ne heman tiþt in feqet di heman demê de ji hêla dîtinê ve hinekî jî hevpariya wan heye. Di bûyerên rasteqîn de mirov mecbûr e, serê xwe, laþê xwe, bedena xwe, rihê xwe, hestên xwe, hiþê xwe û bi hemû organên xwe, xwe biêþîne, çîrokên êþê ne ew qasî hêsan in, em qala “Êþê” dikin.
1- Jacques Derrida, Gramatolojî, wergêr, Ýsmet Birkan, weþan, BilgeSu
2- Bîranîna Deftera Anne Frank, weþanên Papîrüs, wergêr, Can Yücel