• Rûpela Pêşî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêşî
  • Qunciknivîskar
  • Şêxo Fîlîk / ROJA NEHŞEMÎ
Şêxo Fîlîk / ROJA NEHŞEMÎ

Şêxo Fîlîk / ROJA NEHŞEMÎ

filik4402@hotmail.com,FilikSexo,profile.php?id=100009982964676

Di Çîrokên Brahîm Ronîzêr de Kronotop

Dîrok : 22 01 2019

Newton zemên dişibîne xeteke rast û dirêj. Li gor teoriya wî zeman li ser wê xeta rast û dirêj bi awayekî kronolojîk (do-îro-sibêro) û ji her tiştî xweser di cihoka xwe de diherike. Leza herikîna zemên jî li her derê û li her wextê yek e; ango neguherbar e (mutlaq e). Lê li gor Einsteinê ku bi teoriya ‘îzafiyetê’ (lênêhertin) li ber teoriya Newton radibe; zeman li her derê ne wek hev e, ango zeman ne têgeheke neguherbar e û li gor referansa meriv (li gor lênêhertinê) herikîna zemên jî diguhere. ‘Sermeselê’ dibêje Einstein û vê mînakê dide; “tiştek her ku nêzî bayê birûskê (leza şewqê/ışık hızı) dibe, ji bo wî tiştî zeman jî her ku diçe hêdîtir diherike. Dema ew tişt digihîje bayê birûskê, zeman ji binî ve radiweste.” Ev gotinên Einstein pişt re bi awayekî zanistî jî tên piştrastkirin (1). 

Newxe ji vê berawirdkirinê em dikarin xwe bigihînin du encaman; 1. Einstein (dijberî Newton) di navbera zemên û mekanê (feza) de têkiliyekê datîne û dîsa dijberî Newton zeman û mekanê ne wek du têgehên ji hev xweser lê di nava pevgirêdanekê de dinirxîne. 2. Li gor teoriya îzafiyetê herikîna zemên ne kronolojîk lê akronîk e.

Van teoriyan -bi awayekî xwezayî- bandor li edebiyatê jî kiriye. Sermeselê di dahûrandinên klasîk de zeman û mekan ji hev tê veqetandin, her hokerek (zeman û mekan) li gor krîter û xisûsiyetên xwe tê nirxandin û herikîna zemanê wan berhemên edebî jî tim kronolojîk e. Lê piştî teoriya Einstein êdî mekan û zeman di nava hev de hatiye nirxandin û di berhemên edebî de zeman êdî akronîk jî herikiye; ango di vegêranê de zeman her car ne wek do-îro-sibero lê bi flashback û bi çûnûhatinan -bêyî ku guh bide kronolojiyê- di navbera do-îro-sibero de çûye û hatiye.

Wek Ramazan Korkmaz(2) jî dibêje;“Zeman malzaroka bûyerê ye û mekan jî qada problematîk e ku qarekter çavê xwe li ser vedike, lê mezin dibe, tev digere û xwe pêk tîne.” Çima ku di metnên edebî de zeman û mekan du hokerên sereke ne û çima ku bi saya zeman û mekanê him kesên metnê tên qarekterîzekirin him jî sêwirandin bi hemû hûrgiliyan li ber çavên xwîner tê raxistin, nedibû ku ev guherînên zanistî bandorê li edebiyatê nekin. Bandora ku li edebiyatê kiriye jî tenê bi nivîskaran re sînorkirî nemaye. Bi qasî nivîskaran, teorîsyenan jî serê xwe bi van têgehan êşandiye û her ku çûye di nirxandin û dahûrandina berheman de bûne du krîterên jêneger. Ji wan teorisyenan yek jî Mihail Mihayloviç Bahtin(3) e ku bingeha kurama xwe li ser teoriya Einstein ava kiriye û navê ‘Kronotop’ lê daniye. Kronotop ji peyvên ‘kronos’ û ‘topos’ pêk tê. Kronos tê maneya zeman, topos jî tê maneya mekan. Li gor kurama Kronotopê –wekî ku ji sazbûna peyva kronotopê jî tê derxistin- zeman û mekan di nava hev de ye û ji hev nayên veqetandin. Wexta ku ji berhemê re mekanek hat diyarkirin, zeman ji ber xwe ve diyar dibe(4). Sermeselê; Bahtin mînaka şemûg (eşik) dide û dibêje bûyerên ku wek mekan li ser şemûg (li devê derî) derbas dibin bêyî hemdê nivîskêr û xwîner, zemanekî teng ku bi lez û bez diherike ji ber xwe ve dikeve ruhê metnê.

Dîsa li gor Bahtin her berhemek xwedî kronotopekê ye. Berhem bi kronotopa xwe ve giredayî ye û di nava xwe de peyamên kronotopa xwe dihewîne. Ango her kronotop di nava xwe de têkiliyên zemanî û mekanî yên serdema xwe dihewîne (5). 

Bahtin di vê derbarê de pênc kronotopên sereke diyar kirine;

1. Kronotopa Rê û Rasthatinê

2. Kronotopa Şemûgê

3. Kronotopa Kelehê

4. Kronotopa Çolterê

5. Kronotopa Eywanê

Brahîm Ronîzêr di ‘Korerê’yê(6) de her pênc kronotopên Bahtin jî, di fonksiyona ku Bahtin qal kiriye de, bi kar aniye lê bi hejmara kronotopên Bahtin ve sadiq nemaye û bi xwe jî hin kronotop afirandine. Kronotop-afirandina wî nayê wê maneyê ku ji kurama Bahtin ve jî sadiq nemaye. Lewre di kurama Bahtin de cihê kronotopafirandinê jî heye. Ji ber ku Bahtin di heman berhama xwe de dibêje; ‘kronotop ne tenê bi qasî ku hatine jimartin in, kesek dikare bi xwe jî kronotopên xwe biafirîne.’ Em ê pêşî li gor kronotopên ku Bahtin diyar kirine çîrokên Ronîzêr binirxînin û paşê dîsa di ser çîrokên Ronîzêr re qala kronotopên ku wî afirandine bikin.


1. Kronotopa Rê û Rasthatinê

Li gor Bahtîn; “Hemû (li hev) rasthatin li ser rê pêk tên. Ew rasthatin dibe tesadûfî, dibe plankirî bin.(7)” Brahîm Ronîzêrê ku di çîrokên xwe de piranî mekanên derveyî bi kar anîne, di nava wan mekanên derveyî de herî zêde cih daye ‘Kronotopa Rê û Rasthatinê.’ Di Korerêyê de carinan tu karîgeriya rê tune ango tenê ji bo tê re derbasbûnê ne; “Ewko berê xwe dide nava sûka kevn. Wê tenê tê re derbas bibe. r.40/ Kuçe û kolanên nas xerîb, xilbe xalî jê re ne xem bû, ew ê tenê bimeşiya r. 35” Carinan jî di fonksiyona ‘kronotopa rê û rasthatinê’de dibe cihê rasthatinên tesadûfî, hevdîtinên plankirî û cihê ku heterojeniya civakê lê dicive. Sermeselê di ‘Rêka Dibistanê’ de Elîko û Sînemê li ser rê hev dibînin. Lê hevdîtina wan ne tesadûfî lê plankirî ye, çi ku ‘Elîko pîjikekî li pencera mala Sînemê dixe’ da ku Sînem derkeve derve û bi hev re herin dibistanê. Heke em vê hevdîtina Elîko û Sînemê nehesibînin, hemû rasthatinên din tesadûfî ne ku ji bo rasthatinên tesadûfî çîroka ‘Bajarekî Din’, ‘Restorant’, ‘Meşa Çokşikestî’, ‘Torbeyê Naylon’, nimûneyên navhilanînê ne.

Li ser heterojeniya civakê ku Bahtin dibêje; ‘…di tu mekaneke din de ne mimkûn e ku hemû nimûneyên civakê werin gel hev’ di gelek çîrokan de xwe dinimîne. Di çîroka ‘Meşa Çoksikestî’ de, ji bo dîtina wê heterojeniyê, qarekterên çîrokê li metroyê siwar nabin lê bi pêyan diçin; “em bi pêyan diçin, li metroyê siwar nabin, bi boneya zêdetir dîmen û balkêşiyan r.53” û di berdewamiya çîrokê de em dibînin ku rê dibe qada ‘celeb bi celeb mirovên cihêreng r.53’ Dîsa di çîroka ‘Danekî Roja Wekî Gelek Rojan’ de rê bûye qada heterojeniya civakê ya ku Bahtin qal dike; ‘…pîrejinek, bûka bi ser û cilên xwe, bi porê boyaxkirî û cilên teng ku dilbijokiyekê ji zavayan re çê  dike r.38’, di otobusê de ‘yek du kesên ku bi meraqdarî li rûyê qarekter dinêrin r.39’,  ‘jina girs a layî nihîtekî r.39’, ‘xortikekî hivdeh hijdeh salî yê bi rihikeke modeyî ku tu dibêjî qey goşt ji qijikan deyn kiriye r.39’, li kûçeyê ‘kurikê heft heşt salî ku bi dawa diya xwe girtiye r.40’, ‘diya wî ya bi kirasê koçerî r.40,’‘keçika xama ku bişkokên qutikê xwe ji edetê zêdetir vekiriye r.41’, ‘xortê ku bi destsivikî nimara xwe dide keçikê r.41’, ‘cigarefiroşê kundirkî r.41’… her wiha rêya çîrokên ‘Torbeyê Naylon r.12’, ‘Rêka Dibistanê r.7’ û ‘Poşmaniya Serdanekê r.46’ jî di vê pêwendiyê de fonksiyona heterojeniya civakê pêkanîne.

Li gor Bahtin di Kronotopa Rê û Rasthatinê de giranî bêhtir li ser hêmana “zemên” e û rêjeya hest û nirxan di vê kronotopê de zêde ye. Ango Bahtinê ku mekan û zemên wek du hokerên di nava hev de dibîne, di vê kronotopê de giraniyê dide ser hêmana zemên. Ji ber ku wek mekaneke edebî di ‘rê’ de, her ku qarekter rê gav dike û nêzikî menzîla xwe dibe, pê re zeman jî –jixweber- diherike, pêş de diçe û diguhere. Di ‘Danekî Roja Wekî Gelek Rojan’ de her ku rê diherike, di paşxaneya çîrokê de em bi herikîna zemên jî dihesin û wer dibînin tarî ketiye erdê; ‘Şabaşa ji tariyê re, şabaşa ji bêdengiyê re, ji tenêtiyê re, ji gav û rêyê re r.45’ Ji ber ku tevkariya mekan û zemên, rê li ber qewimîn, pêkhate û rasthatinên cûr bi cûr vedike, ew jî dike ku bala me ji ser rê û zemên here ser qewimîn û pêkhateyan. Her çiqas bala me ne lê be jî –wekî ku li jor hatibû gotin- zeman di paşxaneya van qewimînan de diherike.  Herikîn û guherîna zemên jî li mekanê vedigere û mekanê diguherîne. Têkiliya di navbera wan de bi vî hawî vediguhere têkiliyeke kommensalîst. Belkî jî zêdebûna hest û nirxan ji ber vê pêvguherandinê ye. Di vê derbarê de çîrokên Ronîzêr nîşanî me didin ku asta hest û nirxan, di çîrokên ku bi vê kronotopê hatine nivîsîn ji asta çîrokên ku bi kronotopên din hatine nivîsîn zêdetir in. Sermeselê di ‘Rêka Dibistanê’ de hesta ku Bahtin qal dike di vê çîrokê de dikeve dirûvê tasewasê û derdikeve pêşiya xwîner. Lewre bi şev hin mêvanên ‘bitifing’ tên mala Elîko û diya Elîko wî temî dike ku ji kesekî re qala mêvanên wan neke. ‘…her weha diviyabû wî behsa mêvanên wan ji kesî re nekira. Heke xelk pê bihise ku mêvanên wan ên xwedî tifing tên û diçin, ku hinekên din pê bihisin wê cin û pîrebok jî pê bihisin û heke ew pê bihisin dê mala wan bişewitînin r.8’ Lê di rê de, Elîko bi ber dilê xwe re dibe û tîne ku ji Sînemê re qala mêvanan bike. Lewre ew Sînemê ji ‘xelkê’ nahesibîne û bi ya wî ew ê nebe sebeba bihîstina ‘pîrebok’an û pê re jî şewitîna mala wan. Nivîskar dike ku xwîner di nava du çeman de (temiya dê û biryara Elîko) tî bimîne, bi gotineke din li hember biryara Elîko temiya dê dibe tasewas û dikeve dilê xwîner.

Li ser rêjeya hestan, di çîroka ‘Meşa Çoksikestî’ de lehengê ku bi kêfxweşî û ji bo gerê ber bi Taxa Sor ve dimeşe, her ku dimeşe rê dike ku kêfxweşî cihê xwe ji hiznê re bihêle. Ber bi dawiya rê em lê dinêrin ku kêfxweşiyê kona xwe ji binî ve hilaniye û qarekter bi temamî di nava lepên hizneke tîr de ye. Dîsa di çîroka ‘Torbeyê Naylon’ de -ku leheng li ser rêya ‘emniyetê’ ye- heman tirs, tasewas û dudilî serdest e.

Her wiha wekî piştraskirina gotina Bahtin ku dibêje ‘her kronotop têkiliyên zemanî û mekanî yên serdema xwe dihewîne’ em bi saya rêyên Ronîzêr bi ser rastiya rewşa civakê ve dibin. Rasthatin, qewimîn û fikirînên qarekter ên li ser rê, rewşa polîtîk û sosyolojîk ya wê civakê radixe ber çavên me. Sermeselê ‘Rêka Dibistanê’ rêya di navbera gund û dibistanê de ye. ‘Torbeyê Naylon’ jî rêya di navbera malê û emniyetê de ye. Gelo ev sêwirandina nivîskêr bi xwe jî ne hewldana destnîşankirina bindestiya civakekê be? Wek du saziyên serdestiyê dibistan û emniyet gelo ne ji bo balkişandina li ser rewşa polîtîk a civakekê be? Di vê derbarê de di çîroka ‘Danekî Roja Wekî Gelek Rojan’ jî em bi rastiya sosyolojik a wê civakê dihesin; kesên ku li ser peyarêyê him dimeşim him dendikan dixwin û qalikan davêjin erdê, kesên ku xwarina sîmîtê wek nîşaneyeke xizaniyê dibînin, di otobêsan de pevçûna sergirtî a rêwiyan ku dixwazin şûna yekî ji dest bistînin, bawermendên sextekar, antîpatîkiya kesên ku wek nîşaneyeke “kubariyê” hewl didin bi zimanine din bipeyvin…  

Ronîzêr di bikaranîna Kronotopa Rê û Rasthatinê de ji aliyekî ve ji Bahtin vediqete. Lehengên Ronîzêr li ser rê bi piranî bi tenê dimeşin û kûr difikirin. Wek çawa li gor vê kuramê zeman bi mekanê ve dikelije û pê re diherike, îca bi herikîna zemên re rê jî diherike. Di vê herikînê de em lehengên xwe yên ku bi tena serê xwe dimeşin û difikirin dibînin. Ew jî dike ku em wek metaforekê nêzî vê rêyê bibin, metafora neqebê ya di navbera jiyan û mirinê de. Ma ne  ‘jiyan di neqeba du pêlikan de şêmûkeke kelpîtî ye r.20’ 


Kronotopa Şemûg (Eşik)

Bahtin, şemûg wek sînorê di neqeba mekanên derveyî û yên hundirîn de penase dike û van mekanan wek cihên xatirxwastin, veqetîn û qeyranê dinirxîne. Çima ku şemûg di xwezeya xwe de ji wan mekanên tengik û biçûk in, zeman jî teng e û her tişt di nava kêlîkekê de diqewime. Dema leheng zêde tune û divê bi lez û bez biryarekê bide; yan ‘erê’ yan ‘na’, yan çûyîn yan mayîn…  Ji ber ku zêde wext tune, ji ber ku yek ‘erê’, yek ‘na’ ye û ji ber ku di navbera ‘erê’ û ‘na’yê de deşt û çiya ferq heye, hewce ye biryareke heyatî di nava kêlîkekê de bê dayîn. Ew biryara heyatî ya di wê wextengiyê de leheng dixe nava fikaran. Li vir êdî çîrok dev ji berbelaviyê berdide ber bi kûrahiyê ve diçe, dibe metneke psîkolojîk û gotinên Mehmet Bakır Şengül(8) tîne bîra meriv;  “Metnên ku aliyê wan ê psîkolojîk berbiçav e, mekan lê teng dibe. Her ku mekan teng dibe jî metin kûrtir dibe.”

Çiroka ‘Tu’ wek mekan li şemûg derbas dibe. Qarekterê çîrokê ji bo qedandina têkileyeke du salan tê mala evîndarê xwe yê berê. Li devê derî qarekterê mazûvan dixwaze xêrhatinê li qarekterê din bike lê qarekterê din bi awayekî hawarane dikeve hundir; “li ber derî ji bo ku tu destê xwe dirêj bikî û welê derbas bibî rawestiyam, lê te bi tevgereke hawarane pêlava xwe derxist û wekî bayê zivistanê ku derî vedibe êrişî hundir dike, tu herikiyî hundir r.77” Ev tevgera qarekter û wextengiya zemanî, qarekterê mazûvan dixe nava fikir û fikaran. Ew jî dike ku çîrok veguhere metneke psikolojîk; “…dilekî min digot, tu dê vê wekî hayfhilanekê bikî û tu dê bê xatir, bê his û deng, rahijî boxçika xwe biçî, dilekî min digot tu ewçend dilxerab nebûyî, rûyê te dê negire, qet nebe tu dê çend gotinên pûç bi kubariyeke nejidil, ji pêwîstiya hevaltiya du salan peyda bibêjî, tu dê bi xatirxwastin biçî. Erê tu dê biçî, çawa dibe bila be, ku tu çûyî… r.76” 

Ji aliyê din ve, di tevgerên wan de em pê dihesin ku bi her du qarekteran re jî ‘dudilî’ û ‘erêna’ya ku Bahtin qal dike heye. Ev gotinên qarekterê mazûvan nîşeneya wê dudiliyê ne ku qedandina vê têkiliyê ne bi dilê wî ye lê wekî ku bi dilê wî ye tevdigere; “(çûyina te) min ê wekî tevgereke li rê û ji rêzê bidîta –bi rastî ev dirûv bidayê, min ê xwe guhnedêr û bêgane bikira. Paşê min ê xwe bi cigare û araqê ve bigihanda r.76” çûyîn, qedandin, veqetîn ne bi dilê qarekter e, lê dirûvê tiştekî ji rêzê didiyê û paşê kerba xwe bi araq û cigareyê vedimirîne.

Qarekter di hewldana xweşîrînkirinê de ye û bi vî hawî dixwaze ewrên reş ku şemûg dagir kirine, biqewitîne; “Gava min derî vekir –wekî ku bê hemdê min ji devê min derkeve- wekî ku bi hatina te pir şa bûbim, ez bişirîm û silava xwe ya ku hinekî qerfî û piçekî ji cidîyetê dûr lê demên dilxweş de dibêjim, min got; eleykumselam r.77” 

Ne aram e, tenê ‘wilo’ dide xuyakirin; “Min wekî her halê xwe rûyê xwe yê nerm û aramiya xwe diparast. Qet nebe wilo dida xuyakirin r.77” 

Ji axaftin û tevgeran, dudiliya qarekterê din jî xuya ye. Wexta qarekter hûrmûrên xwe dide hev, qarekterê mazûvan ku esas li ber wê çûyinê dikeve û naxwaze ew biçe, ji bo ku –qaşo- guhnedêriya xwe bide nişandan ji qarekterê li ber derketinê re bi nîvhenekî dibêje; “te kulîlkên xwe ji bîr kirin, ma tu wan jî nabî? (…) ji bo ku tu ne hêviya pirseke welê bûyî, bêhtir li hêviya gotinên dilşikên û pevçûnê bûyî, devê te vekirî ma. Lê ji ber ku pirseke hêsan bû ne heqerat bû, te zûzûka xwe da hev û bişirîneke ku ne bi destê te hatibû ser lêvên te, belkî ji ber ku axivîm pêleke geşbûn û nermbûnê li dilê te da û bi dengekî şayîk ê qedifeyî te got; ‘ma ez ê çi ji kulîlkan bikim…’r.78” Qarekterê ku bi bihistîna dengê qarekterê mazûvan re dibişire… bi dengekî şayîk ê qedifeyî bersivê dide… Xuya ye çûyineke bêyî dilê her duyan e, her du dudilî û her du di erênayê de ne. Dudilî û erênaya ku Bahtin Qal dike…

Karîgeriya din ku Bahtin wek mekan li şemûg bar dike; rewşên qeyranî (qrîz) ne. Di heman çîrokê de tevgerên qarekter ên di nava malê de dibin sedema vê qeyranê. Qarekter bi qarekterê mazûvan re na lê bi malhevalê wî re eleqadar dibe û ew jî dibe sedema qeyraneke hundirîn; “te tu eleqa nîşanî min neda (…) û berevajî helwesta li hemberî min, te –belkî ji şeytanî- pir pirsên halpirsîn li malhevalê min kirin. Te kîte bi kîte û dengekî bilind –di ber karê xwe re- axaftina xwe bi malhevalê min re –ê ku gelek caran ji ber pozbilindiya wî te ji min re gazinên xwe dikirin û te erqa xwe jê tanî- dirêj dikir r.77” 

Li gor Bahtin di metnên edebî de şemûg carinan bi awayekî aşkere tê diyar kirin carinan jî bi awayekî sergirtî mekanên wek ‘pêpelok’, ‘korîdor’, ‘pencere’ bi karîgeriya vê kronotopê radibin. Şemûgê ku di çîroka ‘Tu’ de bi awayekî aşkere hatiye bikaranîn di çîroka ‘Erêna’yê de bi awayekî sergirtî derdikeve pêşiya me. Qarekterê çîroka ‘Erêna’yê ku li gor psîkolojiya xwe mekanê diguhere û geh diçe ber pencereyê geh diçe ber maseyê, hemû biryarên xwe jî li wan şemûgan dide. Şemûg aşkere jî be sergirtî jî be di wan çîrokan de zeman ji kêlîkan pêk tê û mekan jî her ku diçe tengtir dibe.


Kronotopa Kelehê

Her çiqas Bahtin ev wekî ‘Kronotopa Şatoyê’ bi nav kiribe jî di mîmariya kurdan de şato tune. Lê li gor pênaseya şatoyê û li gor taybetiyên ku Bahtin li şatoyê bar kiriye, di çanda me de miqabilî şatoyê qesr, qonax, keleh û avahiyên din ên dîrokî hene. Taybetiya van avahiyên qedîm ew e ku ji ber kevnariya xwe wek bîra çandî ya însanên ku lê cîwar bûne tê qebûlkirin(9). Wek Mehmet Narlı(10) jî dest nîşan kiriye; “Mekan rih û aqilê çêkirên xwe di xwe de dihewîne, di nêzîktêdayîna van mêkanan de ev rih û aqil tê hîskirin. Têkiliya edebiyat û mekanê ew e ku bi rêya xeyal û xatireyan bîra di wê mekanê de dahûrîne.” Di pêwendiya ‘kevnarî’, ‘bîra çandî/civakî’ û ‘hewandina rihê çêkiran’ de çîroka “Bajarekî Din” nimûneyeke hêja ye; “Keleya girover, giroveriya ku bêdawitiya demê disêwirîne, keleya kevirîn, kevirê ku xweragiriya li hemberî zemên dinimîne ketine milên hev û bi hemû îhtîşama xwe li ber serê avê dibin natorê hebûnê. (…) Û kevir, gelo haya wan jê heye ku mirov ewçend wan jixwe re diemilînin? (…) wekî ku tinazeyên xwe bi dîrokê bikin ruhê gladyatorên tirsehêz di bedenê mirovên nîvparsek de dibin lîstikeke hemdem r. 87-88”

Têkiliya ku Mehmet Varlı di navbera edebiyat û mekanê de datîne di çîroka ‘Poşmaniya Serdanekê’ de xwe nîşan dide û bîra dîrokê ku melisiye nava mekanan bi rêya bîranîn û xeyalan tê dahûrandin; “Çîroka zaroktiya wî, rojên dibistanê, di vê rêyê de wekî rastiyekê, rastiya wêneyekî reş û spî di hişê wî de lewlibîn wekî deydikeke vala r.48” 

Li ber qesrê li ‘stêrika ku havînê her carê digot bawer bike nêz dibe’ digere û zeman wekî taybetiya vê kronotopê berepaşkî diherike; …stêrika dehsaliya wî, a nehsaliya wî, heştsalî, heftsalî...(r.49) 

Her ku li dora xwe dinêre û çav li mekanekê dikeve bayê bîranînan bêhtir lê şid dibe û zeman hê jî berepaşkî ye; “Kanê ew latên bilind (…) Latê li keviya bestê ku li pêşiya wî çem kûr dibû û golikî dibû, latê golikî ku me serserkî xwe davetiyê? Best jî zuwa bûye, besta ku masîkên derewîn tê de digirtin, tê de proveyên soberiyê dikirin, tê de bi sabûna heriyê serê xwe dişûşt. (…) Av û jiyan, av û avahî… r.49” 

Gund, hewş, dibistan, qesr, dehl û rêyên ku zemên guherandine, giraniya bîranînan bêhtir li qarekter radipêçe. Ji ber ku zemên mekan guherandiye; “Balkêş! Dîwar nizm, dar kin û rê kurt bûye. Ma rast e? An numereya pêyên wî mezin bûye? r.48” Ango her ku zeman herikiye mekan jî kevn bûye, xira bûye; “Kevirên şedayî yên xaniyan jî li hemberî zeman û zilimê xwe ranegirtiye. Ma Cengizxan di ser wan re bihûriye, Romayîyekî bi mertal ê xwedî artêşeke deh hezar neferî? r. 50” 

Dîsa li ser xirakirin û deformekirina zemên, gava “li pişt qesirê di ber mahsera ku êdî bi kotekî ji tehtên din tê veqetandin” re derbas dibe bi fizîna bê dihese; “Axx fizîna bê..! Çawa hestên xerabbûn, valabûn û kavilbûnê dike kerkerikên guhên mirov r.50” 

Wek hêmayekê, guherîna qesrê bi guherîna mirov û zemên re têkîldar e. Lewma di çîroka “Pelweşîn” de jî ya ku guheriye ne qesr e lê ‘Kalo’ û ‘Pîrê’ya li ber dawiya temenê xwe ne; “(Kalo)…berê xwe dide nav kavilan, kevirê ser sênderê yê dîroka lêkirina qesirê li ser, bê xwedî, li ber siya tûyê wekî sewaleke gur dirandiye mexelî bû. Kevirê şedayî yê goşebend bi aliyekî de qeliband, li dîroka li ser kolayî mêzand, 194, reqemek jê kêm bûbû. Li dora dara tûyê bi gavên wekî yên kulekekî zivirî, çavên wî her li ser qermiçekên gewdeyê darê bûn r. 92)”

Axir, her ku zeman herikiye, her ku sal derbas bûne guherînên di mekanan de bêhtir xuya bûne. Qarekterên ku dibin şahidê vê guherînê, bi saya vê guherînê bi herikîna zemên dihesin. Qey lewma ye ji nişka ve bi leza demê diheyirin; “...dûriya nav bajêr bi aramiyeke xweş temaşe dike. Li salên derbas bûyî, li leza hawarkî ya demê diheyire r.46” û lewma wexta ku rojên xweş ên berê tên bîra wan, dixwazin zeman raweste; “…li vir dem dikare bisekine, naêşîne r.88”


Kronotopa Çolterê

Mekana din ku li gor Bahtin zeman û mekan di nava hev de ye çolter e. Bahtin, çolter di maneya cihê çep, cihê ji navendê dûr de bi kar aniye ku Cem Soydemir (wergêrê pirtûka Karnavaldan Romana) wek ‘taşra’ wergerandiye tirkî. Li gor maneya vê peyvê, çolter li gor navenda bajêr carinan dibe taxeke bajêr a çep, li gor taxa bajêr a çep carinan dibe gund, tew carinan bajarên derveyî paytaxtê jî wek çolter tên hesibandin. Di wê pêwendiyê de çolter ji wan mekanan e ku plansazî sade, ji rêzê û dûrî îhtîşamê ye. 

Xuya ye Ronîzêr gundê di ‘Rêka Dibistanê’ de li gor vê pêwendiyê teswîr kiriye. “Xaniyên gund bi eynî teşeyî hatibûn lêkirin (…) Kolana gund a yekere û dirêj… r8)”  Lê çîroka ku bi hemû taybetiyên xwe li vê kronotopê dike çîroka ‘Gora Li Hêviya Miriyê Xwe’ ye. Di vê çîrokê de mekan goristan e û ji ber ku goristan li gor ‘cîranên xwe yên zindî’ ango li gor gund dibe cihekî çep di çîrokê de wek mekaneke çolter hatiye teswîr kirin; “Goristan di serê girikekî de ye. Dişibe deqeke tehtoşkî di nav zeviyeke çandî de. Wextekî lempeyên cîranên wê yên zindî ji dûr ve dixuyan r.17 ”  Wek taybetiyeke vê kronotopê û li ser jirêzêbûna avahiyan; “Gorên wan çiqas dişibin hev, hemû ne hunera necarê kêlik û gorçêkeran e  r.17” Bi vê jirêzê û yeknasekiyê ve girêdayî jiyana rojene û zeman jî ber bi yeknasekiyê ve diçe. Tu bûyereke ku sêwirandinê bigûherîne naqewime; entrîkayek, pevçûnek an jî qewimîneke din ku berê çîrokê biguhere… Herkes jiyana xwe ya jirêzê didomîne. Atmosfer sekan û zeman kulek e; “Kundê sermezin li ser sênca hêtê goristanê cihê xwe xweş kiriye, li keferata li nava goristanê temaşe dike, bêyî tirs û saw, bêyî ku çavên xwe biniqniqîne r.17” Yek ji nişaneyên yeknasekiyê acizî ye ku ji bêdengî û dubareyan dizê. Kar û barên rojane û ji rêzê ku di zemanekî fetlonek de xwe dubare dike; “Vê gavê dê melayê mexribê bang bide û mirovên li vê dinyayê bi mezinahiya xwedê û esehiya wê dinyayê haydar bike, xwedê dizane cara çendan e. Xwedê dizane risteya herî zêde hatiye kelimandin li darê dinyayê ev kelîmeya şadê ye r.18”  û li ser bêdengiyê; “Ne deng ji kundê sermezin, tê ne ji niştecîhên goristanê (…) Şev tarî bûye, kerr bûye, Di vê bêdengiyê de xewa her kesî her tiştî tê, kî dibêje mirî ranazin?” “Vê gavê goristan vedigere aramiya xwe, bêdeng e, fenanî wêneyekî reş û spî r.18” Wek ji pasajan jî diyar e, jiyan bi hemû monotoniya xwe didome. Tu entrika an jî pevçûnek naqewime ku herikîna zemên biguherîne. Ji ber ku tiştekî ku çolterî xwe pê mijûl bikin naqewime dest bi fesadî û gotegotan dikin. Belkî jî di nava wê monotoniya fetsînok de yekane mijûlahî fesadî ye ku bêhna wan hinekî tîne ber wan; “Gorên dagirtî wekî mirovên zewicî di ber hev de dikin pistepist, fesadiya gora kolayî dikin. Gorek ji ya kêleka xwe re bi dilmanî gazinên xwe dike; ‘Xwedêgiravî roja we jî heye… Xwedêgiravî di îd û erefatan de serîlêdan pêşî heqê miriyan e… peh… êvara îna pêşî tên, îda pêşî tên û hew (…) lê tên çi dikin… Bizrikekî ku hêşîn nayê… Peşkeke avê… Diayek, Fatîhayek, hinek bê destnimêj… Çend rondikên bi kotekî, bi viran…’ r.19” 

Ev mekanê stewr dike ku zeman jî sekan û aram be. Her çiqas tax bi bajaran ve girêdayî bin jî nivîskêr hemû taybetiyên çolterê carinan li taxan jî bar kirine; bêtevgeriya taxan, sekanî û yeksaniya sikakan dike ku zeman jî bi kulekî bimeşe.

Di çîrokên Ronîzêr de, ev kronotop carinan -dijberî kurama Bahtin- wek mekaneke xweş jî tê teswirkirin. Ango hestên erênî bi xwîner re çêdike û pê re dem jî xweş û geş dibe. Di çîroka ‘Poşmaniya Serdanekê’ de ji bo kesên ku ji gundan hatine koçber kirin çolter dibe wargeha bêrîkirin û hesretê. 


Kronotopa Eywanê

Nêzîktêdayîna Ronîzêr a malê dişibe nêzîktêdayîna Walter Benjamin ku dibêje; ‘mekanên hundirîn stare ne.(11)’ Ji ber ku wek di çîroka “Torbeyê Naylon” de jî diyar e, derve ‘tirsnak’ e; ‘Li derve hîn beresirkî awir bizdonek’ dibin û ‘hîn taritî neketiye erdê reş li ber çavan çê dibin’ lewma herkes dixwaze zûzûka xwe bigihîne stareya xwe (mal). Li ser karîgeriya malê ku qarekter ji xetereyên derve diparêze, çîroka “Tu” nimûneyeke din e; “Rojeke pênçşemê, danê êvarê. Min tehma xwendinê derdixist, ji ber ku mal aram bû û ez ji xwendinê hez dikim, ji girseya mirovan ditirsim, direvim quncikên aram.” Her wiha di çîroka “Danekî Roja Wekî Gelek Rojan” de qarekterê ku ‘şabaşa tenêtiyê’ dike û di çîroka “Çirûskek Li Ber Babelîskê” de qarekterê ku piştî diçe malê hinekî aram dibe nişaneyên vê nêzîtêdayînê ne.      

Malên Ronîzêr jî ne wekî şemayên di serê me de ne. Ango malên wî ne ji wan avahiyan e ku ji deriyekî û çar dîwaran pêk tên. Di çîrokên wî de quncikek, gorek, şikêrek, bi kurtahî hemû quncikên ku meriv distirên mal in û xwedî girîngiyeke taybet in.

Di vê pêwendiyê de, li gor kurama Bahtin eywan di nava malê de ew cih e ku him qada hevpar a wê malê ye him jî yekane mekan e ku ji yên ne ji malê re (mêvan) vekirî ye. Li van mekanan entrika û pevçûn di pîleyeke rajor de ye û bûyer bi piranî bi diyalogan dimeşe. Lewma zeman ne kulek lê bezok e. 

Di çîrokên Ronîzêr de jî em dibînin ku eywan çawa bûne qada hevpar a malê, hemû problemên malê û derveyî malê li wê qadê tên axaftin; Di çîroka “Çirûskek Li Ber Babelîskê” de Yarana qarekterê çîrokê li derve ji hevalan xatir dixwaze û berê xwe dide wargehê; “Gava dikeve hundir bi kêfxweşî silavê yeko yeko li hevalên xwe yên ku di odeyekê de dimînin dike. Bi wan re dikeve axaftina rojana û tiştên dubare.” Herçiqas mekan ne eywan lê odeyeke wargehê be jî fonksiyona ku Bahtin li eywanê bak dike –qada hevpar- pêk aniye. Dîsa di heman çîrokê de Çirûskê qarekterê din ê çîrokê ji oda xwe diçe eywanê û li wir hemû fonksiyonên ku Bahtin li vê kronotopê bar kiriye pêk tên; “Bi banga malhevalê xwe re giran giran û bê dilê xwe çû eywanê. Malhevalê wî şîv li ser rojnameyekê li nîvê eywanê raxistibû, li ber çarmêrkî rûniştibû. Berê wî li televizyonê bû, ristefîlmekî komedî dilîst û serê gavekê pîkînî pê diket. Malhevalê wî carinan berê xwe didayê wekî ku ji pîkîniya xwe re hevaltiyê bipê ”  

Li ser diyalog û çareserkirina probleman; her çiqas Çirûsk naxwaze bipeyive lewma diyalog dest pê nake ango problem nayê çareserkirin jî hewldanên vê yekê hene; “Ew rewşa Çirûsk bala malhevalê wî dikişîne, di ber falê re jê dipirse ka çi derdê wî heye. Çirûsk bi kurtebir dibêje; tiştek nîne” 

Li gor kurama Bahtin di nava malê de cihê ku her cûre mesele lê tê nîqaşkirin eywan in; meseleyên politik, yên rojane, aborî û hwd…  Ji ber ku heke em li jûrên din ên malê bifikirin, hemû malî tenê li eywanê tên ba hev, dîsa mêvanên ku ji derve tên lê eywanê tên hewandin û hiyarerşî, fermiyet tenê li eywanê ji holê radibe. Di çîroka “Çirûskek Li Ber Babelîskê” de li hêlekê xwarinê dixwin, li hêlekê fîlm temaşe dikin, çayê dikelînin, di nav re sohbetê dikin, di ber çayê re rojname dixwînin, falê vedikin…

Wekî li jor jî hatibû gotin, Ronîzêr bi Kronotopên Bahtin ve girêdayî nemaye û wî bi xwe jî hin kronotop afirandine. Kronotopên Ronîzêr; 

Kronotopa Jêrzemînê

Kronotopa Pencereyê

Kronotopa Maseyê

(Ev nivîs û nivîsên din ên ku heta niha hatine nivîsîn, di pêşerojê de wê bên berfirehkirin û nûjenkirin. Di awayê berfirehkirî û nûjenkirî yê vê nivîsê de, wê Kronotopên Ronîzêr jî hebin)

1. Tubitak, Bilim ve Teknik Dergisi, Pûşber, 2013

2. Ramazan Korkmaz, “Romanda Mekânın Poetiği”,  Edebiyat ve Dil Yazıları, Ankara 2007, r. 414)

3. Mikhail Bakhtin, Karnavaldan Romana, Ayrıntı Yayınları, 2014

4. Mikhail Bahtin, bnb.

5. Craig Brandist, Bahtin ve Çevresi, DoğuBatı Yayınları, 2011, r. 187)

6. Korerê, Weşanên Lîs, 2014

7. Bahtin, bnb.

8. Mehmet Bakır Şengül, Romanda Mekân Kavramı. Uluslararası Sosyal Araştırmalar

Dergisi 2010

9. -Senem Gezeroğlu, Nezihe Meriç Öykülerinde Kronotop, Nevşehir Hacı Bektaş Veli Üniversitesi, Teza Neçapkirî, 2015, 

-Servet Tiken, Zaman ve Mekan Birlikteliği Açısından Yakup Kadri Karaosmanoğlu’nun Ankara Romanı Üzerine Bir İnceleme, 

10. Mehmet Narlı, Şiir ve Mekân, Hece Yayınları, 2007,

11. Walter Benjamin, Pasajlar, Yapı Kredi Yayınları, 2011

Çavkaniyên sûdgirtinê;

Haşim Ehmedzade, Roman û Diyalog, Wejê û Rexne, hj.2, 2014 

Mustafa Sözen, Bakhtin’in Romanda Kronotop Kavramı ve Sinema, Akdeniz Üniversitesi Güzel Sanatlar Fakültesi

Senem Gezeroğlu, Nezihe Meriç Öykülerinde Kronotop, Nevşehir Hacı Bektaş Veli Üniversitesi, Teza Neçapkirî, 2015, 

Servet Tiken, Zaman ve Mekan Birlikteliği Açısından Yakup Kadri Karaosmanoğlu’nun Ankara Romanı Üzerine Bir İnceleme, 

Zeynep Tek, Ziya Osman Saba Şiirlerinin Kronotop Bağlamında İncelenmesi, Yıldırım Beyazıt Üniv. İnsan ve Toplum Bilimleri Fak.

Nîşe; Ji hêla sîstematîka nivîsê ji nivîsên Zeynep Tek, Senem Gezeroğlu û Servet Tîken sûd hatiye girtin.    


Şêxo Fîlîk / ROJA NEHŞEMÎ

Hemû Nivîsên Şêxo Fîlîk / ROJA NEHŞEMÎ

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ewropa de fîlmê 'The Favourite' 8 xelatî girotî

Ewropa de fîlmê 'The Favourite' 8...

08 12 2019

'Mehmet Tunç û Bêkes' hatin qedexekirin

'Mehmet Tunç û Bêkes' hatin qedexekirin

08 12 2019

Rapvanên kurd bi hev re konserê didin

Rapvanên kurd bi hev re konserê didin

08 12 2019

Wêjeya Kur(d)mancî û ‘Reş’bûn

Wêjeya Kur(d)mancî û ‘Reş’bûn

08 12 2019

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûşperê çi gotin?

Cemil Oguz / Diyarê Me

Demîrtaş dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN / QAD

HDP bi dengên kurdên xeyalşikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV / SÊYEMÎN GAV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêşniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêşniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêşniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meşa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meşa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piştgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-İletişim

Nivîskar

  • Cemil Oguz / Diyarê Me
  • Helîm YÛSIV / SÊYEMÎN GAV
  • Cemîl Andok / Dewey Ma
  • Çorê ARDA / BÊWATE
  • Şêxo Fîlîk / ROJA NEHŞEMÎ
  • Cîhan ROJ / KURSÎ
  • Zekî OZMEN / QAD
  • Welat Dilken / Siya Pênûsê
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • yeqîn h. / êvara biyan
  • Bedran DERE / Pişt Perdeyê
  • Omer Dilsoz / ROJGAR
  • Krîstîn Ozbey / BEROŞ
  • Arjen Arî / Agirdank

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Dinya
    • Xêz
    • Foto-Nûçe

 

    • Foto-Nûçe
    • Portreya Mehê
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAŞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2019 Diyarname